Argêş Vîyan/Qamişlo
Rojnamevan Sozdar Rizgar da diyarkirin ku berxwedana gelê herêmê bê hempa didome û got “êrişên çeteyên dagirker ti cara nikare vîna gel bişkîn e.”
Di 27’ê Mijdara 2024’an êrişeke çeteyên girêdayi dewleta Tirk ya dagirker li ser bajarên weke Heleb, Til Rifet û Şehba pêkhat. Di encama êrişan de, roja 4’emîn de hêzên rejîmê ji navenda Helebê, Balafirgeha Leşkerî ya Kuweytan, Şêx Necar, Şêx Hedîd, qada kargehên pîşesazî, Bustan El-Başa vekişiyan û ji QSD/YPG’ê cuda bûn. Balafirgeha Kuweytê di 1ê Kanûna Pêşîn, 2024 de ji HTS-SMO re hate veguheztin. Di heman rojê de HTŞ-SMO ku Akademiya Leşkerî ya Helebê ava dike, Balafirgeha Leşkerî ya Ebû Duhûr a dikeve bakurê navçeya Neyrab li başûr-başûr-rojhilatê Helebê û Balafirgeha navneteweyî ya Helebê li başûrê rojhilatê Helebê bi dest xistin. Di roja 4. de li başûrê Idlibê HTŞ, Xan Şêxûn, Maret El Numan hwd. êrîş pêk hatin.
Di Derheqê agahiyên dawiyê yên êrişên dagirkeriyê û berxwedana gel ya bêhempa ya di hemberî çeteyan tê meşandin de, rojnamevan Sozdar Rizgar ji rojnameya me re axivî.
‘Leşkerên hikûmeta Şamê bê ku şer bikin bajarê Helebê radestî çeteyan kirin’
Sozdar Rizgar rewşa dawî ya Helebê dişopîne nirxand û wisa dest bi axaftina xwe kir: “Navenda bajarê Helebê rewş asayi ye. Wek tê zanîn leşkerên hikûmeta Şamê bê ku şer bikin û berxwe bidin sengerê xwe berdan û radestî çeteyên girêdayi dewleta Tirk ya dagirker kirin. Rêveberiya Meclisa Gel ya Til Rifet û Şehba ditîn metirsiyek mezin dê li ser gelê sivîl yên ku heremê jiyan dikin dê ava bibe, gel biirin heremên bi ewle. Gorî agahiyên dawiyê welatiyên ku nekarine Til Rifet û Şehba da derbikevin jî rastî gelek tûnd û gefên xerab tên. Gelek kiryarên xerab li van herêman tên kirin. Taybet jinên Kurd bi rastî kuştin û tecavûzê ve rû bi rû dimînin. Me wek endamên ragihandina azad yên ku li heremê bûyeran dişopînin çapemeniyê rewşa heyi ragihand. Gelek welatiyên ku Til Rifet û Şehba hatin berbi aliyê Helebê we yan tên sekvan kirin, yan jî di rê de işkence û zext wan tên kirin. Malbatekê de 4 kes nav de du jin jî hebûn, di aliyê çeteyên dagirker we hatin kuştin û serê jinekê hate jêkirin. Gelek welatî jî, ji ber nekarîn xwe bigihînin herêmên Rêveberiya Xweser berê xwe dan Efrîna dagirkirî. Du welatiyên temen mezin jî, zilamek û hevjîna xwe dema wergera Efrînê tên gulebaran kirin û jin jî birîndar dibe. Jin tê rewandin, çarenûsa wê ne diyar e.”
‘Şêxmeqsud û Eşrefiyê berxwedanek bê hempa heye’
Sozdar berxwedana gel di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî berdewame û wisa axaftina xwe domand: “Gelê Efrîn û Helebê pêkhateyên ku li wan deran jiyan dikin mohra xwe dîrokê xistin. Bi rihê 2014 û 2015’an gel di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî berxwe did e. Di van salan jî çeteyên girêdayî dewleta Tirk û DAIŞ’ê êrîş kirin dîsa gelê herêmê berxwe da û şerkirin. Li wir gel hem pêwistiyên xwe yên rojane pêktîne û heman demê de jî, kêleka hêzên parastinê şer dik e. Di dema êrişan çeteyan heya roja îro gel berxwe dide û bin sîvana parastina rewa de, axa xwe û rûmeta xwe diparêz e. Hêzên parastinê li wir bi navê ‘Hêzên Parastina Şêxmeqsud’ xwe rêxistin kirin û şerdikin. Bi rastî jî welatiyên ku nikarin şerbikin jî bi çêkirina xwarinekê tevlî pewajoya heyî dib e. Gelê li wê derê bi dirûşmeyan û moralekê mezin tevlî pêvajoyê dibin. Şerê gelê şoreşgerê ya ku li çîyayên azad hatiye destpêkirin li Helebê û bajarên Rojavayê Kurdistanê digihije lutkeya serkeftin ê.”
‘Armanca çeteyên dagirker, guhertina demografiya Sûriyê ye’
Sozdar Axaftina xwe wisa bi dawî kir: “Piştî dagirkirina Helebê û Şehba, Til Rifet çeteyan berê xwe dan bajarên weke Hema û Idlibê jî. Ji ber ku armanca çeteyên dagirker guhertina demografiya giştî Sûriyê ye. Bajarê Hema şer û pevçunek di navbera leşkerên hikûmeta Şamê û çeteyên dagirker de didom e. Di Helebê de jî, hêzên hikûmeta Şamê tine ne. Dema ku dujmin êrîş dike, ne tenê şerê bejahî di heman demê de şerê taybet jî li ser gelê me dimeşîn e. Li ser ragihandina xwe ya alîgir de jî, dewleta Tirk ya dagirker wek hertim rastiyê tê jiyan kirin berowajê dike. Ev di binkeftina wan ya şer tê serî rêyên cuda didin. Lê ev nikarin raya giştî û gelê me bixapînin. Cîhan giştî rastiyê dimîne û dizane gelê Kurd berxweder e. “






