Ronaz Silêman/Qamişlo
Komeleya Lêlûn a Qurbaniyan kiryarên hov ên ku li Efrînê têne kirin belge dike û ji bo doza Efrînê kar û xebatê dide meşandin. Yek ji damezrînerê Komeleya Lêlûn Demhat Ibrahîm da zanîn ku armanca wan bidawîkirina kiryarên dijmirovî û dadgehkirina sûcdara ne.
Di dirêjahiya salên şer ên Sûriyê de, herêma Efrînê di nava gefên hebûnî û binpêkirinên bêhejmar de jiyan kir. Piştî êrişa dagirkeriya Tirk Tirkiyê ya bi navê ku di sala 2018’an de pêk hat û kontrolkirina wê digel komên çete, ev bipêkirin bi awayekî sîstematîk û rêxistinî hatin meşandin. Li ser vê bingehê komek ji keç û xortên Efrînê, hezkiriyên axa û dilsozên zeytûnên wê, herwiha ji ber baweriya wan a bi dîroka bav û kalan, nirxdayîna ked û têkoşîna wan di parastina mirov, xak û daran de, pêwîstî bi avakirina komeleyekê ku rê li ber vegerandina mafan ji xwediyên wan re veke û ji bo dadmendiyê hewla xwe bike hebû, lewra Komeleyek bi nave Lêlûn dane avakirin. Lêlûn ji bo piştgiriya tevahî qurbaniyan, doza Efrînê, sererastkirina ziyayan, belgekirina tiştên ku li Efrînê pêk tê. Herwiha vegera hemû koçber û penaberan bo cihên xwe yên resen bi rêyekî ewle, rûmet û dilxwaz kar dike. Di heman demê de bi rêya şopandina êşên xelkê û belgekirina tevahî binpêkirinên derheqê wan de pêk tên û vegerandina mal û milkên xelkê jî kar dike. Lêlûn bi beşdariya sazî û rêxistinên herêmî û navnetewî kampaniyên piştgiriyê li dar dixe.
Lêlûn ji bo qurbaniyên binpêkirinan dibe piştgir
Komeleya Lêlûn komeleyeke nehikûmî, neqezenc û bêalî ye ku di 17 Adara 2023’an ji bo piştgiriya hemû qurbaniyan û pirsgirêka Efrînê ya li Sûriyê kar dike, hatiye damezrandin. Herwiha belgekirina binpêkirinên mirovan û meşandina kampaniyayên parêzvaniyê bi beşdariya sazî û rêxistinên cihêreng ên herêmî û navetewî jî di nav de. Di heman demê de Lêlûn kiryarên ku di derheqê niştiçih û gelê Efrînê de tê kirin, belge dike û ji qurbaniyên şer re pêşkêşkirina destkedayînê dike. Lêlûn hewl dide hişyarê ji koçberên ku bi darê zorê ji axa xwe derketine bike, da ku hemû mafên xwe bi riya dadgehê bides bixin. Name ji Komeleya Lêlûn ew e ku parastina mafên mirovan bike, bi taybet hemû kesên ku bûne qurbaniyên binpêkirinan li Efrîn û her cihê ku sûc lê tên kirin.
“Lêlûn” ji bo Efrînê sembol e û bi darên xwe yên zeytûnê navdar e, sedema navê Lêlûn ji komeleyê re ew e ku “Lêlûn” bi eslê xwe peyveke kurdî ye, tê wateya “mêweya zeytûnê berî gihîştina wê” di heman demê de “Lêlûn” navê çiyayekî ye dikeve ser bajarê Efrînê. Armanca Komeleya Lêlûn parastina mafên qurbaniyan û destekdayîna kesên ku ji ziyan dîtine.
Kar û xebatên ku Komeleya Lêlûn dide meşandin wiha ne:
-Amedkirina Raporên Nûçegihaniyê: Ev beş bi taybet li ser belavkirina nûçeyên bi belge û rasteqîn ên lezgîn kar dike.
– Amedekirina Raporên Mafnasîn: Lêhûrbûna raporan di warê dosya û rûdanên taybet, ev rapor jî bi belge û xwedî jêder in.
– Daxuyaniyên Çapemeniyê: Ev beş bi taybet li ser dayîna daxuyaniyan bi komeleyên xwecihî û herêmî.
– Çîrok û şahidên binpêkirinan: Ev beş çîrokên kesên ku rastî kiriyarên binpêkirinê hatine eşkere dike, mîna çîrokên kesên qirtî, koçber û yên rastî işkenceyê hatibûn.
