Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Armanca Navenda Nînîhorsax alîkariyên mirovî ye

15/12/2024
in CIVAK Û JIYAN
A A
Armanca Navenda Nînîhorsax alîkariyên mirovî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim/ Qamişlo

Bijîşkên Navenda Nînîhorsax ya Tedawiya Xwezayî diyar kirin ku ew hewil didin ku bi rêya tedawiya xwezayî ji nexweşiyên welatiyan re bibin çareserî û gotin; “Armanca me ya sereke alîkariya mirovî ye.”

Ji kevnariya jiyanê ve her dem ên ku bi xwezayê re eleqedar dibin jin in. Bi destên jinan tov û xweza hatin kişifkirin û bi demê re ji xwezayê derman hatin çêkirin. Jinan bi destên xwe nexweşî derman dikirin. Ev taybetmendiya jinê ye ku heta niha jî derdikeve holê û dermanên xwezayî çêdikin û derdora xwe tedawî dikin. Li ser vê bingê jinan bi derfetên xwe ji bo pêşxistina tedawiya xwezayî di sala 2022’an de Navenda Nînîhorsax ya Tedawiya Xwezayê li bajarê Qamişlo vekirin.

Di derbarê kar û xebatên Navenada Nînîhorsax de, bijîşkên  tedawiyê piskolojî û fîzkiya laş, Kîfai Zerah û Cîhad Hisên ji rojnameya me re axivîn.

Kar û xebatên navenda Nînîhorsax

Kîfai Zerah di destpêka axaftina xwe de behsa destpêka avakirina navêndê kir û wiha got: “Karê navenda Nînîhorsax bi tevahî girêdayî beşa fîzîkî, , piskolojî û tedawiya bi enerjiyê ye. Di heman demê em bi rêya giya û rûnên xwezayî tedawiya nexweşiyan dikin. Ev rûn em li ser destên xwe çêdikin. Herwiha gelek cureyên rûn hene em biriya keldûmanê bi dest dixin. Hin giyayan jî em bi rêya makîneyên hûrkirinê amade dikin. Di heman demê de em ji tovên reşreşk, zencebîl, helbê û hwd rûnan derdixin. Em li kêleka karê xwe perwerdeya tedawiya xwezayî jî ji bo welatiyan didin, bi taybet tedawiya piskolojî û hevsengiya laş em didin. Ev perwerde jî karekî xwebexşe û ji bo alîkariya welatiyan e.”

’Em li gor derfetên xwe bi welatiyan re dibin alîkar’

Kîfai Zerah anî ziman ku tedawiyên fîzîk ji bo welatiyan hefteyê carekê tê kirin û wiha domand: “Kesê nexwş ji vê perwerdeya tedawiya fîzîk fêrî werzîşa yoga dibin. Ev werzîş tenduristiya mirov li pêş dixe. Dema ku mirov fêrî vê perwerdeyê dibe, mirov hêz dike ku ku ew kesekî çalak. Di vê  demê de em gelekî li ser ciwanan disekin bi taybet ji aliyê piskolojîk ve. Ji ber ku di vê demê de gelek guhertin di fikir û ramanê nifşê nû de çêbûye, ev zanist dibe alîkar ku piskolojiya mirov ji van rewşên heyî yên zehmet reht bike. Herwiha em bê dirav mirovan tedawî dikin, ez bijîşka yekemîn im ku di Rojavayê Kurdistanê de vî karî dikim.

Sûndgirtina mirovan ji dermanên xwezayî re

Di heman çarçoveyê de Cîhad Hisên jî wiha got: “Karê min ê tedawiya fîzîkî ya ji bo laşê mirove. Di qada fîzîkiya laş de em mesajê ji mirovan re çêdikim. Çanda mesajê li Rojava pir kême. Mesaj ji bo tendurstiya mirov gelekî baş ji ber ku enerjî li cem laşê mirov çêdike. Di heman demê de sê cureyên mesajê  hene, lê mesaja ku em ji bo nexwşan çêdikin, mesaja tedawî û rihetkirina laş e. Li aliyekî din jî em gelek giyayan li ser destê xwe ji bo mirovan çêdikin. Ev giya ji dermanên kîmyayî ku bijîşik û dermanxane didin mirovan,  bisûdtire. Ji ber ku dermanên ku em çêdikin dermanekî xwezayî ye. Îasl gelek mirovan ev derman birin û gelekî sûd ji dermanan girtin.”

’Armanca me vegera li koka bijîşkê ye’

Bijîşkê tedawiya fîzîkî Cîhad Hisên axaftina xwe wiha bi dawî kir:”  Her care ku nexweş tê li cem me ji bo mesajê, rûnştandinek du seatan berdewam dike, bi 50 hezar lîreyê Sûrî ye. Lê dema ku kesek rewşa wî ya madî nebaş em dibin alîkar pêre, ji şûna 50î’hezarî em 30’hezarî ji wan distînin. Armanca me ji vê navendê ne qezenckirina madî ye , lê alîkariya mirovane û em koka bijîşkî derdixin.”

Post Views: 138
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.