Navenda Nûçeyan
Xwendekarên Fakulteya Bijîşkî a Zanîngeha Rojava bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya seferberiyê ragehandin û bang hêz û aliyên navneteweyî kirin ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bêdeng nemînin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din êrişên xwe yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 28’ê Mijdarê de dabûn destpêkirin. Di encamê de gelek welatî şehîd û birîndar bûn û koçberên Şehba ku piştî dagirkirina Efrînê li Şehbayê xwe bi cih kiribûn, careke din hatin koçkirin. Piştî van êrişan Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê seferberiya giştî ragehand.
Xwendekarên Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Rojava bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya ji seferberiya giştî ragehandin û navroka daxuyaniyê wiha bû:
“Em wekî Xwendekarên Zanîngeha Rojava êrîşên çeteyên dewleta Tirk li ser gelê me yên herêma Şehba û Til Rifet şermezar dikin û banga hêzên cîhanî dikin ku bêdengiya xwe bidawî bînin. Ev zêdetirî şeş salin ku gelê me di metirsiyê de jiyan dikin û hewldanê qirkirinê li ser gelê kurd pêk tên. Em wekî xwendekarên Zanîngeha Rojava beşa bijîşkî tevlî êşa gelê xwe dibin û em amedebûna xwe ji alîkariyê bi her awayî ku tê xwestin radighînin. Em wekî bijîşkên vê civakê em ê her di liv û tevgerê de bin heta ku ev alozî bidawî bibe. Di dawiyê de banga me ji bo raya giştî û ji hemû rêxistinên mirovî û dewletên navnetewî re heye ku bêdeng nemînin û destê alîkariyê dirêjî gelê me bikin.”






