Dîlan Mulhim/Qamişlo
Rêvebera Komeleya Mafê Mirovan a Suriyê Evîn Cuma diyar kir ku ji ber sedema şerên li cîhanê rû didin, asta binpêkirina mafê mirovan bilintir dibe û wiha got: “Pêwîste saziyên navneteweyî yên mafê mirovan bi erkê xwe rabin û kesên ku li dijî mirovahiyê sûcan dikin bên dadgehkirin.”
Ji 10 ê kanûna 1948’an ku Lijneya Giştî ya Neyeweyên Yekbûyî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan qebûl kiriye û hefteya navbera 10 û 17’ê Berfanbarê weke hefteya Mafên Mirovan ragehandiye. Her sal di vê hefteyê de saziyên mafên mirovan di derbarê binpêkirinên mafên mirovan de çavdêriyan dikin, raporên binpêkirinên mafên mirovan amade dikin û pêşkêşî raya giştî dikin. Lê têvî wê jî roj bi roj binpêkirina mafê mirovan li ser asta cîhanê zêdetir dibe.
Di derbarê Hefteya Mafê Mirovan a Cîhanî DE, rêvebera Komeleya Mafê Mirovan a Suriyê Evîn Cuma ji rojnameya me re axivî.
Evîn Cuma di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Zagonên mafê mirovan di hin cihan de encamê xwe girt û binpêkirin kêm bûn, lê di hin cihan de jî ti guhertin ava nekir û asta binpêkirinên mafê mirovan bilind bû. Herwiha bi riya van zagonan kirîn û firotina mirovan bi rengekî hat rawestan, lê bi rengên cuda, kirîn û bazrganiya ku li ser jinan tê ferzkirin dewam kir. Di dema niha de li ser mijara newekheviya di navbera jin û mêr de, gelek binpêkirin di derheqê mafê jinê û zarokan de tê kirin. Ji ber vê mijarê gelek jin jiyana xwe winda dikin. Dixwazin bi ferzkirina tundiya li dijî jinê desthilatdariya xwe ferz bikin û civakeke li gor xwe ava bikin. Lê li hemberî şideta li ser jinê, tevgera jin li tevahiya cîhanê têkoşîneke xurt dide meşandin. Di vî alî de parêzvanê mafê mirovan jî li gorî derfetên xwe têkoşîna li dijî binpêkirina mafê mirovan bênavber didin meşandin. Ev pevçûna di navber zilim û heqiyê de bi hezarê salan dewam dike.”
‘Bandora Şer li her aliyî heye’
Evîn Cuma anî ziman ku şer dibe sedema sereke ya binpêkirina mafê mirovan û wiha got: “Di encama rûdana şer de, gelek mirov hene mafê xwe yên bingehîn wenda dikin, bi taybet di aliyê jiyanî de. Herwiha ji aliyê xwarin, vexwarin, cihê tendirurstî, xwendin û jiyanek bi rûmet di demên şer de tev wenda dibin. Di heman demê de êşên şer pirin û êşa yekem koçberî ye. Li aliyekî din ji ber desthilatdaran, hin mirov hene, bê nasname ne. Herwiha gelek netew hene nekêmin lê ji ber ku parçekirîne weke kêm netew li tên dîtiin, ji bo ku mafê wan tune ye. Netewe hene jimara wan 50 milyonî derbas dike , lê bê nasname ne.”
‘Netewên Yekbûyî li gorî berjewediyên xwe tevdigere’
Rêvebera Komeleya Mafê Mirovan a Suriyê Evîn Cuma axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dibînin ku destwerdana hêzên navnetewî ji bo berjewendiyên wan e. Şerê wan li ser erdê berdewam e û herdem kesê sivîl dibin qurbanî. Herwiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo destdanîna li ser vê erdî ji aliyên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê her roj êrişên wan ên leşkerî li ser herêmê berdewamin. Binesaziya herêmê bi giştî tê armanckirin, ji bo ku mirov bi rehetî jiyan nekin û mirov neçar bibe koçber bibe. Mijarên tendurstiyê û abûrî pir zehmetî tê kişandin, ji ber ku herêm dorpêçkiriye ji her alî ve alîkariyên mirovî û abûrî nayên dayîn. Di heman demê de Rêveberiya Xweser heta asteke baş dikarîbû xwe biparêze û pêdiviyên welatiyan peyda bike. Armanca dewleta tirk a dagirker ew ku xelkê herêmê koçber bike û kes in ne diyar di cihê wan de bi cih bike. Ji vê yekê jî gelek têkoşîn têkirin ji aliyê çalekvanên mafê mirovan ve ji bo belgekirina binpêkirin di derheqê mafê mirovan li ser erdê dibin. Ji bo vê rewşê gelek raporên hiqûqî tên amedekirin, bi cihên têkldar ên hiqûqî yên navnetewî re tên parvekirin û şandin. Di vî alî de hikumeta Şamê jî bê denge. Em bi hêvîne mijarên hiquqî bibin bingeh ji bo keşvkirina binpêkirinê ku li herêmê tên kirin, bercewendiyên siyasî li ser heqê mirovahiyê bên girtin. Ev kesên van sucan dikin li pêşiya dadgehên navnetewî werin dadgeh kirin.”