Nalîn Dicle
Ji destpêka bihara Gelan (bihara Ereban) heta 8’ê kanûnê rûxadina Beşar Esad 14 sal derbas bûn. Her çend raperînên bi armanca bihara gelanbin jî, lê bi destwerdanên pir alî veguherandin 14 salên bi seqem. Her wiha ji bo gel û pêkhateyên Sûriyeyê jî kirin 13 salên tije êş, malwêran, koçberî û bişewat. Gelê herêmê li hember dîktatoriyê bi azweriya demokrasî û azadiyê rabin, lê bi destwerdanên derve yên piralî şoreş ji gelan hate dizîn, li cihê şoreşê heqîqî, şoreşa dijber serwer bû. Ji bo famkirina îro û dîtina siberojê, elbet analîza doh giring e. Ji bo pêvajoya rûxandina Beşar Esad û hesabên li ser heremê baştir bêne famkirin jî giringe kurtedîroka bahara Gelan, destwerdanên li ser wê pêkhatine baştir kiribin analîz bikin.
Çiroska Bahara Ereban ku di 17’ê Kanûna 2010’an de li Tunis’ê bi xwe şewitandina Muhammed Buazîzî destê bêkirî piştre li gelemperî welatên herêmê belav bû. Agirê raperînê di nava çend rojan de belavî hemû Tunis’ê û di nav çend hefteyan de belavî Mısır, Bahreyn, Yemen, Libyayê û di nava çend mehan de belavî Sûriyeyê bû. Her çend Sedemeke sereke ya çalakiyan zehmetiyên aborî be jî, lê cara yekê bû ku gelan êdî weke sedemê xizaniya xwe rejîmên otorîter didît û bi hêrsa rûxandina rejîmên statûkûperest mîna bayê bablîskê herêm dabû berxwe.
Sedema Yekemîn a van raperînan; aciziya gel a li hember polîtikayên dewleta otorîter yên ev sed salin li Rojhilata Navîn serwer bû. Ji ber wê berya ku bêje nan, daxwaza azadî û rêveberiyek demokratîk dihate kirin. Sedema duyemîn jî; pirsgirêkên ji ber newekheviya aborî ya li welat derdiketin bû. Ji ber polîtikayên rejîma otorîter, bêkarî, feqîrî, newekheviya dahat, aboryê û mêtîngeriya kedê bû. Çarenûsa bahara ereban çibû, çiqas gihan armanca xwe?
Di pêvajoya 14 salan de her çend bi gelemperî rêveberiyên otorîter yên statûkoperest ên herêmê hatibin rûxandin, lê li cihên wan rêveberiyek demokratîk û azadîxwaz ya gel taleb dikir ava nebûn. Sedema vê ya sereke jî, destwerdana hêzên hegemon yên cîhanî û herêmî bû. Bi destwerdana hêzên derve şoreş hate dizîn, li cihê xweşiya germahiya baharê herêm veguherandin zivistaneke reş tarî. Di raperînê de welatê ku herî zêde jî rastî destwerdanên piralî yên derve hat raperîna Sûriyê bû. Ji ber destwerdanên hêzên cîhanî û herêmî Sûriye bû navenda şerê wekaletê. Ji dîroka 15’ê Adara 2011’an heta niha 13 sal derbasbûn, lê li cihê bihareke ku gel hêvî dikir zêdetir, şerekê dijwar ya pir alî serwer bû. Bihara gelan ku bi destwerdanan veguherandin kaosekî weke hêzên herêmî yên ku herî zêde jê Sûd wergirt, dewleta tirkiyê û rejîma Îranê bû. Bi raperîna gelan lewaziya otorîtê çêbûyî, li gel viya rewşa kaotîk ya heyî Rejîma îranê ji bo valekirina hîlala şîa weke konjektorek guncav dît û li ser hêza milîsên Şîî re li gelek welata serweriya xwe çêkir.
