Amara Baran/Qamişlo
Dewleta Tirk a dagirker di pêvajoya heyî de kirîzên aborî, siyasî, ewlekarî û leşkerî jiyan dike. Hikumeta AKP-MHP’ê ji bo ku kirîzên xwe veşêre û temenê desthilatdariya xwe dirêj bike, li dijî gelê kurd qirkirinê dike.
Dewleta tirk ji gelek aliyan ve di demeke pir zehmet de derbas dibe, hem ji aliye aborî, siyasî û hem ji aliyê ewlekarî û leşkerî de Tirkiyê di nava tengazariyekî de dijî. Li Kurdistanê yên ku herî zêde dagirkeriyê dide meşandin, dewleta Tirk e. Ji ber vî jî rewşa Tirkiyê ji nêz ve gelê kurd eleqeder dike. Ji destpêka salên 2000’î û virde, AKP’ê li ser hukme, ev 24 salin ku AKP’ê li Tirkiyê hukum dimeşîne û rêvebertî di deste wê d de ye. Bi taybet ji sala 2015’an û virde MHP’ê jî bû hevkarê rêveberiya Tirkiyê û bi hevdû re rêveberiya Tirkiyê dimeşînin. Wek ku her kesek dizane MHP’ê partiyeke nîjadpereste û wek partiya dijminê kurdan hatiye naskirin û gelê kurd jî hertim MHP’ê wek dijminê gelê kurd nas dike.
AKP û MHP’ê gihaştine dawiya temenê xwe
AKP’ê ji destpêka avakirana xwe ve wek partiyek paşverû dihat naskirin. Lê belê ji salê 2014-2015’an ve AKP’ê her ku çû ber bi nîjadperestiyê ve xwe firehkir, wê dema ku dît ew nikare dirûtiya pêşverûtiyê bimeşîne, wê demê rûyê xwe yê rast derxist holê û xwe ber bi nîjadperestan ve firehkir. Dema ku dengê pêşverûyan winda kir, ji bo ku dengê paşverûyan û nîjadperestan qazanc bike, MHP’ kir şirîkê xwe. Wê û MHP’ê bi hev re rêveberiya Tirkiyê dimeşînin, herdû jî hatine dawiya temenê xwe. Gelek analîstên Tirkiyê û gelek biyaniyên ku Tirkiyê dişopînin diyar dikin ku AKP’ê êdî gihaştiye dawiya temenê xwe û nema AKP û MHP’ê wê bikaribin rêvebertiyê bimeşînin.
Dewleta Tirk ji aliye aborî Ve zehmetiyan dikşîne
Dewleta Tirk niha ji aliyê aborî ve zehmetiyên mezin dikşîne, ji aliye siyaseta derve û dîplomasî ve jî zehmetiyan jiyan dike. Herwiha ji aliyê leşkerî û ewlekariyê ve di qeyranekê re derbas dibe. Ew analîzên ku dibêjin edî AKP û MH’ê gîhîştine dawiya temenê xwe yê rêveberiyê, li ser van esasane. Aboriya Tirkiyê ev 22 salin ku di dema xwe ya xitmandinê de ye û pereyên Tirkiyê her ku diçe nirxê xwe winda dike. Herçiqas rêveberî dixwaze faîzê kêm bike û qîmeta pereyên Tirkiyê bilind bike, dîsa jî serê xwe nagre. Her ku diçe derdorên karsaz, karsazên biyanî yên ku li Tirkiyê di nav kar û xebatên aborî de cîh digrin xwe ji Tirkiyê dikşînin, heman demê de dewlemendên Tirkiyê bixwe jî ji Tirkiyê direvin.
