Argêş Vîyan/Qamişlo
Welatiyên ku Şehba û Til Rifet ji ber êrîşên dagirkeriyê koçber bûne anîn ser ziman ku dema hatina herêmên Rêveberiya Xweser ew rastî gelek tundî û zextên giran hatine û wiha gotin “Em welatê xwe ji bona dagirkeran nahêlin.”
Piştî têkçûna rêjîma Bass li gundewarên Idilb û kontrolkirina HTŞ’ê ji piraniya bajarê Helebê û derdora wê re, çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişeke mezin birin ser Şehba û Til Rifetê, di encamê de bi 10 hezaran koçberên Efrînê ku piştî dagirkirina Efrînê di sala 2018’an de li Şehbayê bicih bibûn, careke din koçberî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Di riya koçberiyê de gelek koçber ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve rastî tundî, işkence, revandin û kuştinê hatin.
Derheqê kiryarên çeteyên dewleta Tirk a dagirker, koçberên herêma Şehba û Efrînê ji rojnameya me re axivîn.
‘Çeteyên dagirker, gelek kiryarên dijmirovî li pêş çavên me pêk anîn’
Koçbera bi navê Fikret Ebdo Xelîl bibîrxist ku ew bûye şahida êrîş û gelek kirayrên dijmirovî yên
çeteyên dagirkeriya Tirk û wiha got: “Em ji navçeya bajarê Efrînê Şêrawa ne. Piştî dagirkirina Efrînê em derbasî kampa Serdem ya li Şehba bûn. Ev 7 sal bûn, me li wê derê jiyana xwe didomand. Êrişên ku li ser herêmên me çêbûn agahiya ti kesî jê nebû. Me tu carî bawer nedikir ku em rojekê ji Şehba jî koçber bibin. Lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê hebûna Kurdan napejirînin. Berxwedaniyek pir mezin li bajarên Efrînê hat meşandin ji ber wê ye, gelên li wê derê hertim bin gefa dagirkeriyê dey e. Ev berxwedaniya xwe derbasî kampa Serden jî hatkirin. Em 30’ê Mijdara 2024’an Şehba koçber bûn, 1’ê mehê hatin Helebê û kiryarên çeteyen we rû bi rû hatin hiştin. Em wî serdema zivistanê heya şew em piranî di zarok û jinê ducanî ji derve man. Dema êrîş pêkhat em merasîma cangoriya da bûn. Gelek welatiyan nekarin zarokên xwe xelas bikin. Çeteyên dagirker hatin ketin dinav gel de û gef me xwarin. Gelek jin rastiyê tecavûzê hatin. Çeteyên HTŞ’ê şerê derûnî didan meşandin raste rast kiryarên fizikî ne di meşandin. Çeteyên girêdayi dewleta Tirk ya dagirker kiryarên dij-mirovî pêkanin. Çeteyên tirk taybet hatibûn hilbijartin ji ber gelên herêmê bitirse û biçe Efrînê. Em bûn şahîdê çend bûyerên dilêş. Du jinên sivîl destpekê rastî tundiyê hatin piştra ev qetilkirin û destdirêjî li cenazeyên wan jinan hat kirin. Welatiyên bi navê bavê Mazlûm kurê wî di nava refên Tevgera Azadiyê şehid bibû gulebaran kirin û şehîd xistin. Dîsa welatparêzê bi navê Murşîd Ebdo jî, ji bona nekeve destê çeteyen xwe şehîd xist. Me wek gelê Efrinê çend caran em ji ber dagirkeriyê koçber dibin. Lê bila dijmin wê tiştê baş bizanibe ti cara bi van kiryaran nikarin serê me bidin tewandin. Emê hertim bi rihê gelê şoreşgerî berxwe bidin û li gel hêzên xwe bicih bigirin.”
‘Bi navê Tevgera Azadiyê gef me dixwarin’
Koçberê bi navê Idrîs Mihemed Hisên da xuyakirin ku tûndiya derûnî di aliyê çeteyên dagirkeriya
Tirk li ser malbata wî hatiye meşandin wiha got: “Em ji Efrînê gûndê Basutê ne. Demê êrişan em Til Rifat bûn. Demê êrişan da em li mal bûn derdorê me gulebaran kirin. Zarokên me tirsiyan. Çeteyan digotin emê we qirkirinê re derbas bikin. Em wek malbat roja yekem de Til Rifet derketin. Em Şehba hatin di aliyê Ehrez de, çeteyan bi erebeyên çekên giran pêşîya me qutkirin. Ne hiştin em di heman rojê de derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibin. Demên siharê çeteyên navçav girtî derbasî nava girseya koçberan bûn. Me bi çavê xwe alên DAIŞ’ê li ser mile çeteyên girêdayi dewleta Tirk dîtin û gef me xwarin. Kirasên dirêj li ber wan de hebûn. Ev dide xuyakirin ku dewleta Tirk dîsa hewildide DAIŞ’ê li herêmê serwer bike. Çeteyan di gotin ‘Em xwe nêzî leşkerên rejîma BAAS’ê nabin û yên girêdayi tevgerên din jî.’ Mebesta wan xebatkarên Tevgera Azadiyê û gelê Kurd yên welatparêz bûn. Heya em gihiştin herêmên bi ewle malbatamin metirsiyek mezin jiyan kir.”
‘Di xeyalên me de, hertim li wegera Efrînê heye’
Koçberê bi navê Cangîn Nurî Hemedan hêstên xwe yên êrîşa bi wiha da xuyakirin: “Em piştî
dagirkirina Efrînê derbasî Şehbayê bûn. Piştî êrîşa em derbasî herêmên bi ewle hatinkirin. Dema em derbasî herêmên Reveberiya Xweser bûn min jî di gelek bûyerên zehmet jiyan kirin. Li pêşîya çawê min welatî hatin serjê kirin. Bi rastî kêliyên biêş bûn. Em hertim bi xeyalên wegera Efrînê jiyan dikim û hatina me ya konên Serdem jî, ji ber wan xeyalan bûn. Lê hertim em bi êrîş û dagirkeriyê rû bi rû ne. Bi rastî ji, piştî em derbasî herêmên Rêvebriya xweser bun xebatkarên Rêveberiyê di nav tevgerê dan e. Xebatkarên Rêveberiya Xweser ji bona em jiyaneke bi ewle jiyan bikin kar û xebatên xwe nadin sekinandin. Emê hertim berxwe bidin rê nadin dagirkeran.”






