Argêş Vîyan/Qamişlo
Bi merasîmekê girseyî, cenazeyên şervanên Hêzên Antî Teror (HAT) Harun Qamişlo û şervana Hêzên Ewlekariya Hûndirîn Mizgîn Kurdo, û şervanên QSD’ê Mazlum Qamişlo (Ferhad Xelil) ve Murad Qamişlo (Ebdulmecid El Diyab), şerwanên Komandos Zagros Qamişlo (Ehmed El Mihemed li pakrewangeha Şehîd Delîl Saruxan hatin oxirkirin.
Di 10’ê meha Kanûn a 2024’an li bajarê Minbicê û bajaroka Seda Tişrîn êrişekî dagirkeriyê hat destpêkirin. Di encamê de, şervanên azadiyê yên ku bi navê Mazlum Qamişlo, Murad Qamişlo Zagros Qamişlo, Harûn Qamişlo û Mizgîn Kurdo şehîd bûn.
Di goristana Şehîd Delîl Saruxan ya bajarê Qamişlo îro bi tevlîbûnek girseyî şervanên azadiyê, ji aliyê şêniyên Qamişlo û gund û bajarên derdorê ve hatin oxirkirin.Şêniyên bajarê Qamişlo demên siharê de ji bona merasîma şervana hêzên Ewlekariya Hûndirîn Mizgîn Kurdo û endamên HAT’ê Harûn Qamişlo li berderê beradeya şehîdan a li taxa Enteriyê kom bûn. Piştî anîna cenazeyên her dû pakrewanan bi rêzgirtina li ser rihê cangoriyan merasîm dest pê kir. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, malbat û xizmên şehîdan ve axaftin hatin kirin.
Di merasîmê de, Endama Rêveberiya Kongra Star Rîham Loqo, Endamên Kongra Îslama Demokratîk Şêx Casim û li ser navê hêzên leşkerî Xirşo Qamişlo axivîn. Li ser navê malbata Şehîd Harûn Qamişlo mamê wî Welîd Ebû Hazim axîvî. Wesîqeyên şehîdan malbatên şehîdan re hatin dayin.
Bi girseyî gelê Qamişlo zarokên xwe veşartin
Di merasîmê de destpekê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan ya Qamişlo Muamer Ebas
xemginiya xwe anî ser ziman û wiha got “Rêber Apo dibêje “Em jiyanê hezbikin emê oxira wê de bimirin” yê ku welat hezneke nehêjaye jiyan bike. Em niha şervanên doza azadiyê dispêrin roja serxwebûnê. Em şervanên xwe nasperin axê di spêrin azadiyê. Serê Rêber Apo û malbatên Şehîdan sax be”
Li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehdîye Hilat axîvî û wiha got “Hevala Mizgin dildara azadiyê bû. Em pir keyfxweşin ku rêhevaleke weke heval Mizgîn re jiyankir. Em heval Harûn Qamişlo û Mizgîn Kurdo weke pêşengên Sûriya nû dibînin. Bi xêra wan
pakrewanan em ê Sûriyekê nû ava bikin”
Herî dawiyê, bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ ‘Şehîd hêza rûmetê ne’ pakrewanên doza azadiyê hatin sipartin.






