Ayşa Silêman/ Qamişlo
Rêvebera Ofîsa Plan û Serjimariyê ya Kantona Cizîrê Buşra Şêxê diyar kir ku ji ber rewşa ku gelê Efrîn, Til Rifet, Şehba û Helebê li her bajarekî navendek hatiye erkdarkirin da ku navên penaberan qeyd bike. Ev navend hemû jî li ser yek sîstemê kar dikin, armanca me ew e ku tu kes ji mafê xwe bê par nemîne û gel jî alîkariya koçberan dike.
Ji 28’ê Berfanbarê ve gelên Efrîn piştî berxwedaniya 7 salan carek din ji bo êriş û rewşa heyî neçar man dev ji Şehba û gelek gundewarên wê berdin û berê xwe bidin ber bi herêmên Rêveberiya Xweser ên bi ewle. Lewma tevahî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo destek dayîna wan ketin tevgerê de û barê koçberan girtin ser milê xwe. Di derbarê kar û xebatên ofîsa serjmariyê ya ji bo pêşwaziya penaberan Rêvebera ofîsa plan û serjimariyê Buşra Şêxê ji Rojnameya me re axivî.
‘Gel jî di xizmeta koçberan de ye’
Buşra Şêxê da zanîn ku destpêka ku koçber derbasî aliyên Tebqa û Reqa dibin, li wir jî kar û xebat ji bo wan tên kirin û wiha got: “Kesê ku derbasî aliyê Hesekê dibe li navenda Panorama tên qeydkirin. Li wir tîmê serjimariyê amadeye, her wiha tîmekî din jî heye tenê erkê wan ferzkirina penaberên ku navê xwe qeyd kirine ye. Ferzkirina wan jî li gor cihên ku di nav destên me de hene çi xewgeh, dibistan û ekademî bin. Tîm hemû hewildanên xwe dikin van kesan bi cih bikin û bi wan re bibin alîkar da ku rastî nexweşî û astengiyan newin. Her wiha li bajarê Qamişlo li lîstikgeha 12’ê Adarê jî navend ji bo qeydkirina penaberan hat vekirin, piştî ku malbat xwe li cem me qeyd dike em berê wan didin navenda Mihemed Şêxo li wir çadir hatiye danîn. Rêveberiya Xweser wan li wir ferzdikin û pêdiviyên wan yê pêwîst pêk tînin. Kesên ku hîn sêstem nasnekirine û berê xwe didin cem mirovên xwe di bajar de, di nav hemû bajaran de jî mecalisên bajar van kesan li gor forma me ye taybet wan qeyd dikin û wan qeydan radestî me dikin.”
Rêvebera Ofîsa Plan û Serjimariyê Buşra Şêxê axaftina xwe bidawî kir û wiha got: “Kesên ku van penaberan qeyd dikin endamên saziyên Rêveberiya Xweserin, ev kes xwepêşandan tên. Hemû saziyan rewşa ewarte ragihandiye ji bo van penaberan û endamên xwe xistine dibin xizmeta wan de. Sîstema kar ji seat 8’ê sibehê dest pê dike heya 12’ê êvarî. Ev endamên ku kar dikin piraniya wan jinin. Tevî ku rewşa xizanî û aborî ya ku gelên herêmê têre derbas dibin jî, lî destekdayîna wan ji bo penaberên Efrînê qut nebûye û hemû hewildanên xwe dikin ji bo wan û pêdiviyên wan. Di heman demê de komeleyên tenduristiyê jî hertim di xizmeta penaberan de ne û wan ji nexweşiyên giran diparêzin.”






