Argêş Vîyan/Qamişlo
Siyasetmedar û hevserokê berê yê Desteya Peywendiyên Derve yê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd da zanîn ku eger di avabûna Sûriyêkê nû de kurd nebin pêşiya aloziya nayê girtin û wiha got “Gelê Kurd hêzeke mezin di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye, çareseriya Sûriyê tênê bi modela Netewa Demokratîk pêkan e.”
50 salin gelên Sûriyê ji sîstema yekpartî ya Bass ziyaneke mezin dît. Rejîma Bass’ê ti caran ne dixwest nêrînên gel guhdar bik e. Herwiha nedixwest gel bifikire û xwe rêxistin bike. Kesên xwedî raman û rêxistinbûyî ji bo pergala xwe xeternak di dîtin. Ji ber wê hişmendiya xwe ya netewperestiyê desthilatiya rejima Bassê ya ku di aliyê Beşar Esed ve dihate rêvebirin hilweşiya. Di aliyên komên çete yên girêdayi dewleta Tirk û komên bi navê HTŞê yên isalmî radîkal fikarek li cem gelên herêmê dihêl e. Gelo dê bikarin bê gelê Kurd Sûriyek nû avabikin? Rêveberiya Xweser ji bona di pêşeroja Sûriyê de mafê gel biparêze xebatên girîng dide meşandin.
Derheqê geşedanên ku li Sûriyê rû didin, herwiha avakirina siberoja Sûriyê û pêşdîtinên pêvajoyê, siyasetmedar û hevserokê berê yê Desteya Peywendiyên derve yê Rêveberiya Xweser yê berê Bedran Çiya Kurd ji rojnameya me re axivî.
‘Rejîma Bass netewa Kurd ti caran nedipejirand ji ber wê hilweşiya’
Bedran Çiya Kurd anî ser ziman ku demê Rejîma Baasê gelê Kurd û pêkhatayên derveyî netewa Ereb rastî gelek kiryarên xêrab dihatin û wisa dest bi axaftina xwe kir: “Rejîma Beşar Esed ji ber zilm û yekdestdariya salan hilweşiya, wek ku me her tim li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dinirxand: Nexwendina rastiya Sûriyê û fêmnekirina vê rejîmê bi dehê salan maf û daxwazên gelê Sûriyê înkar kir. Ev êrişên çeteyan dawiyê li ser gelê me pek hatin jî da xuyakirin ku dewleta Tirk ya dagirker dema mijar dibe Kurd çeteyên DAIŞ’ê re hevkariyê dik e. Çeteyan Helebê, Til Rifet, Şehba û herî dawî jî, ji Minbic dagirkirin û kiryarên gelek kirêt li ser gelê me meşandin. Hêzên girêdayi Rejima Bass’ê bê ku berxwe bidin çeperên xwe berdan û gelê Sûriyê qirkirinê we rû bi rû hiştin. Çeteyan ku dîtin berxwedanî nine berê xwe dan paytexta Şam ê. Niha ne xuya ye rewşa gel dê çi bibe. Em pêşaroja gelên Sûriyê jiyan dikin ti cara ji dagirker û metingeran re nahêlin. Pêwîste li welatê xwe bi rûmet bijîn. Cihan giştî wê tiştê agahdar e ku bê gelê Kurd çareserî Sûriyê nabe. Ristek mezin ya gelê Kurd û Reveberiya Xweser Sûriyê de heye. Ti kes nikare wê rastiyê inkar bike. Gelê Kurd yên ku axa Sûriyê jiyan dikin, beriya 2011’an bê nasname û bê maf hatibû hiştin. Niha jî ger çareserî tê xwastin pêwiste gelê Kurd muxateb bê girtin. Em jî wek Rêveberiya Xweser her tim din ava tevgerekê debin ku em bikaribin nunertiya gelê xwe baş bikin.”
‘Pêwiste em yêkitiya xwe ava bikin, ji bo ku em mafê xwe dest bixin’
Çiya Kurd balkişand li ser yekîtiya gelên Sûriyê û wisa axaftina xwe domand: “Gelê Kurd em bi hêvîne rihê li hemberî dagirkeran dema ku 2004’an didan xuyakirin, niha ji wê demê xurttir bikin. Dem dema yêkrêzî û hevgirtineke xurtt e. Ji ber ku bi hewcedariya çareserkirinê, li vî welatî qala edalet û demokrasiyê nayê kirin. Bi hêzên çekdarî yên weke komên çekdar girêdayî HTŞ û çeteyên girêdayi dewleta Tirk ya dagirker rêvebirina Sûriyê de ne xwedî hêzin. Komên çete ne û di aliyê AKP-MHP’ê Ve tên rêvebirin. Ev raste rast dijminahiya gelê Kurd dikin û bajarên dagirkirî de mal û erdên Kurdan dagir dikin. Ji ber vê yekê jî Kurd bingeha pêkanîna aramiyê li Sûriyê û bingeha demokratîkbûna dewleta nû ya Sûriyê ne. Îro em rûbirûyê qonaxeke dîrokî ya girîng in li Sûriyê, ew qonaxeke metirsîdar e, ji ber ku dê bi salan bingeh û cudahiyê di jiyana xelkê Sûriyê de ava bike. Gelê Sûriyê bi pirrengî û taybetmendiya xwe ve û bi çandên cûda mînaka paradigmaya Netewên Demokratîk e. Sîyaseta ku berjewendiyên gelê Sûriyê bingeh negire em wê yekê napejirînin û heta niqaşan jî li ser nakin. Ji ber Rêveberiya Xweser modela gel e.”
‘Pêşeroja Suriyê dê bibe nexşerêya Rojhilata Navîn’
Çiya Kurd bibîrxist ku dibe ji nûve avakirina Suriyê de ristek mezin dikeve li ser milê Rêveberiya Xweser û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo Rêveberiya Xweser, rêveberî projeyek niştimanî ya Sûriyê ye, ku piştî têkçûna hemû hewldanên ku ji bo Sûriyê dihatin kirin, li ser wê bingehê Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bibe ya revebiriya tevahî gelên Sûriyê û Rojhilata Navîn. Damezirandina Rêveberiya Xweser ji bona aramiya Sûriyê ye. Projeya rêveberiyê di parastina yekîtiya Sûriyê û yekîtiya pêkhateyên Sûrî pêk bîne û nûnertiya gelên Sûriyê di asta cîhanê de bimeşîn e.
Em hêvîdar in ku Sûriyeya dahatî bibe Sûriyeke demokrasî, dadmendî û wekheviyê û li gorî hemû kevneşopî, têgeh û çanda Sûriyê be û hemû gelên Sûriyê bê cudahî di nava xwe de bihewîne. Gavekê ber bi çareseriyek demokratîk û ziyanên ku Sûriyê hatin avakirin holê rakirin e. Bidestxistina aşitiyê û destpêkirina vegerandina hêza xwerêvebirin û parastinê de Sûriyê weke welatekî bihêz cih û dewlemendiya xwe ya aborî ve rêvebibe. Li ser wê bingehê berxwedaniya gelên Sûriyê silav dikin û soza xebata gel û Rêveberiya Xweser bi hevre didin.”