Hemza Sêvo/ Qamişlo
Ezher Ehmed diyar kir ku hêviya gelên Sûriyê welatekî nenavendî û demokras e ku her kes tê de bibe xwedî maf û wiha bang kir: “Pêwîste hikumeta Demkî projeya Rêveberiya Xweser ji bo pêşeroja Sûriyê pêk bîne.”
Geşedanên ku li Sûriyê diqewimin, piranî bi pilanên dewletên navnetewî ne û hemû hêzên herêmî û xwecihî rewşa Sûriyê dişopînin. Derbarê heman mijarê jî endamê Desteya Navendî ya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê Ezher Ehmed bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn jî wiha bû:
Piştî ketina rêjîma Baasê wê rewşa Sûriyê ber bi ku ve biçe û sînariyoyên muhtemel çi ne?
Piştî dîrokeke dirêj ji zilm û zordariya ku rêjîma Baasê li ser gelên Sûriyê bi taybet gelê kurd dimeşand, ev rêjîm hilweşiya. Rêjîmeke ku li ser xwîna gelan bi hişmendiya yek netew û yek zimanî hatibû avakirin. Vê rêjîmê siyaseteke desthilatdar dimeşand û neteweke din qebûl nedikir. Lewma piştî ewqas zordariyê dilê gelên wê bû mîna volkanekê û bi desthilatdariya wî de teqiya. Ev bi xwe sînariyoyeke dîrokî bû, ketina rêjîma Beşar Elessed ji bo Sûriyê destpêka rojeke nû bû. Lê îro wê Sûriyê derbasî sînaroyêyên nû ji bo pêşerojê bibe. Eger hikumeta Demkî ya ku rêberiya operasyonan bi pêşengtiya Heyet Tehrîr Elşam dest pê kir, li ser bingehê welatekî fedral û nenavendî ava bibe wê sînariyoyên baş di siberojê de pêk werin. Bêguman eger mafê hemû pêkhateyan bi hemû baweriyan paşguh nebe di destûrê Sûriyaya pêşerojê de, wê siberojeke li ser bingeha wekheviyê were avakirin. Hem jî hikumeta ku were avakirin bi rihê berpirsiyariyê li mafê pêkhateyan binêre û dûrî radîkaliyetê bikeve wê heviyeke me ji bo Sûriyeke demokrat çêbibe. Lê eger hikumeteke xwedî sîstemeke radîkal, dûrî diyalog û fediraliyetê ava bibe wê Sûriyê parçe bibe. Di encamê de wê şerê navxweyî di navbera gelên Sûriyê de çêbibe û wê Sûriyê derbasî şerekî mayînde bibe. Di heman demê de wê Sûriyê bikeve bin desthilatdariya hêzên herêmî û navnetewî, di serî de dewleta Tirk a dagirker. Em dizanin ku dagirkeriya Tirk çavê wê li xaka Sûriyê ye û pêkanîna pilana Mîsaqa Millî ye.
Bi têkçûna rêjîmê û pêşveçûna Tehrîr Elşam re, li Sûriyê gelek valahî çêbû, li hemberî vê valahiyê pêwîste çi were kirin?
Hemû deverên ku di bin serweriya hikumeta Şamê ya hate hilweşandin de bûn, di roja îro de vala bûne metirsî ji vejînkirina çeteyên DAIŞ’ê heye. Herwiha metirsî heye ku komên radîkal ên Islamî li wan deveran bikevin tevgerê. Ji ber ku berî niha ev yek çêbûye. Dema ku hikumeta Şamê bêhêz dibû û serweriya wê li hin deverên li Başûrê Sûriyê nedima, derfeta çeteyên DAIŞ’ê çêdibû ku tevgera xwe zêde bikin. Li aliyekî din jî dewleta Tirk dixwaze sûdê ji vê valahiyê werbigire û axa Sûriyê dagir bik. Me dît ku çawa dewleta Tirk û çeteyên wê, êrişî xetên şer yên weke Bab, Minbic û Til Rifeetê kir. Ev yek jî ji encama tevlîheviya ku li Sûriyê pêk hat, êdî derfeta pêkanîna berjewendiyên dagirkeriya Tirk ên Osmanî ji bo Sûriyê çêbû. Da ku ev valahî were dagirtin û tevlîhevî bi dawî bibe, pêwîste rewş bikeve bin kontrolê. Tişta tê xwestin di dema heyî de ew ku hikumeta Demkî bi awayekî aqlane nêzî hêzên xwedî rol bibe. Mînaka herî guncav jî hêzên QSD’ê ye. Lewma jî divê danûstandinên cidî di navabera Rêveberiya Xweser û hikumeta Demkî de çêbibe.
Piştî van geşdanên dawî wê rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê çawa be û ji bo pêşeroja Sûriyê pêwîste sîstemeke bi çi rengî were avakirin?
Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû waran ve bi rêxistinkirî ye, çi hêla aborî, siyasî, leşkerî û hwd… ve an jî hêla zagonî û rêveberinê ve be. Ev herêm xwedî sîstemeke fedralî- nenavendî ye û hemû pêkhate bi ol, çand û baweriya xwe dijîn û metirsî di warê rêvebirina wê de tune ye. Lê belê metirsî ji êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye. Niha dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete hewl didin herêma Minbic û Til Rifeetê dagir bikin. Di roja heyî de gef li ser herêma me tên kirin ji hêla van komên tundrew. Em dibînin ku li herêmên dagirkirî û deverên ku şer lê rû dide, komkujî di derheqê sivîlan de tên kirin. Di encama êrişên dagirkeriyê de jî jin û zarok guhertina demografî û destdirêjî li jinan û termên sivîlan çêdibe. Lê em di wê baweriyê de ne ku wê civaka navnetewî destekê bide Rêveberiya Xweser û li hemberî komên çete û dagirkeriya Tirk bisekine. Li aliyekî din jî em dinerin ku rewşa herêman li gorî sînorên xwezayî bimeşe û wê komên çete nikaribin wan vî sînorî derbas bikin. Sûriyê di roja heyî de li benda hikumeteke nenavendî- federal û demokrasî ye. Lewma jî pêwîste ku ev hikumeta demkî sûdê ji proje û sîstema Rêveberiya Xweser bigire. Rêveberiya Xweser ji bo hevkariya avakirina Sûriyeke nû û demokrat re amade ye û fermandarê Giştî yê QSD’ê diyar kir ku ew amade ne ji bo diyalogê.






