Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêxistina Stêrk dest bi kampaniya alîkariya zarokên koçber kir

11/12/2024
in NÛÇE
A A
Rêxistina Stêrk dest bi kampaniya alîkariya zarokên koçber kir
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafê zarokan bi daxuyaniyeke nivîskî dest bi kampaniya alîkarî, çalakî û lîstokan di bin dirûşmeya “Dest bi dest ji bo zarokatiyê” ji bo zarokên koçber kir.  

Ji bo rewşa ku zarokên koçber tê de jiyan dikin, Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastin Mafê Zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xwendina daxuyaniyekê dest bi kampaniyeke alîkariyê ji zarokên koçber re kir. Ev kampaniya xêrxwazîye û pêre jî çalakiyên hêşyarî û xweşyariyê ye. Herwiha daxuyanî li pêş avahiya Rêxistina Stêrk a bajarê Qamişlo bi zimanê erebî ji aliyê rêvebera Kantona Qamişlo Sebah Dendeh û bi zimanê kurdî ji aliyê Rêvebera Rêxistina Stêrk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cûliya Xelo ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de Rêxistina Nûdem, Qada Civakî, Rêxistina Sara, Meclisa Jin a Islama Demokratîk û Weqfa Jina Azad beşdar bûn.

Daxuyanî wiha hate destpêkirin: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker bi hemû çekên giran ku di rêka komên çeteyên wê li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, yek deqeyê nehatiye rawestandin. Di demên dawiyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên wî yên li ser Heleb, Şehba, Şêx Meqsûd, Til Rifat, Kobanê û Minbic bû sedemên ku bi hezaran kes koçber bibin. Ev kes ji metirsiya ku komkojiyekî li beramberî wan were kirin, berê xwe dan herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê di heman demê de gelek zehmetî di rêde kişandin, ji ber rewşa hewayî û girtina hemû rêyan li pêşiya wan ku bû sedemên tîbûn û brçîbûna wan, bi taybet jin û zarok herî zêde ev zehmetî kişandin.”

Daxuyanî wiha hate berdewamkirin: “Heta niha nêzî 200 hezar kes koçber bûne û li cihên ewle hatine bicihkirin, lê pêwîstiya van koçberan bi alîkariyê heye. Lewra em wekî Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafê zarokan, di bin dirûşmeya “Dest bi dest ji bo zarokatiyê” em dest bi kampaniyeke alîkarî, çalakî û lîstokê li hemû cihên ku têde koçber hatin bicihkirin, dikin. Ev kampaniya me di 11’ê Berfanbarê de hate destpêkirin û dema wê vekiriye.”

‘Bi hev re vî barî rakin’

Daxuyanî wiha bidawî bû: “Bi navê Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafê Zarokan bang li hemû kesên ku karibin alîkar bibin, di cihên xwede nemînin û gava xwe bavêjin û em bi hevre vî barî rakin li ser gelên me yên koçber.”

Bernameya kampaniyê wiha ye:

-Şopandina rewşa zarokên ku di vî şerî de piskolojiya wan hatiye xerakirin.

-Belavkirina xwarinê li ser koçberên ku nû derbasî bajar bibin.

-Belavkirina hezar cilên zivistanî li ser zarokan.

-Lîstok werin lîstin.

-Çalakî werin lidarxistin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.