Ronaz Silêman/Qamişlo
Bi boneya Heftiya Mafê Mirovan, Însiyatîfa Sûriyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Însiyatîfa parêzerên Sûriyê ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan, nameyek ji bo zelakirina rewşa Rêber Apo de, li Qamişlo radestî NY’ê kir.
Bi boneya Heftiya Mafê Mirovan, Însiyatîfa Sûriyê ya ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan û Însiyatîfa parêzerên Sûriyê ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan, nameyek bi zimanên erebî, ingilîzî û kurdî derbarê rewşa Rêber Apo de, li Qamişlo radestî NY’ê kir. Di nameyê de bal li ser rewşa Rêber Apo û sûcên di derheqî wî de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker tê kirin, hat kişandin.
Naveroka Nameyê wiha bû:
Birêz António Guterres Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, silavên Rastî û Edaletê.
Di demekê de ku em spasdariya xwe ji bo hewldanên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo çareserkirina mafên mirovan ên di bin êrişan de ne; Em pir qîmetê didin temaya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a we ku ev e: “Mafên me, pêşeroja me, a niha.” Ji ber ku qebûlkirina dozeke bi vî rengî ne pûç bû, lê belê li gorî prensîbê ku mafên mirovan rêya çareseriyan e, ji ber ku ew roleke diyarker dilîzin û hêzeke pêşîgirtinê, parastin û veguherîner weke faktora hevpar a ku
me bi hev ve girê didin, aştî û aramiyê bi hev ve girê didin. Ji ber ku em di benda heftê û şeşemîn salvegera Heftiya Mafên Mirovan a Navneteweyî de ne ku dikeve 10’ê Berfanbarê her sal, em bi dilgermî bala we dikişînin ser mijara Rêberê Kurd ê dîlgirtî Abdullah Ocalan ku xwedî her mafê dîtin û bihîstinê ye û nayê tecrîdkirin.
Giştî sûcên navneteweyî yên ku li wî hatine kirin, ji terora ku di revandinê de tê îfadekirin û piştre jî di daraza ku ji aliyê partiyeke ne serbixwe, ne-bêalî ve ku wî dixe bin tecrîdekê de. Tê gotin; ji bilî cezayên dîsîplînê yên li dû hev ku ew ji mafê hêviyê bêpar bihêle, wî bi xizm û parêzerên xwe û ekîba wî ya parastinê re hevdîtinê dike û jê bêpar dike.
Em di wê baweriyê de ne ku haya we ji rewşa Rêber Abdullah Ocalan heye. Dema hat revandin, mafê penaberiya siyasî li gorî xala 14. a Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan – ji bo reva ji zilmê bi kar dianî; lê belê ew ji asta terorê ya ku hîn jî di asta herî jor de ye, ne tenê ji vî mafî taybet, lê belê ji hemû mafên ku di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de hatine destnîşankirin ku her sal careke din di vê rojê de tên pîrozkirin, ji mafê jiyanê, azadî û ewlekariyê dest pê dike û bi mafê raman, wijdan û azadiya ramanê bi dawî dibe; ji ber ku kampanyayeke cîhanî ya berd
ewam heye ku ji destpêka wê di 10’ê Cotmeha 2023’an de tê binavkirin û hîn jî di lûtkeya xwe de ye.
Derbarê Nameyê de endama Rêveber a Insiyatîfa Sûriyê ji bo azadiya Rêber Apo Nûha Umer ji
rojnameya me re axivî û wiha got: “Em derbasî Heftiya Cîhanî ya Mafê Mirovan bûne, di derbarê vê rojê de me weke Insiyatîfa Sûriyê ji bo azadiya Rêber Apo û Insyatîva Parêzerên Sûrî ya ji bo parastina Rêber Apo, nameyek ji Sekertêrê giştî yê NY’ê re şand. Banga me jî di vê nameyê de ku êdî NY’î jî bikevin tevgerê, ji bo rewşa Rêber Apo were zelakirin, ji ber ev yek erkekî sereke ji wan tê xwestin.”






