Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Nêzî 150 hezar koçber derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bû’

05/12/2024
in NÛÇE
A A
‘Nêzî 150 hezar koçber derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bû’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan Şêxmûs Ehmed diyar kir ku zêdetirî 150 hezar koçber hatine Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha got: “Em bang saziyên mirovan dikin ku destekê bidin Rêveberiya Xweser.” 

Pêşwazîkirina koçberên ji Heleb, Efrîn û Şehba ji aliyê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve didome. Di van rojên dawî de hejmarek mezin a malbatên ku bi darê zorê ji Heleb û kantona Efrîn-Şehbayê koçber bûne, ji aliyê Rêveberiya Xweser ve têne pêşwazîkirin.

Derbarê rewşa dawî ya koçberêb Heleb û kantona Efrîn û Şehba, Hevserokê Ofîsa Karên Penaberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed ji Rojnemeya me re axivî.

Şêxmûs Ehmed di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Di van demên dawî de êrişên pir giran li ser gelê me yên Heleb, Efrîn û Şehbayê çêbûn, di heman demê de di rewşên pir xeter re derbas bûn. Ji ber vê yekê me wekî Rêveberiya Xweser deriyê xwe ji wan re vekir da ku bighêjin ciheke bi ewle. Her wiha hijmara kesên ku li wir jiyan dikirin nêzî 150 hazar bûn, lê niha hemû hatine herêmên Rêveberiya Xweser, hejmara malbatên koçber ên li navendên bicihanînê yên li Reqa û Tebqayê 30 heya 35 hezar derbas bûne, her wiha malbatên din jî belavî kantona Cizîrê bûne, lê mixabin gelek malbat jî hîn li çolan mane. Tevî hewldanên Rêveberiya Xweser ên bicihkirina wan lê hîna bi sedan malbat li çolan mane. Rêveberiya Xweser zehmetî û astengiyên mezin dikişîne, ji ber ku heya niha tu kes nabe alîkar û destekê nade ji bo van koçberan.”

zehmetî

Şêxmûs balkişand ser bicihkirina koçberan û wiha got: “Destpêkê me ew li bajarên Reqa û Tebqayê pêşwazî kirin, me bi awayekî demkî wan li dibistanên li bajar û gundewarên wê bi cih kirin. Ji ber hejmara wan zêde bûn, lê em ê beşek ji wan hatin şandin li kantonên Firat û Cizîrê. Maseya Krîzê li kantona Tebqayê 235 cih ku piraniya wan dibistan in û li bajarê Reqayê 60 cih vekirine. Li her navendekê nêzî 40 mal hatine bicihkirin. Divê hemahengî bi Neteweyên Yekbûyî re were kirin da kampên taybet ji wan re çêbikin. Her wiha heya niha tu planên avakirina kampên taybet ji bo koçberên ji Heleb û kantona Efrîn-Şehbayê tune ye, em hewil didin ku bi demekî kurt de me çareserî û rehtiyê ji bo koçberan bînin.”

‘Bangewazî ji bo saziyên mirovan’

Hevserokê Ofîsa Karên Penaberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed axaftina xwe wiha qedand: “Bangewaziya me ji bo hemû saziyên mirovan ku çavê xwe ji alîkariya van koçberan re ne girin. Ji ber ku ev erkekî mirovî û exlaqî ye.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.