-Dozdara eşkerekirina kiryarên binpêkirinê: Ew bi hevkariya rêxistinên Sûrî yên xwecihî û navneteweyî hewl dide ku bi pêngavan rabe ji bo eşkerekirina sûcên dijmirovî yên li herêmên dagirkirî têne kirin.
– Piştgiriya Qurbaniyan: Komeleya Lêlûnê bi rêyên cûda cûda piştgiriyê ji bo qurbaniyan dike.
– Avakirina Sîstema agahiyan: Komeleya Lêlûn hewla xwe dide ku sîstem û pergalekê çêbike, bi rêya wê binpêkirinan bi belge bike. Armanc jê bikaranîna van agahiyan ji bo eşkerekirina sûcên dijmirovî û cezakirina sûcdarên wê li ser asta xwecihî û navnetewî.
Derbarê avabûn, kar û xebatên Komeleya Lêlûn yek ji damezrînerê Komeleya Lêlûn a Qurbaniyan Demhat Ibrahîm ji rojnameya me re axivî.
Demhat Ibrahîm diyar kir ku Lêlûn kirayrên li Efrînê tê kirin belge dike, rastiya dagirkeriyê eşkere dike û wiha got: “Hin ji damezrînerên Lêlûn ji qurbaniya ne ku di destpêka dagirkirina Efrînê ji aliyên çeteyan ve hatibûn girtin, an jî bi darê zorê koçber bûne, lewra wan xwest dengê xwe bighînin rêxistinên navnetewî, da ku ji wan re diyar bikin çi di hundirê Efrînê de tê qewmandin. Hizra avakirina Komeleya Lêlûn ew e ku kiryarên di hundir Efrînê de tê kirin belge dike, hem rastiya çeteyan a ku sûcên dijmirovî di derheqê jin, zarok, mêr, dar û xwezayê bi giştî eşkere dike. Di demê ku Lêlûn hatiye damezrandin û heya niha bi raporên babetî kiryarên di hundirê Efrînê tê kirin belge dike. Çavkaniyên Lêlûn di hundirê Efrînê de hene, bi wan re rojane danûstendin tê kitin, ji bo sûcên li Efrînê pêk tên eşeker bikin, ev yek bi riya lêkolînvanên meydanî ye. Em zanyariyên derbarê Efrînê li ser internêtê parve dikin, hin jî bi rêxtinên navnetewî weke Hiyomên Raytsoş, Komîteya destûriye Ewropiye, komîteya lêkolînên navteweyî têkildarî Sûriyê ye, van zanyariyan bi rengekî fermî ji wan re eşkere dikin, ew jî xwespêrandina xwe li ser Lêlûn dikin. Zanyariyên me jî xwe dispêrin li ser dîrok, roj û kesên ku kiryar pêk anîne kîne.
‘Gelê li Efrînê dimîne nikare bi vesînê deng bike’
Demhat Ibrahîm da zanîn ku Komeleya Lêlûn li kêlek derxistina kiryarên ku li Efrînê tê kirin, perwerdeyên piştgiriya derûnî ji koçberan re dide û wiha got: “Armaca Lêlûn li kêlek derxistina kiryaran û belgekirina wan, hin perwerde ji bo avakirina xwestek û îadeya qurbaniyan ji karkirinê re pêk anîn, him jî çend rûniştandinên piştgiriya derûnî ji kesên temen mezin û ciwanan re pêk anîn. Di heman demê de Lêlûn çend komxebat derbarê astengiyên koçberan, jî lidar xistin, di wan komxebatan de hin ji nûnerên rêxstinan û Rêveberiya Xweser beşdar bûn û li wan astengiyan guhdar kirin û hewldanên çareseriyê ji wan re dîtin. Lê gelek astengî li pêşberî kar û xebatên me derdikevin, ji ber kesên ku têkiliyên bi me re dikin, carnan internêt li cem wan peyda nabe, yan çeteyên li Efrînê telîfonan kontirol dikin. Gelê li Efrînê dimîne, nikare bi vesînê deng bike.”
‘Efrîn doza Kurdisatanî ye’
Demhat Ibrahîm axaftina xwe wiha qedand: “Komeleya Lêlûnê sal û nîvekê bê dirav kar û xebat ji bo derxistina kiryarên dijmirovî ku di derheqê gelê Efrînê tê kirin da meşandin. Efrîn doza her kesî ye û ya Kurdisatanî ye. Komeleya Lêlûn ji gelê Efrînê re baweriy e. Em dixwazin dadgehekê ji kesên ku gel dike qurbanî pêk bînin. Herwiha hêviya me kiryar bidawî bibin û her kesê destê wan di sûcan de hene, bêne dadgehkirin.”