Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şehîd Cano Qamişlo hat oxirkirin

12/12/2024
in NÛÇE
A A
Şehîd Cano Qamişlo hat oxirkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Bi beşdariya sedan ji şêniyên bajar Qamişlo û navçeyên wê, merasîmê oxirkirina şervanê hêzên Komandos Cano Qamişlo ku li Helebê şehîd bû, li goristana Şehîd Delîl Sroxan ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Bi berzkirina dirûşmên “Berxwedan jiyan e” û “Şehîd namir in” bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê Komandos Cano Qamişlo( Ebd Melek Kenaş) li ser milên xwe rakirin û ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ya li Qamişloyê ve meşiyan.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir, piştre li ser navê Mclisa Malbatên Şehîdan Fatima El-Casim  diyar kir ku ew sersaxiyê ji malbata şehîd Cano Qamişlo re dixwazin û wiha got: “Em soz didin ku xwîna şehîdên şoreşê li erdê nahêlin, em ê li ser şopa wan bin. Wek tê zanîn ku şehîd Cano Qamişlo pêkhateyê erebe ev jî ji cîhanê re dide xweyakirin ku tevahiya gelên herêmê parastina axa xwe dikin û bi hev re jiyan dikin.”

Di heman demê de li ser navê Hêza Leşkerî Agirî Qamişlo axivî û wiha got: “Di destpêkê de em sersaxiyê ji malbatên Şehîdan re dixwazin. Îro em ê hemî bibin cano Qamişlo û xeyalên wî pêkbinin, ku ew jî heya astekî bilin berxwedanî kir heya ku gihîşta asat pîroz a şehadetê,  dijmin dixwaze em bi şehadeta hevalên xwe lawaz bibin, bê guman em ji şehadeta hevalên xwe hêz digirin, her wiha îradeya me ji planên dagirkeriyê xurtire û tu carî çavên me naşike. Heya ku dilopek xwîn di canê me de hebe emê berxwedan û tekoşînê bikin. Em ê xwe biparêzin û tola şehîd û xwe hilînin.”

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Umer Hemîd fedakariya hemû şehîdên Kurdistanê silav kir û soza bilindkirina asta têkoşînê da.

Merasîm bi xwendina wesîqeya Şehîd Cano Qamişlo ( Ebd Melik Kenaş) bi dawî bû û bi tilîliyên dayikan, girseya gel cenazeyên şehîd spartin axê.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.