Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûrî li dijî êrişan daxuyaniyek da

04/12/2024
in NÛÇE
A A
Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûrî li dijî êrişan daxuyaniyek da
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Bi tevlîbûna Xwendekarên Zanîngeha Rojava Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûrî ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê li Zanîngeha Rojava daxuyaniyek da. Herwiha tê de berxwedaniya gelê Efrîn û Helebê silav kir û tevlî seferberiya giştî bû.

Îro, Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûrî li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li ser Heleb û gelên Efrînê tên kirin, li avahiya zanîngehê ya li Taxa Hilêliyê daxuyaniyek da.

Herwiha gelek xwendekar ji hemû fakulteyan tevlî bûn û bi zimanê kurdî hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser gelên Sûriyê bi taybet gelê Heleb û Efrînê hatin şermezarkirin û wiha hat gotin: “Di destpêkê de em êrişên ku li ser xaka Sûryê tê kirin bi tundî şermezar dikin û berxwedana dîrokî ya gelê me yê li Heleb û Şehbayê nîşan dane, silav dikin. Êrişên dewleta Tirk berdewamiya plana ku Tirkiyê bi riya DAIŞ’ê bi ser nexistiye û armanca wê pêkanîna Mîsaqa Millî ye. Em dizanin  ku armanca van êrişan dagirkirin û parçekirina Sûriyê û veguhertina wê ji bo navenda terora navdewletî ye.”

Daxuyanî wiha domand: “Li gorî pêvajo û rewşa heyî, em jî weke Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûrî seferberiyê radigihînin û tevlî qonaxa seferberiya giştî dibin û bang li tevahî xwendekarên Sûriyê dikin ku bi rihê seferberî û welatparêziyê rabin ser piya û cihê xwe di nava Şerê Gelê Şoreşgerî de bigirin, werin em bi hev re welatê xwe, rûmeta xwe û şoreşa gelan biparêzin.”

Di dawiya daxuyaniyê de yekîtiyê wiha bang kir: “Em bang li tevahî gel û xwendekarên xwe yê Sûriyê dikin ku divê bizanin yek ji armancên van êrişan ew e ku hêviyên Sûriyê yên jiyaneke azad û bi rûmet ji holê rakin. Divê li tevahî Sûriyê hemû xwendekarên ereb, kurd, suryan, asûr û turkmen ji bo rûbirûbirina van êrişên hovane, destê xwe bidin hev û yekîtiya xwe xurt bikin. Herwiha parastina ax û welat, parastina rûmeta me ye, li ser vî esasî çi dibe bila bibe, em ê rê nedin çeteyên dagirker ku xaka me ya buhişt ji xwe re bikin milk û bi lingên xwe yên qirêj pêlî axa me bikin. Em ê bi rihê şoreşa Rojava dagirkerî, kumkujî û şerê qirkirinê têk bibin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.