Dîlan Mulhim/ Qamişlo
Şehîd Ebdulrehman Murşid di sala 1966’an de li gundê Miskê li navçeya Cindirêsê ya girêdayî bajarê Efrînê ji dayîk bûye. Herwiha bi destpêka belavbûna fikirê partiya Karkerê Kurdistan PKK‘ê re tevlî tevgerê bû, di nava civakê de gelek kar û xebat da meşandin.
Di vê dema dawî de dema ku êriş li ser Heleb û Şehbayê ji aliyê Tehrîr Alşam ve hate kirin. Bi darê zorê miletê wan hereman koçber kirin, herwiha dema ku koçber direviyan ji aliyê çeteyan ve hatin girtin û serjêrkirin. Lê şehîd Ebdulrehman Murşid dema ku ket destê çeteyan xwe teslmî nekir û jiyana xwe bi dawî kir.
Di derbarê jiyana şehîd Ebdulrehman keça wî jîn Murşid ji rojnameya me re axivî.
Kar û xebata Şehîd Ebdulrehman Murşid
Jîn Murşid anî ziman ku Şehîd Ebdulrehman Murşid di destpêka belavbûna fikirê PKK’ê de û di sala 1988‘ an de tevlî tevgerê bû û wiha got: “Şehîd Edulrehman di destpêka belavbûna fikirê PKK’ê de bi welatparêzî û kedê dihate naskirin û cihê xwe di nava kar û xebatê de digirt. Herwiha gelek kes bi xwe re komkirin û bi hev re karê nava civakê dida meşandin, di heman demê de ket zindanên hikumeta şamê û gelek îşkence lê hate kirin. Cara destpêkê di sala 1993’an de, di zindanên Helebê û şamê de her cûreyên işkence û lêdanê li ser hate meşandin, lê rixmê wê yekê jî ew her tim di nava kar û xebatê de bû û her tim fikir û felsefa Rêber Apo ji bona xwe esas digrt. Di gelek sazî û navendan de kar û xebat da meşandin û cihê xwe girt. Li asayîşa Cindirêsê karê komîta li hev anînê de cihê xwe girt, herwiha di kar û xebatên peywendiyên leşkerî de jî li herêma cindirêsê bida meşandin.”
Heta nefesa xwe ya dawiyê di nava kar û xebatê de bû
Jîn Murşid da zanîn ku Şehîd Ebdulrehman Murşid gelek kar li Efrînê jî dane meşandin û dema ku Efrîn hate dagirkirin ew jî koçber bû û wiha şîrovekir: ” Dema ku di sala 2018‘an de bajarê Efrînê hate dagirkirin, koçberî Şehbayê bû. Herwiha li Şehbayê jî kar û xebata siyasî di nava partiya Tehalif de dida meşandin, Partiya Hevgirtina Niştîmanî Demukratîk ya sûrî yekem navend bû, ku wî kar û xebat lê da meşandin û heyanî ku şehîd jî ket di nava partiyê de kar û xebat dida meşandin. Di heman demê de tevlî hemû cureyên işkenceyê kar û xebatên xwe berdewam dikir û li Şehbayê jî her tim di nava berxwedaniyê de bû. Di karê xwe de jî di milê jiyanî û civakî de karê xwe berdewam dikir. Her tim coş dida hemû kesî, cara duyemîn dema ku êrişî li ser Şehbayê çêbûn, koçber ji şehbayê derketin. Piştî ku hat dorpêçkirin xwe radestî çetan nekir û xwe şehîd xist.”
Bandora Şehdetê
Jîn Murşid axftina xwe wiha bi dawî kir: ” Bi bihîstina şehadeta bavê min ji bo gelekî pir bi êş bû û bi taybet di vê rewşê de gelekî zehmet bû. Herwiha şehadeta bavê min ji bona me pir bi êş bû, lê dema ku em rewşa gelê me yên Şehbayê yên ku ji rewşa bavê min girantir dibînin dibîn ew rewş ji ya bavê min bi êştir bû. Ji ber ku bavê min xwe radestî dijmin nekir û wî bi xwe ev rê ji bona xwe hilbijart, wî qebûl nekir ku bikeve destê dijmin, ji bo ku neyê işkencekirin. Wî xwe şehîd xist, bi şehadeta bavê xwe em ser bilindin. Ji ber ku digot ez qebûl nakim ku bikevim destê çeteyan, şehadeta bavê min bandoreke mezin li ser me, kes, malbat û hevalên wî kir. Bi taybet dayîk û xwişka min ya biçûk, kesên ku bavê min nasdikirin bi şehadeta wî gelekî banbor bûn. Di heman demê de gotina dawî ya bavê min berî xwe şehîd bikeve got ku şehîd namirin.”