Dilovan Kêfo/ Amûdê
Koçberên Efrîn û Şehbayê ku li gundewarên Amûdê bicih bûne diyar kirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker kiryarên dijmirovî li Şehba pêk anîn, herwiha bêdengiya saziyên navneteweyî bi tundî şermezarkirin.
Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi sed hezara koçberên Şehba û Efrînê berê xwe dan herêma Rêveberiya Xweser û li ser bajar û bajarokê herêmê hatin belavkirin. Rêveberiya Xweser û tevahiya gelên herêmê ji bo bicihkirin koçberan û dabînkirina pêwistiyên wan ketin nava seferberiyê. Di heman çarçoveyê de zêdeyî 20 malbatên koçberên Şehba û Efrînê ku kurdên Êzidî ne li gundên Merkeba û Qizlaçoxê yên girêdayî bajarê Amûdê bi cih bûn.
Derbarê êşa koçberiyê û srpêhatiyên wan koçberên Efrîn û Şehbayê ku li gundên Merkeba Qizlaçoxê yên girêdayî bajarê Amûdê ji Rojnameya me Ronahî re axivîn.
Jina bi navê Bêrîval Fazil diyar kir ku wan di rêwîtiya xwe ya koçberiyê de gelek zehmetî dîtin û wiha domand: “Em koçberên Şehbayê gelo gengî em ê karibin aram bijîn xwekî mirovên din. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê 10 salin me talandikin, direvîn, malên me wêran dikin û me dikujin. Gelo heta kengê wê ev sûcên li dijî me tên kirin, berdewam bikin. Tişta ku me dît nayê wesfkirin. Me bi çavê xwe dît ku çawa çete mirovên me serjêdike. Herkesê ku alîkariya me kir li gorî derfetê xwe em spasiya wan dikin.”
Koçbera bi navê Ferîda Hiso da xuyakirin ku êrişên li ser kurdan pêk tên planeke navdewletî ye û wiha got: “Em kurdên Efrînê , me gelek zilm û zordarî dît, ev cara duyeme ku em koçber dibin. Em rastî talanî û kuştinê hatin, armanca hêzên navneteweyî qirkirina gelê Efrînê ye. Bi taybet em kurdên Êzidî herdem hêzên tarî dixwazin me qir bikin. Em spasiya hemû kesên ku alîkariya me kirin û em spasiya Rêveberiya Xweser dikin. Me bi çavên xwe dît ku zarok ji destê me girtin û li ber çavên me ew kuştin. Li ber çavê min li gundê Tilqirah serê keçek û xortekî jêkirin. Ez bêdengiya rêxistinên navneteweyî şermezar dikim.”
Di heman çarçoveyê de koçberê bi navê Şewqî Xilfo wiha got: “Em 21 malbatên kurdên Êzîdî piştî koçberiya ji Şehba, em hatin gundên Amûdê û li vir bicih bûne. Peyv têrê nake ku êşa me pênase bike û bêje. Em spasiya mala Êzdiyan li Kantona Cizîrê dikin ku em pêşwazîkirin û bicih kirin.”