Navenda Nûçeyan
Serokeşîr û Rûspiyên bajarê Amûdê gundewarên wê bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser gelê Efrînê yên li Şehba û Tilrifetê şermezarkirin û ji aliyên navneteweyî xwestin ku bi erkê xwe yên exlaqî rabin.
Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Şehba û Tilrifetê rûspî û seroeşîrên bajarê Amûdê û derdora wê ji bo raya giştî daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Em terorîzma çeteyan, koçberkirina bi darê zorê û guhertina demografî ku li seranserê Helebê û gundewarê wê li dijî gelê me tê kirin, bi tundî şermezar dikin. Bi taybetî li Dêr Hafir, Şahba û Tel Rifetê sûcên dijmirovî hatin kirin, herwiha bêdengiya navdewletî û hevpeymaniya navdewletî jî dewam dike. Li hemberî kuştin û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê Cebhet Alnusra, pêwîste hêzên navneteweyî, yekîtiya Ewropa û tevahiya aliyên elaqedar bi erk û berpirsiyatiya xwe rabin. Herwiha em bang saziyên mafê mirovan dikin ku alîkariya gelê me yê koçber bikin û bi erkê xwe yê exlaqî rabin.






