Hemza Sêvo/Qamişlo
Têkildarî Heftiya Cîhanî ya Mafê Mirovan, Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê li Stada 12’ê Adarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat eşekerekirin ku îsal li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 162 sivîl şehîd bûn û 194 jî birîndar bûn.
Weke tê zanîn li gorî piraniya welatên cîhanê, her sal ji 10 ’ê meha Berfanbarê heya 17’ê heman mehê, weke Heftiya Cîhanî ya Mafê Mirovan tê destnîşankirin.
Bi vê boneyê jî Rêxistina Mafê Mirovan li Sûriyê li Stada 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.
Herwiha daxuyanî bi zimanê erebî hat xwedin û nûnerên TEV-DEM’ê, rêxistinên civakî û hwd… tevlî bûn.
Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser giringiya pêkanîna mafê mirovan ji bo hemû gelên cîhanê û wiha hat domandin: “Mafî mirovan eleqedar e bi hemû gelên cîhanê û jiyana her civakekê li gorî hewcedarî, hêvî, metirsiya wê civakê tê sînordarkirin. Ev maf li her derê û her gavê xwesteka hemû gelan e, sedem jî ew e ku gel ji bi aştiyane, dûrî nijadperestî, komkujî û hemû kiriyarên dijmirovî bên parastin. Lê bi dirêjahiya çend salan e ku kiriyarên xerab, weke guhertina demografî, koçkirina şêniyên resen bi darê zorê li ser gelên me li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî tên meşandin. Di roja îro de jî li Tilrifetê û Şehbayê jî ev kiriyarên dijmirovî di serî de talankirin, kuştin û koçkirin berdewam e. Ev koçber jî niha di vê sir û sermayê de bêwargeh mane.
Rêxistina Mafê Mirovan dest nîşan kir ku kiryarên ku di derheqê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk tên, metirsiyê ji bo pêşeroja Sûriyê ava dike û wisa got: “Ev 13 sal in ku bi sedema tevlîhevî, nijadperestî, kîn û dagirkeriyê gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî hemû cureyên binpêkirinan tên. Di vê dema ku rêjîma Esed hilweşiya û Heyet Tehrîr bajarên weke Heleb, Humis û hwd xist destê xwe de, gefên leşkerî û dagirkerî ji hêla Tirkiyê û çeteyên wê li ser herêmê çêdibin. Me dît ku çawa li Minbicê, Ên Îsa û gundewarên wê rastî êrişan hatin û di encamê de jî komkujî di derheqê sivîlan de pêk hat, piraniya wan jin û zarok bûn, di heman demê de rewşa koçberiyê çêbû.”
Di dawiyê de Rêxistina Mafê Mirovan wiha bang kir: “Bi boneya Heftiya Mafê Mirovan û ji bo ku kesên sivîl bên parastin û pêşeroja Sûriyê were ronîkirin em bang dikin. Di serî de pêwîste hemû şêweyên dagirkeriyê li Sûriyê were bidawîkirin, hem jî bi rêya rêxistin û hêzên navnetewî hemû koçberên herêmên dagirkirî vegirin warê xwe. Di heman demê de çareseriya siyasî ji bo tevahiya pêkhateyên Sûryê pêk were ûpirsgirêka Sûriyê li gorî biryara Meclisa Elehiya cîhanî ya 2254’an were çareserkirin. Li aliyekî din jî xebateke bi lez ji bo pêşereoja kesên dîlgirtî were kirin û hemû girtiyên zindanê Sûriyê bên berdan.”
Piştî daxuyanî hat xwendin, Rêxsta Mafên Mirovan li Sûriyê, bîlançoya şehîd û birîndarên sivîl ên sala 2024’an li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewşkere kir.
Bîlanço jî wiha bû:
Di encama derbeyên 69 firokên bêmirov, 87 tobbaran, 18 aran ji şerên rûbirû, û 20 teqînan de 162 sivîl şehîd bûn. Herwiha di encama derbeyên 43 firokên bêmirov, 38 tobbaranan, 28 caran ji şerên rûbirû, û 53 teqînan de 194 kes birîndar bûn.