Gelek kurdên ku li Tirkiyê dijîn ji aliye aborî ve xwedî rewşeke başin, ew bi xwe jî ji Tirkiyê direvin, edî nema fîrmayên navneteweyî dikarin biçin Tirkiyê li tirkiyê kar û xebateke aborî bimeşînin, ne tenê ji ber sedemên xirab yên aborî herwiha ji ber sedemên ne îstîkrarsiziya siyasiye jî. Li Tirkiyê îstîkrarek siyasî tune ye ji ber wî jî karmend naxwazin biçin welatekî ku istikrara siyasî lê tuneye xebatê bikin. Ger di welatek de istikrara siyasî tune be li wî welatê cur be cur kirîz derdikeve û tê jiyankirin, ev jî bandorê li ser rewşa aborî û fîrmeyan, karsaz û karmendan dike, heman deme de bandorek neyînî li ser civaka Tirkiyê jî dike. Kurd, ereb, laz, çerkez û Tirk yên ku li Tirkiyê jiyan dikin tesîrekî xirab ji vê rewşê digrin, lê bele AKP û MHP’ê dixwazin vê rewşa xirab ya aborî veşêrin.
Dewleta Tirk ditirse ku li Rojhilata Navîn zirarê bibîne
Li Tirkiyê mijarên ku niha diqewimin, bi geşedanên siyasî yên li cîhanê û Rojhilata Navîn ve girêdayî ne. Li Rojhilata Navîn de her bûyerekê de dema ku biqewime bê Rûsya û Amerîka ne mumkune ku were meşandin. Dewleta Tirk jî roj bi roj xwe amade dike da ku ji vê pêvajoyê zirarê nebîne. Tirsa dewleta tirk jî ew e ku kurd bi alîkariya Amerîka û bi alikariya yekîtiya Ewrûpa li Rojhilata navîn de bibin hêzeke bibandor. Dewleta tirk di warê demokrasî û pirsa kurd de gihaştiye çi qonaxê, bê guman erîşên dewleta Tirk ne erîşên yekemînin. Dewleta Tirk ji damezrandina xwe heta niha hebûna gelê kurd û welatê wê înkar kiriye û bersiva hemû netewên demokratîk daye ber tang û topan, pişaftina gelê kurd ne fêmkirina kurdan wêrankirana kurdan komkujî û jenosîd bûne bingeha siyaseta AKP û MHP’ê ku di warê kurd û KurdIstanê de dimeşîne.
AKP û MHP ji bo ku kirîza xwe veşêrin komkujiyan pêk tînin
Dewleta Tirk ji bo ku kirîzên xwe veşêre bi hemû hêza xwe erîşên qadên gerîla dike. Ew jî têrê nake li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rojane jin, ciwan, kal û pîran qetil dike, bi hezaran ciwanan di girtigehan de têne girtin. Herî dawiyê jî me dît ku şarderiyên ku bi îrada gelê kurd derketin îro bi qeyûman têne destgirtin, şefe faşîst Erdogan rabû dikoşka spî de di civîna ragihandinê de qeymeqam û walî pîrozkir got” ez we pîroz dikim ku we qayum avêtêye li ser îrada gelê kurd” gelo kes nîne ku beje hûn behsa biratiya gelê kurd û tirk dikin, lê kêleka wî jî deste qirkirinê dirêj dikin, kesekî wek dewlet bahçeliye nîjadperest mirov jê bawer nedikir ku di meclîsê de bang li Rêber Apo bike daku were di meclîsê de biaxive, pişte daxuyaniya şefe faşîst disa buyerên pir ecêb pêk hatin piştê 44 mehan cara yekem hevdîtin pêk hat Rêber Apo bi yek gotinê pêvajoy şîrove dike û dibêje ” tecrîd dewam dike eger şert û merc bene afirandin ez xwedî wî heza teorîk û pratîkim ku vî pêvajoy ji zemina şer derbasê zemîna hiqûqî û siyasî bikim”. Em divirde jî dibînin ku di nêzîkatiya dewletê de jî tu guhertin çênabe roja pişte hevdîtinê 6 mehan cezayên dîsîplînê li Rêber Apo hat birîn.