Ronaz Silêman/Tebqa
Koçberên Efrîn û Şehbayê diyar kirin ku ji ber koçberiyê wan gelek zehmetî dîtin û niha jî êşeke giran jiyan dikin. Endama Komîteya Amadekar a pêşwazîkirina koçberan û hevserokê Meclisa Cîbicîkar ya Kantona Tebqayê diyar kirin ku derfetên di dest wan de têra pêdiviyên koçberan nake.
Bi sedema êrişên hov yên çeteyên Heyet Tehrîr El Şam careke din gelê Efrîna dagirkirî ji Şehbayê koçberî bajarê Tebqayê bûn. Zêdeyî 70 hezar koçber li bajarê Tebqayê li yane, dibistan, mizgef, bexce û malan bi cih dibin, hîn jî jimareke mezin ji gel li ser rêya koçberiyê ye û berê xwe dide Tebqa û Reqa. Rêveberiya Xweser ji bo pêşwazîkirina van koçberan hemû hewldanên xwe dikin, lê derfet kême û pêwîstî bi mudaxeleyek navdewletî heye.
Derbarê rewşa koçberên Şehbayê ku li Tebaqyê bi cih bûne, koçberên Şehba û endama komîteya pêşwazîkirina koçberan û Hevserokê Meclisa Cîbicîkar ya Kantona Tebqayê ji rojnameya me re axivîn.
Jineke Efrînî ya bi navê Necah Mihemed diyar kir ku ev 7 sal bûn ji bajarê Efrînê derketine û wiha got: “7 sal bûn
ku em ji Efrînê koçberî Şehbayê bibûn, tevî zor û zehmetiyan jî lê me jiyana xwe li wir berdewam dikir. Ev 2 rojin me berê xwe daye bajarê Tebqayê. Me jiyana xwe bi normalî jiyan dikir, di kêliyekê de ji mere gotin derkevin, ji ber erba me tinebûn em di nava vê sermayê de bi meş hatin heyanî Tebqayê. Rewş pir xerabe hejmara me pir zêdeye, êdî bese ji koçberiyê re, jiyana me bi koçberiyê û rezîltiyê derbas dibe. Her tim zilm zor li me hatiye kirin. Çiqas zilmkar me bê hêvî bihêlin, lê em bi hêza xwe bawerin û wê serkeftin a me be.”
‘Mirovahî tune bûye’
Jin bi navê Roxweş Ibrahîm ku li Şehbayê jiyan dikirin da zanîn ku rewşa wan pir zehmete û wiha got: “Êrişên dijwar ji aliyê Heyet Tehrîr El Şam bi ser me de hatin, ew jî mîna DAIŞ’ê xwînij û hov bûn, em neçar bûn ku ji
Şehbayê derkevin. Di rêde jî van çeteyan gotinên qirêj ji mere digotin û digotin em li pey we bê, em nahêlin bi vehesî win jiyan bikin, mafê mirovan li kur maye, heya kengî ev bêdengî, mirovahî tune û talan bûye, êdî bese. Ev heftiyeke em bê xwerin û vexwarinin, zarokên me ji serma dimirin. Pêwîste çareyek ji rewşa me re bê dayîn.”
‘Ji her alî ve zehmetî têndîtin’
Di heman mijarê de endama Kombûna Zenûbiya ku endama komîteya amadekar a pêşwazîkirina koçberan e Nisrîn Kobanê diyar kir ku ew bi hemû hewldanên xwe bi koçberan re dibin alîkar û wiha got: “Ev rewşê ku bi giştî hatiye çêkirin, êrişên ku îro heftiyeke li ser herêma Şehba û Helebê berdewam dike, bû sedema ku miletê yên wan herêma koçber bibin. Ev cara duyemîne ku gelê me yê Efrînê
koçber dibin. Amadekariyên me ku niha têne kirin, demsal zivistane, sermaye, derfetên ku di dest Rêveberiya Xweser de û Kombûnê Jinên Zenûbiya pir kêm e, zehmetî tê kişandin. Qasî ku bi destê me derdikeve em di hemû aliyan de dibin alîkar, lê ev yek têrê nake, bi taybetî di aliyê kona, betanî, sifinc û hwd… pir kêmin ji ber hijmara koçberan pir zêdeye û hin jî bi rêde berê xwe didin bajarê Tebqayê. Gereke alîkarî ji aliyê rêxistina bê kirin, da ku em vê rewşê derbas bikin. Cihê ku ji wan re hatiye amadekirin, têra bicihkirina koçberan nake. Niha li gorî derfetên heyî, mîna mazot, benzîn, xwarin, nan û tenduristiyê de tê dayîn.”
‘Bi hezaran koçber berê xwe didin bajarê Tebqayê’
Hevserokê Meclisa Cîbicîkar ya Kantona Tebqayê Ehmed Umer da zanîn ku zêdeyî 70 hezar koçber berê xwe dane bajarê Tebqayê û wiha got: “Ev 3’ê rojin pêşwazkirinê koçberên Şehba û Helebê tê kirin û heta niha jî ev
pêşwazî berdewam e. Hejmara Koçberên ku gihiştine Tebqayê zêdeyî 70 hezar in. Weke Kantona Tebqayê hemû derfetên di destê me de ket xizmetî koçberan. Li Tebqa cihê destpêkê koçber lê disekinin, Yaneya Tebqayê ye, li vê derê kon tên dayîn, ev cihekî demkî diyar kirine, herwiha nêzî 47 kon hatine dayîn, di heman demê de li hemû dibistanên Tebqa û gundewarên wê, mizgeft, bexce û li hin malan jî tên bicihkirin, lê ev cih têra wan nake. Ji xwe piraniya koçberan li dibistanê Reqayê jî bi cih bûne, hin jî berê xwe dane bajarê Kobanê, Hesekê, Qamişlo û hin jî li cihên ku mirovên wan hene, lê bi cih dibin, xezmetguzariyên me pir kêmin. Em dengê xwe ji rêxistinên navnetewî yên mirovî re û her kesê ku êşa vî gelî dibîne dikin, pêwîste ew bi erkê xwe rabin. Tiştê ku niha milet jiyan dike li beramberî kirîzekî pir mezin tê. Pêwîst bi mudaxeleyek lazgîn heye.”






