Argêş Viyan/Qamişlo
28’ê Mijdara 2024’an de li Heleb, Şehba û Til Rifet êrişekê dagirkeriyê di aliyên çeteyên girêdayi dewleta Tirk ya dagirker yên bi navê Tehrîr El Şam El Nûsra û hin komên di çeteyên DAIŞ’ê pêk tên hat kirin. Di encama wan êrişan de gelek welatî neçar man axê xwe koçber bibe.
Derheqê şermezarkirina êrişan û alikariya ji bona koçberên êrîşan de, li pêşiya Navende Çand û Hûnerê ya Mihemed Şêxo daxuyaniyek ji bona çapemeniyê hat dayin. Axaftin di ser navê saziyên Rêveberiya Xweser yên Kantona Cizîrê Hevseroka Meclisa Reveberiya Xweser Ya bajarê Qamişlo Hevî Ehmed û Ibêd Etê Hevserokê Meclisa Saziya Malbatên Şehidan yê Qamişlo we hat kirin.
ji bona kocberên Efrin û Helebê kona alikariyê hat danin
Hêvî Ehmed axaftina xwe de kiryarên çeteyên dewleta Tirk ya dagirker rexne kir û wisa got “Gelê me yê, Şehba, Til Rifet û Helebê di aliyên çeteyên dagirker we rastî erîşekê dijî mirovî rû bi rû man. Ev êrîşene ti zagonan de nayên pejirandin. Ji bona gelê me yên herêmên ku şer û pevçûn tê de qewimî ye hewcedarî alikariyê ne. Em jî wek saziyên Reveberiyên Xweser her tim li gel gelê xwe cih digirin û her cûre alikariyê re amade ne. Emê konekê alikariyê dayinin û benda gelê xwe yên Kantona Cizirî jiyan dikin em bi hêvî ne alikariyên xwe pêşkeşî welatiyên Heleb, Şehba û Efrînê bikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “QSD gel e gel li vire, Bijî Berxwedana QSD û YPJ’ê” bi dawî bû.