Dîsa hêza din ya ku herî zêde xwest ji rewşê sûd werbigre, bi kûrkirina qeyranê li heremê re deshilatdarî û dagirkiriya xwe berfireh bike dewleta Tirkiyê bû. Dewleta Tirkiyê ji bo pêkanîna xeyalên Osmaniya Nû, bi her awayî destek da hêz û komên cihadîst ên tundraw. Li Misrê bi destek dayîna birayên Misilman, li Sûriyê jî destekdayîna komên cihadîst yên herî tundraw destwerdana şoreşa sûriyê kir. Bi armanca pêkanîna xeyalên xwe dewleta Tirkiyê di pêvajoya 13 salan de ji destekdana komên cihadîst ên bi navê Artêşa azad , heta Artêşa Milî ya Sûriyê (SMO), ji DAIŞ’ê û Nûsra bigre heta HTŞ’ê û bi hemû komên cihadîst ên tundraw xwest sûriyê îlhak bike.
Weke berdewama destwerdanên piralî ya pêvajoya şerê dijwar ê 13 salan di 27’ê Mijdarê bi pêşengiya HTŞ’ê êrişên li gundewarên Helep desptê kir, ji ber berxwedaneke dijber çênebû, di 8’ê Kanûnê de bi girtina paytextê û rûxandina Rejîma 53’an ya BAAS’ê re Rewşa Sûriyê kete qonaxeke nû.
Rûxandina Rejîmê di konjektorek çawan de çêbû, çi bû sedem ku evqas zû bikeve?
Dewleta Tirk ku weke ezbeniyê (hamî) van komên cihadîst ên tundraw tevdigere û ji aliyên hêzên herêmî û cîhanî ve jî bi vê misyonê tê qebûl kirin. Mîna gardîyanekî bi salane li îdlibê di bin kontrola leşkerên wê de ev komên cîhadîst ên tûndrew ji bo pêvajoyek wiha hatin amade kirin.
Piştî demeke dirêj ji Şerê Rûsya-Ûkrayna Rusyayê hemû dikkat û enerjiya xwe dabû şerê Ukrayna’yê. Di vê demê de Çîn jî bi awayek vekirî nedixwest bikeve pevçûnan û Îran jî hem di hundur, hem jî polîtikaya derve de rû bi rûyê zehmetiyan hat. Dîsa di şerê Xeza û Lûbnan’ê de Hamas û Hizbullah’a darbeyeke mezin ji aliyê Îsraîlê ve xwar û bi vî rengî eniya Berxwedanê lewaz bû. Di konjektoreke ku li herêmê hêza Rûsya lewaz bibû û Eniya Berxwedanê ya Îranê derbexwarî, dîsa bi êrişên hewayî yên Îsraîlê li ser hêzên Îranî yên li Sûriyê jihevketinek mezin çêbibû, dîsa Rejîma Baasê ya ku di pêvajoya şerê 13 salen de westiyayî, di aliyê aborî de lewaz bûbû, elbet konjektora herî guncav a têkbirina Rejîma BAAS’ê bû. Dewlata Tirkiyê ku bi salane kontrola van komên cihadîst dikir, ev konjoktora guncav dît û kire tevgerê. Rejîma BAAS’ê ya ji ber nekarî liberxwe bide û di nava 10 rojan de bi temamî hilweşiya. Ji ber Rûsya ji hewayî, Îranê ji bejahî de Rejima BAAS’ê li ser lingan digirt, lewra salên dirêje benê Esad di destê van herdû hêzan de bû. Lewazbûna hêzên mijara gotinê , hişt ku demarên jiyan dida rejîma BAAS’ê qut bibin û êdî nekare li ber xwe bide û biruxe. Şefê deweta Tirkiyê Erdogan ku xewna xwe ya nimêja li Camiya Emawî bi destê van komên cîhadîst pêkanî. Ji bo pêşiya Erdogan veke Îbrahîm Kalın çû camîya Emewî û bi serokê HTŞ’a ku di lîsteya wê ya terorê de ye, bi hevre geriyan û li kolanên Şamê poz dane objektîfên kamereyan. Elbet ev tablo armanca dewleta Tirkiyê ya Îlhakirina Sûriyê nîşan dide. Komên cihadîst yên ku bi salane ji aliyên MİT’ê tirkiyê ve dihatin xwedîkirin, ji bo pêkanîna vê armancê dihatin amade kirin.
