Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Armanca guhertina minhac aktîf bûna xwendekare

18/12/2024
in CIVAK Û JIYAN
A A
Armanca guhertina minhac aktîf bûna xwendekare
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/Qamişlo

Hevseroka Desteya perwerde û fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Semîra Hac Elî diyar kir ku wan di sala 2024’an de di guhertina minhac û pêşxistina asat perwerdeyê xebateke mezin dan meşandin û wiha got: “Armanca me ji van guhertinan pêşxistin û aktîvkirina xwendekaran di hundirê refê de ye.”

Qada perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek ji girîngtirîn qadên jiyanî ye. Di vê qadê de xebateke pir mezin tê meşandin. Di sala 2024’an de hijmara mamosteyên girêdayî Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  41 hezar û 341 mamoste ne. Hijmara xwendekaran jî 838 hezar û 814 xwenekariN . Ev xwendekar li ser 4 hezar û 134 dibistanan hatine belavkirin. Ji bo pêşxistina asta perwerdeyî û bilindkirina asta mamosteyan, bê navber perwerde tên dayîn. Îsal jimara mamosteyên jin ku hatine perwerdekirin gihaşt 972 mamoste. Di heman demê de ji bo tevahiuya mamosteyan perwerde hefteyê rojekê tê dayîn. Ev perwerde ku di roja Şemiyê tê dayîn, li gorî qomîteya perweerdeyê tê destnîşankirin.

Di derbarê kar û xebatên Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê ya sala 2024’an, Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Semîra Hac Elî ji Rojnameya me re axivî.

Kar û xebatên sala 2024’an        

Semîra Hac Elî diyar kir ku ji bo perwerdekirina bîroyên serjimêriyê, perwerde ji hemû ofîsan re li hemû kantonan hat dayîn, da ku bikaribin li ser bernameyê nûjen kar û xebatên xwe bidin meşandin û wiha got: “Komên kar jî hatin perwerde kirin li ser sêstema nirxandinê. Her wiha di aliyê arşîfên dibistanan de jî perwerde ji komîtê perwerdeyê yên ku di hundirê hemû kantonan de li ser 4 rojan perwerde hat dayîn. Perwerdeyên akademiyan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamin, çi ji aliyên biranşan bin, çi jî ji aliyê rêxistinî û bîrdozî bin. Akadimiya Perwerde û Lêkolînên Istatîjîk girêdayî Desteya Perwerdeyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew jî berî du mehan perwerdekirina beşekî ji mamoset û rêveberiyên dibistanan bidawî kirin. Ya herî girîng li cem me avakirina meclisên zarokan û aktîvkirina wê di hundirê dibistanan de ye. Ev yek jî bi belge hat diyarkirin û hemû desteyên perwerdeyê li kantona li ser esasê wê meclisên malbatên zarokan ava dikin. Mamosteyên bexçeyên zarokan jî li ser aliyê pedekojî û şêwazek nû ji wanedayînê ku biçalakî be bêtir perwerde dîtin. Her wiha minhacê bexçeyî zarokan bi erebî amadeye wê were belavkirin û bi kurdî jî li ser çapê ye.”

Astengiyên ku rastî me tên

Semîra Hac Elî da zanîn ku astengiya sereke êrişên dewleta dagirker li ser herêmê ye, ji ber ku dibistan jî bi van êrişan bandor dibin, dema êriş çêdibin dibistan tên girtin û di encamê de wane li xwendekaran diçin. Her wiha di dema dawî de dibistan bê av û bê elekitrîk man sedema êrişan li ser binesaziyê û wiha got: “Em rastî astengiya çûn û hatina mamosteyên ku waneyan li gundan didin tên. Zû bizû xwediyên erebeyan qebûl nakin ku mamosteyan bibin ji ber zehmetiyên rê. Her wiha gelek dibistan sedema êrîşan hatina rûxandin. Ev jî dibin astengî li pêşiya, pêwîstî heya ku ji nûve werin avakirin lê ev yek dem dixwe, ji ber ku rewşa ku Bakur û Rojhilatî Sûrî ya ku têre derbas dibe nabe alîkar ku bikaribin dibistanan avabikin. Di heman demê de çaksazkirina dibistanan jî di nav pirojeyên me de ye, pêwîstî heya ku hemû dibistanên me werin çaksazkirin lê em her sal hijmarek ji wan digrin dest. Her wiha zehmetiyên peydakirina alav û amûrên perwerdeyê hene. Li hin dibistanan du dewam hene loma xwendekar ji ber kêm bûna seatan hewqasî derfetan nabîne ku sûdê ji waneyên xwe bigre. Li gorî van zehmetiyan jî lê qada perwerdê xwendina wê berdewame. Her wiha em destek dayînê didin hemû xwendekaran da ku ji qada xwendinê bê par nemînin. Mînaka ber biçav koçberên ku ji Libnanê hatin heya niha zêdetirî 4 hezar xwendekar derbasî dibistanên Rêveberiya Xweser bûne.”

Pirojeyên dema pêş

Hevseroka Desteya perwerde û fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Semîra Hac Elî axaftinên xwe bidawî kirin û wiha got: “Meclisên perwerde û fêrkirinê ya Bakur û Rijhilatê Sûriyê hat avakirin, niha em kar dikin ku li hemû kantonan vê meclisê avabikin da ku  bi desteyan re kar bikin.

-Pêşxistin û guhertinên minhacan berdewame û her sal hin ref in.

-Perwerdekirina mamosteyan li ser minhacên nû yê ku hatine guhertin.

-Perwerdeya roja şemiyê jî berdewame û li gor pêwîstiyên mamosteyan komisyon perwerdeyê destnîşan dikin.

-Her wiha em kar dikin ku  ev du dewamiya di dibistanan de heyî rakin da ku ji bo xwendekara nebe asteng.

-Pirogiram ji bo giştî perwerdeyê wê di qenala Rojava TV de were weşandin.

-Kişandina dîmenên wanedayînê yên xwendekarên refa 1 û 4 him erebî him kurdî û wê li ser qenala Rojava TV were pêkêş kirin. Ji bo him xwendekar û him jî mamoste sûdê jê bibînin.

Pirogiramên li ser perwerdeyê yên hevdîtinan bi kurdî û erebîye.

Her wiha hewildanên me hene ku em dibistanên pêşeyî li hemû kantonan vekin.”

Post Views: 139
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.