Amara Baran/Qamişlo
Berdevkê Ragehandina YPG’ê Siyabend Elî diyar kir ku çeteyên li heremên dagirkirî li ser destê dewleta Tirk hatine perwerdekirin, hewil didin Şoreşa 19’ê Tîrmehê û projeya Neteweya Demokratîk a li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin.
Di çarçoveya êrîşên li ser herema Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Berdevkê ragihandina YPG’ê Siyabend Elî ji forma dijital a jiyana nû re xivî.
Siyaben Elî diyar kir ku êrîşa di roja 27 mijdarê pêk hat dide diyarkirin ku di demekî pir dirêj de ev hazirtî hatiye kirin û wiha got: “Ew êrîş ne ku di rojek û şevekê de biryara wê hatiye girtin. Di teknîka ku hat bikaranîn de jî, diyar dibe ku hêzên xwedî derfet û bi hêz destek daye van koman ku pir rihet ew êrîş pêk anîn. Dewleta Tirk a dagirker jî çend salin ku komên wek Siltan Mûrat, Ehrar el Şerqî di hembêza xwe de perwerdekirin û amadekirine.”
‘Dewleta Tirk di bin navê çareseriyê de dixwest Şamê teslîm bigre’
Elî da xuyakirin ku dewleta Tirk gelek caran bangawazî li Şamê dikir ku ji bo xwe nêzîke çareseriyê bike, di rastiya heyî de jî xwe teslîmkirin bû. Dagirkirya Tirk dixwast ku xeyalên xwe yên Mîsaqî-Millî yên osmanî pêk bîne. Teknîka ku di destê HTŞ’e û girûpên girêdayên wê yên ku li heremên dagirkirî hatin komkirin li ser Helebê hate şixulandin, rejîma Şamê bi xwe jî ne li benda êrîşek wiha bû ji ber wî jî, gelek leşkerên rejîmê hatin qetilkirin û gelek jiwan jî êsîr ketin dest ev jî dide xuyakirin ku çiqas lawazin. Hêzên giredayî dewleta Tirk taybet yên wekê Ehrar el şerqîe û Sultan Murad qezancek ji vî êrîşê girtin ku bikaribin xewnên xwe yên dagirkeriyê pêk bînin.”
‘Çete ji têkbirina pirojeya Neteweya Demokratîk hatine erkdarkirin’
Elî diyarkir ku komên ku li ser destê dewleta Tirk hatine amadekirin, amadekariyên wan ji bo têkbirina şoreşa rojavayê kurdistanê û projeya netewa demokratîk li ser erda Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, li ser wî esasî hatine amadekirin û hazirkirin. Taybet cîhên ku gelê kurd li wê dijîn wek Til Rifat, Şehba û hindek xetên Minbicê û heta ber bi Tepqay ve, jî diyar dike ku ji bo têkbirina şoreşa Rojavayê Kurdîstanê ye. Em dema li nexşerêya belavkirina leşkerî ya wan koman mêyze bikin ew kesên raste rast destê dewleta tirk di êrîşên li ser Helebê de heye, dewleta tirk piştevanê herdû milane hem HTŞ’ê hem jî girûpê dîtir jî, gurubên dîtir bi taybet ji bo têkbirina şoreşê hatine amadekirin.”
Heleb di nav seatek de hat dorpêçkirin
Elî anî ziman Rejima Şamê hertim li benda êrîşek çekdarî yên dewleta tirk û hevalbendê wî bûn. Di rastiyê de tiştê ku hat dîtin belavbûna artêşa Şamê û amadekariyên wan diyar bû ku ne diwî astê de bendewariyekî êrîşekî wiha mezin bûn. Û wiha domand” Di hindurê komên erîşkar de jî piştê şikandina hêza Şamê hevalbendên wî bi xwe jî ne diwî ferqê de bûn ku rejîma Bass gihaye çi rewşê. Çekên ku ketin deste komên êrîşkar de bû sedemek mezin ku HTŞ’ê hemleyek berfirehtir bide meşandin.”
Taxa Eşrefiyê û Şex Meqsûdli berxwe didin
Elî bibîrxist ku Taxên Eşrefiyê û taxa Şex Meqsûd yek ji taxên mezinin di hindurê Helebê de bi dehê salaye ku gelê kurd liwê derê jiyan dike. Û got” Di salên derbasbûyî yên şoreşê de berxwedaniyên pir mezin li wan taxan hatin kirin ji hêla YPG û YPJ’ê de û di sala 2013’an de jî berxwedaniya navdar ya ku dunya hêjand heman deme de berxwedaniya 2016’an de jî heman tişt hat jiyankirin gelê wan taxan bi berxwedaniya xwe serxist. Ev komên ku êrîşên Helebê kirin di nav de jî HTŞ herema Helebê û herdû taxên ku bi berxwedaniya tê naskirin dorpêç kirine. Gelê şexmeqsûdê di malen xwe de di bin parastina yekîneyên parastina gel YPG û YPJ ‘ê de û yekîneyên ku şêxmeqsûd diparêzin ciwan û keç û xortên ku niha liwêderê bi çek û silehan hemû di çeperên şerde parastina gel dikin.
Rojava kilîta serkeftinê ye
Sıyabend Elî wiha qedand : “Seferberî ji bo na gelê Rojava sifatekî şoreşgerî û welatpariziye. Di şoreşa rojava yê kurdistanê de seferberi bi rengekî xwezayî tê kirin çawa ku li kobanê sala 2014 ‘an de DAÎŞ’ê xwast Kobanê bidin erdê gelê kurdistanê tevahî bi taybet Bakurê kurdistanê rojhilat û başurê kurdistanê bi tevahî bere xwe dan kobanê, DAÎŞ’a ku navê wî tê bîhistin tirsek dide avakirin ciwanên kurd bi seferberiya xwe ya bi rihekî cewherî bere xwedan kobanê li hemberê DAÎŞ’ê şerkirin û kobanê bi serxistin. Niha jî gelê Rojavayê Kurdistanê bi biçûk heta mezinê xwe li ser lingaye ji bo parastina nav refê YPG-YPJ’ê cîh girtin û hemû îmkan ji bo gelê mey ku koçberbûne hatine pêşkeşkirin. Rewşa niha ku em jiyan dikin herkesek li gor îmkanê xwe di qada şer de berxwedanî dide meşandin. Pêwîste li çar parçê kurdistanê herkesek xwe ji bo seferberiyê amade bike û bi rih û can derbasê qada şoreşê bibe, Rojava kilîta serkeftinê ye ji bo wî jî pêwîste were parastin û em xwedî lê derkevin.”