Di pêvajoyeke ku em weke gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi hêz û derfetên xwe jiyana xwe ya civakî birêxistin dikin û parastina xwe dikin de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bermahiyên DAÎŞ’ê careke din êrîşên xwe yên li ser îrade û hebûna gel bi dijwarî didomînin. Bi destê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û qirker îro li herêmên me rojane bi dehan jin, zarok, ciwan û ji her temenekê însanên me bi şêwazên hovane tên qetilkirin, koçberkirin, herêmên me tên bombebarankirin. Şerê ku îro dewleta Tirk li ser herêmên me û gelê me yên Kurd û Ereb dimeşîne, tu exlaqê xwe nîn e. Eşkere qirkirin e, eşkere sûcê şer e! Û şert e di dadgehên navneteweyî de bên darizandin. Erdogan û kabîneya wî ya qatil û derewkar, bi derewa “terorê” agahiyên şaş digihîne tevahî hêzên cîhanê, lê li meydanê rewş tam berevajî ye. Ji bo vê weke HPC-JIN em bang li hemû saziyên huqûqî û mafên mirov ên navneteweyî dikin ku ew bi xwe bên li herêmên me rastiya rewşê bibînin, her wisa li hemberî vî şerê qirkirinê yê dewleta Tirk li ser gelê Kurd û Ereb dimeşîne helwesta pêwîst raber bikin û di dadgehên navnetewî de hesab bixwazin. Ji ber îro beşê civakê yê herî zêde ji van êrîşên dewleta Tirk zilm û zorê dibînin jin û zarok in.
Li hemberî van êrîşên tundrew û faşîst ên çeteyên girêdayî dewleta Tirk, weke pêwîstiya parastina rewa gelê me bi giştî îro berxwedaneke dîrokî raber dike. HPC-JIN jî, li hemberî van êrîşên dagirkeriyê weke beşek ji hêza xweparastina jin û civakê di nav eniyên berxwedanê yên rûmetê de cihê xwe girt. Ji hêzên me yên parastina jin hevrê Îman û hevrê Ayşe di nav çeperên berxwedanê yên Minbicê de heya kêliya dawî parastina civakê kirin û roja 8’ê Kanûna 2024’ê li ser Pira Qereqozaxê di êrîşên balafirên şer ên bêmirov ên dewleta Tirk de gihiştin şehadetê.
Hevrê Îman bi xwe jineke Ereb bû, dayîka 4 zarokan bû û yek ji fermandara Hêza Parastina Cewherî bû. Fermandar Îman, di nav hevalên xwe de dayîkeke fedakar, dilnizm, kedkar û hevrêya rojên teng bû. Ew pêşenga jin a di hemû aliyan de kemilî bû, bi asta xwe ya zanistî civaka xwe jî perwerde dikir û zane dikir. Dema hêzên dijmin êrîşî Minbicê dikin û şer dijwar dibe, rexmê zarokên wê lê digerin û digirîn jî, hevala Îman bi zimanek xweş wana dide fêmkirin ku şer heye û ew ê li gel hevalên xwe be û parastina civaka xwe bike. Bi vê bîr û biryardariyê Fermandar Îman heya ser girên Qereqozaxê bi lehengî li ber xwe dide û herî dawî di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd dibe.
Hevrê Ayşe jî jineke ciwan a Kurd bû, ji Lûbnanê hatibû û li Minbicê bi cih bibû. Rexmê ne demek dirêj bû hatibû Minbicê jî, bi meraq, kêfxweşî û kelecana dilê xwe serdana hemû saziyên herêmê dike. Lewre bi dilgermiya xwe, rûkeniya xwe û bi sekna xwe ya azadîxwaz cihê xwe di nav dilê her kesê de çêkiribû. Hevrê Ayşe ku bibû ciwaneke nasyar a HPC û berxwedêreke Şerê Gel ê Şoreşgerî, di herêma Minbicê ya warê Şehîd Ebû Leyla û fedayî Koçerînan de keçên Çerkez, Ereb, Kurd tev li dora xwe dicivandin, perwerde dikirin û bi fikra azadiya jin ew birêxistin dikirin. Hevala me Ayşe, ew rojên ku li Minbicê şer herî zêde dijwar dibe çek û rext li xwe dipêçe û bi biryardariya parastina civakê berê xwe dide çeperên şer. Hevrê Ayşe ku bi cesareta xwe moral dida derdora xwe, roja 8’ê Kanûnê ew jî tevî fermandara pêşeng Îman, li ser Pira Qereqozaxê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de digihe şehadetê.
Weke HPC-JIN, em ji bo malbatên herdû hevrêyên xwe şehîd Îman û şehîd Ayşe sersaxiyê dixwazin û em soz didin ku em ê xeyal û armanca wan a Şoreşa Azadiya Jin û avakirina Netewa Demokratîk bi ser bixin û biparêzin. Di vê meşa birûmet de ew ê her tim ji me re bibin ronahî.
Fermandariya HPC-JIN a Bakur-Rojhilatê Sûriyê