Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Divê kurd bi yek wesîqeyê herin Şamê’

17/12/2024
in NÛÇE
A A
‘Divê kurd bi yek wesîqeyê herin Şamê’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Endamê Komîteya Rêveber a KNK’ê Silêman Ilyas da zanîn ku ji bo mafê kurdan li Sûriyê were parastin divê partiyên kurdî bi yek wesîqeyê biçin Şamê û wiha got: “Yekrêzî dikeve ser milê partiyên siyasî ji ber ku ew amûrên siyasî ne ji bo pêkanîna armancên gelê kurd.”

Hevrêzî û yekbûna kurdan niha bûye mijareke ku dest jê nayê berdan ji bo gelê kurd, nexasim li Rojavayê Kurdistan û piştî ketina rêjîma Beisê. Çendîn hewldan li ser pêkanîna yekrêziyê çêbûne, lê hîna pêk nehatiye. Derbarê heman mijarê, endamê Komîteya Rêveber a Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK), Silêman Ilyas bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

-Di nav helkeftin û geşedanên ku Sûriyê tê re derbas dibe, hevrêziya kurdî çiqasî girîng e?

Em dizanin ku pêvajoya Sûriyê tê re derbas bû û êrişa Tehrîr Elşam, bi giştî pilanên navnetewî û herêmî bûn. Yê ku destek dane Tehrîr Elşam û di encamê de giha Şamê, dewletên weke Israyîl, Amerîka û hêzên navnetewî bûn. Îroj rewşa Sûriyê nezelal e, lê jê girîngtir ew e ku em weke gelê kurd rewşa xwe baş bizanibin. Çiqasî ku rewşa Sûriyê ne zelal be, divê em weke gelê kurd bi hev re zelal bin, ji ber ku wê ev nezelalbûn bandoreke mezin li me bike. Niha aliyek ji kurdan girêdayî koalisyona Sûriyê ne, ew dixwaze ku bi hikumeta nû ya Şamê re danûsitandinan bike, lê heta niha bêrol in. Li vir dewleta Tirk bi hemû hêza xwe dixwaze li dijî gelê kurd û Rêveberiya Xweser kar bike. Aliyên kurdî yên ku bi koalisiyonê re ne, mîna ecindeyekê ne di destê dewleta Tirk de. Lê em weke gelê kurd bi yekîtiya xwe, vê ecindeyê  û vê pelikê ji destê dewleta Tirk derxin. Herwiha gelê kurd li Rojava tekez bikin ku ew bi yekdengî bêjin ‘em kurd, yek in, sûrî ne, mafê me heye, tu têkiliya me dewleta Tirk re nîne û em li Sûriyê mîna pêkhateyên din mafê xwe dixwazin.’

-Di hevdîtinên navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Demkî de yên pêşdemiyê, eger yekrêziya kurdî çêbibe wê çawa be û eger pêk newe wê çi bibe?

Niha amadekarî ji bo hevdîtina Rêveberiya Xweser û tevahiya partiyên siyasî bi hikumeta Demkî ya Sûriyê tên kirin. Lewma jî divê partiyên kurdî û tevahiya gelê kurd wesîqeyekê ji bo bidesgirtina mafê xwe amade bikin. Ango pêwîste gelê kurd bi yek wesîqeyê biçin Şamê û hemû partiyên siyasî yên kurdî li ser vê wesîqeyê bighên hev. Yekbûna partiyên kurdî li ser doznameyekê û bi hev re biçin Şamê rewşeke cêwaz bi xwe re tîne ku her aliyek ji serê xwe û bê lihevkirinê biçe Şamê. Eger gelê kurd û partiyên kurdî bi yekdengî doza mafê xwe bikin ne mîna ku bi du aliyîtiyê bang bikin. Îro rewşa gelê kurd di xeteriyeke pir mezin de ye. Îro şandeyên Amerîkî û Fransî li Qamişlo dixwazin ku herdu aliyan (PYNK û ENKS) bighînin hev. Ew niha bi vê siyasetê dixwazin destekê bidin gelê kurd da ku mafê xwe di destûrê Sûriyayek nû de biparêzin. Eger ew niha vê yekê dixwazin, gelo çima em weke gelê kurd û û partiyên siyasî bi xwe yekrêziyê çênakin? Lewma jî tişta ji me tê xwestin ew e ku em yekrêziyeke kurdî ava bikin.Di heman demê de em bidin tekezkirin ku em parçekek ji axa Sûriyê ne. Hem jî divê doza bidestxisina Sûriyeke nenavendî û demokrat bê kirin ku mafê hemû pêkhateyan di serî de yê gelê kurd were parastin.

-Hetanî ku mafê gelê kurd mîna hemû pêkhateyên din di Sûriyeke demokras de were bidestxistin, pêwîste çi were kirin?

Rêveberiya Xweser ji destpêka damezrandina xwe ve heta roja îro ji bo avakirina sîstemeke demokratîK li Sûriyê, kar û xebat kir. Ev yek jî pêk hat, gelê kurd û hemû pêkhateyên din ên ku di bin zilm û zordariyê de bû hatin parastin. Di heman demê de hemû herêm ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Herwiha Rêveberiya Xweser destek da tevahiya gelên Sûriyê. Me bi hezarên şehîdan di berdêla azadiya gelê kurd de daye. Ev xebata ku Rêveberiya Xweser daye meşandin, hemû gavên baş in û destkeftiyên giranbuha ne. Lewma jî ya girîng ew e ku em xebata xwe bi encam bikin û armanca ku ji ber wê xebat dihat kirin pêk were. Pêwîste hemû xebata dihat kirin li ser rûyê erdê pêk were û Rêveberiya Xweser li gorî guhertinan tevbigere. Bi pêşveçûna geşedanan re û ketina rêjîma Beisê gava yekem ku Rêvbereiya Xweser avêt ji bo yekîtiya Sûriyê ew bû ku alaya serxwebûna Sûriyê hilda. Ev yek gaveke dîrokî bû û wê ji Rêveberiya Xweser re bikeve pirtûkên dîrokê de. Lewma jî destpêkê pêwîste yekrêziya kurdî pêk were, mijara demokrasiyê, jiyana hevbeş û demokrasiyê li pêş be. Li aliyekî din em bidin xuyakirin ku kurd pêkhateyeke sûrî ye. Lê kurd wekî netewa duyemîn bi hejmara xwe, ew xwedî maf in. Yekrêziya kurdî û parastina vî mafî di dema heyî de gelekî girîng e û ev yek dikeve ser milê partiyên kurdî de, ji ber ku partî amûrên siyasî ne ji bo pêkanîna armancên gelê kurd.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.