Dîsa li gel îlhaka Sûriyê giştî, armanca esasî ya dewleta Tirkiyê Têkbirina Rêveberiya xweser e. Ji destpêka êrişan heta niha dewleta Tirkiyê van komên cihadîst didehfîne li ser hêzên QSD’ê . Tevî ku behsa agirbesteke giştî Sûriyê tê kirin jî, lê komên girêdayî Turkiyê van rojên agirbestê jî weke firsand bikar tînin ji bo ku karibin bihêzeke mezintir êrişê herêmên Rêveberiya xweser bike. Bi êrişên li ser Xeta Qara Qozaq, tişrîn û Eyn Îsa hedef dike ku herêma Kobanê bike çemberê. Ger Eyn îsa bigre, wê berê xwe bide Xilafeta DAIŞ’ê Reqayê. Eşkereye ku dewleta Tirkiyê bi van êrişan dixwaze Tola DAIŞ’ê bi destê komên cihadîst ên tundraw ên bi navê SMO û HDŞ’ê hilîne. Ji xwe hêzên mijara gotinêne bixwejî berî vê pêvajoyê DAIŞ’î bûn û Colanî bixwe jî xelîfeyê bexdadî yê sûriyê bû.
Tevî ku ji 8’ê Kanûnê ve rejîma BAAS’ê hilweşiyaye jî, lê hîna siberoja Sûriyê ne diyar e. Pirsa herî giring; sûriyeya Pir reng, pir netew, pir mezhep, wê teslîmî van komên cîhadîst ên tund raw bikin an na? Pirsa din jî, hêzên rikberiya deshilatdariya herêmê dikin, wê çiqasî destûr bidin vê deshilatdariya yekalî ya Tirkiyê? Elbet ger desthilatdariya HTŞ’ê û SMO bê pejirandin, tê wateya pejirandina serweriya Tirkiyê li sûriyê. Bê guman dibêtiyek wiha wê ji bo berjewendiyên hêzên herêmî û cîhanî yên rikber jî xeter be.
Jixwe pejirandina desthilatdariya komên tundraw yên ku ji hişmendiya El QAÎD’Ê û DAIŞ’ê, tê wateya Sûriyeyek Tarî. Rêveberiyek wiha teqez wê Sûriyê ber şerekê demdirêj ê mezhebî ve bibe. Di rewşek wiha de wê êrişên li ser mezheb û pêkhateyan zêde bibe û wê ev jî rê li ber pêleke mezintir a koçberiyê veke. Helbet pejirandina deshilatdariya van komên cihadîst ên tundraw, zemînê ku kêmenetew û mezhebên cuda rastî qirkirinê bêne ava dike.
Dîsa pergalek cîhadîst a tundraw herî Zêde ji bo jinan xeter e. Ji ber komên tundraw jinê bi ti awayî wek îrade nabînin, heta koletiyeke herî çors ferz dikin. Di roja me ya îro de Talîban ferzkariyên xwe yên li ser jinê çine, wê kiryarên rêveberiya Tirkiyê- HTŞ-SMO jê kembaxtir bin. Di deshilatdariyek wiha de, em berdin hebûna jinê di nava rêveberiyê pejirandin de, jiyan û hebûna jinê wê ne di bin ewlehîyêdebe û rojane li hemberî qirkirinê werin.
Di welatek mîna Sûriyê yê pir reng de, elbet çareseriya herî rasteqîn pergaleke federal a Demokratîk e. Di pergaleke fedral a demokratîk de bi qasî erebên Sunne, wê mafê Elewî, Durzî û Kurd, Sûryana jî bê parastin. Jixwe encex pergaleke demokratîk ya ku mafê hemû pêkhate, mezhep, çandan, baweriyan diparêze dikare yekparebûna Sûriyê jî biparêze. Ji bo pergalek wiha ezmûnên Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku xwe dispêre pirrengî, xoşbînî, azadiya jin û rêveberiyek demokratîk dikare ji bo giştî Sûriyê jî bibe nimûneyekî rêveberiyê ya herî rasteqîn.