Amara Baran/Qamişlo
Nivîskar Mihemed Emîn diyarkir ku gelê Helebê bi dirûşmeya ‘Berxwedan Jiyane’ li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji 7 salî heyanî 70 salî her kes bi rihê şerê gelê şoreşgerî têkoşîna xwe didomîne.
Di sala 2014 û 2016’an de jî gelek bazar li ser Helebê dihatin kirin, li ser eşrefiyê û Şêxmexsûdê dewleta tirk 24 caran êrîş li ser kir, rûxmê hemû êrîşan jî bi rihê şerê gelê şoreşgerî gel xwe parast. Di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerîde nivîskar Mihemed Emîn ji rojnameya mere axivî.
Gelê kurd bi hemû pêkhateyan parastina axa xwe dike
Mihemed Emîn diyarkir ku Roja 27 mijdarê êrîşekî hovane ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve li ser herema Bakur û Rojhilatê sûriyê hat meşandin. Û got” Li hemberê van êrîşên hovane Heta îro taxên Şêx Mexsûd û Eşrefiyê ji zarokê 7 salî heta extiyarê 70 salî her ferdek xwe li gor rihê şerê gelê şoreşgerî amadekiriye, ji bo ku parastina nasname û nirxên xwe bikin. Di herdû taxan de, dîrokekî demdirêj hatiye jiyankirin û ew tax bi nasnameya xwe ya kurdî tê naskirin. Li kêleka wê jî pêkhateyên ku li wir dijîn ermenî, asûrî, tirkmen û ereb jî bi hevre biryar dane ku nirxên xwe biparêzin. Di hindirê wan taxan de gel xwe bi rêxistin dike û her kesek parastina axa xwe dike ji hêzên parastina cewherî bigre, hêzên parastina hindirîn û hêza parastina şêx Mexsûd û yekîneyên parastina şehîd jiyan tolhiladan jî di nav de her kesek erkek girtiye ser milê xwe û erkê xwe pêktîne. Ji aliyê tenduristî ve jî tedbîrên pêwîst hatine girtin û li gor rewşeke awarte hemû beşên lezgîn hatine amadekirin, her wiha di milê aborî de jî heta astekî amadekarî hatine kirin.”
Komên HTŞ’ê bi zîhniyeta dizî û talankirinê şer didomîne
Emîn bi bîrxist ku “Di roja me ya îro de pilanekî mezin û berfireh li ser heremê tê meşandin. Dewleta tirk bi rêya çapemeniya xwe şerê taybet li ser gel dide meşandin. Gel bixwe jî di ferqa vê de ye ku dewleta tirk dixwaze bi rêka medya dîjîtal şerê taybet bide meşandin ku tirsek di nav civakê de bide avakirin. Bi taybet komên girêdayê tirkiyê bi navê ehrar el Şerqiyê êrîşekî pir dijwar li ser gelê kurd de anî û bi vî awayî komkujî û qirkirina pêktînin bi zîhniyeta talankirin û diziyê vî şerî didomînin.”
Dewleta tirk hemû hêza xwe xistiye dewrê ji bo qirkirina gelê kurd
Emîn anî ser ziman ku” Tehrîr el şam jî di gelek daxuyaniyên xwe de diyardikin ku ” ji bo çareseriya pêşeroja suriye, û gelan em dixwazin bi hevre suriyeke nû avabikin”. Û wiha domand” Em wek taxên Şex Mexsûd û Eşrefiyê ji hevdîtinan re vekirîne û teref jî nagrin wek xeta sêyemîn, parastina civakê ji bo me girînge ji bona ku gel di kumkujî û qirkirinê re derbas nebe.
Li gor planên ku têne amadekirin dewleta tirk hemû hêza xwe xistiye dewrê ji bona ku gelê kurd tunebike, dewleta tirk û çeteyên wê hebûna xwe li ser tunebûna gelê kurd ava dikin, ji bo dewleta tirk kurdê herê baş jî kurdê miriye di hemû siyaseta xwe de jî bi vî renge dide diyarkirin. Miletê ku li Şêx Mexsûd û Eşrefiyê jiyan dikin bi hemû pêkhateyên xwe biryar daye ku xwe û gelê xwe biparêzin, û mil bi mil zehmetiyên heyî bikaribin bi hevre derbasbikin, da ku civak nebe qurbana nexşerêya siyaseta giştî ya Dewleta tirk.
Hêzên navnetewî li hember wê rewşê berpirsiyarin
Emîn di dawiyê de wiha got “Li hember vê rewşa heyî hêzên navnetewî û mafên mirovan ji aliyê hiqûqî ve berpirsyarin. Pêwîste ji bo rewşa suriyê çareseriyekî bingehîn ji bo hemû pêkhateyên suriyê pêkwere. Fermandariya QSD ‘ê jî di daxuyaniya xwe de da diyarkirin ku “Em vekirîne ji hemû diyalogan re”. Şêx Mexsûd û Eşrefiyê nasnameyên xwe yên kurdî diparêzin, nêzîkê çarsed hezar însan dijîn û xwedî dîrokeke bingehînin. Ji kelha Helebê bigre heta bi nasnameya xwe ya kurdiyetiyê gelekî ku tê naskirine. Armanca me ewe ku em çawa xwe li vir bi rêxistin bikin û li kêleka şervanê parastina axa xwe bikin.
Tiştê ku ji me tê xwestin gel û şervan bi yek rihî di bin sîwana saziya civakî de xwe bi rêxistin dikin û li ser wî bingehî jî em parastina nirxê xwe dikin. Pêwîste civaka navnetewî li hember wan êrîşan rola xwe bileyîze bi taybet li hember qirkirinên ku dewleta tirk îro li ser Minbic,Kobanê, Ên Îsa û li ser heremên din projeyên xwe hene ku gelê kurd neçarê koçberiyê bikin da ku teslîm bigrin, taybet divê saziyên mafê mirovan bi erkê xwe rabin. Herkesê ku dibêje em mafê mirovan diparêzin pêwîste li hember kumkujî û qirkirinê bêdeng nemînin.”