Leyla Waşûkanî
Gelê Kurd li çar perçeyên welat navê qehreman û berxwedêran, li zarok û neviyên xwe kirin û kengî dema zarok û zêç; mezin bûn soza xwe dan û tevlî nava refê şoreşê bûn. Li Rojavayê Kurdistanê jî qehremanên wek, Memo, Merwan, Hewas, Welat, Rûken, Dicle, Evîn, Dijwar, Mihyedîn, Ehmed û Zinar û bi dehan fedayîyên wek wan, ku li ser şopa berxwedêr û çalakvanan zindanan; ser dan û sir nedan. Berxwedêrên zindanan pêşengtî ji tekoşînê re, kirin û bûn wek mûma ku xwe dilop, dilop di helîne ji bo ku riya şoreşê ronahî bike. Tekoşerên hemdemî yên ku dan ser, şopa Mezlûm û Kemalan; ew jî bûn mêrxas û şêre jin. Wan bi lehengî şer kirin û heyanî hinasa xwe, ya dawiyê li berxwedan û gihaştin kerwanê şehîdên nemir.
Wê çanda berxwedan jiyane wek îlhamekê, ketibûya nava mejî û dilê wan de û wan kişandiba; nava şoreşa hemdemî ya Kurdistanê. Wê gotina berxwedan jiyane wek şîreta rojê, hatibaya dubare kirin û di fikir û ruhê wan ciwanan de, wek sînfoniya serhildêriyê dengê xwe vedaba û wan ji şoreşê re bi rêk û pêk kiriba. Ji bo ku li ser şopa berxwedêran bi meşyabana û destanên dilêriyê xêz kiribana. Zarokên biçûk li ser navê berxwedêran çavê xwe li cîhanê vekirin û navê, Mezlûm Dogan, Kemal Pîr û M. Xeyrî û Sara Dêrsim, li wan hate kirin ji bo ku ew jî rojekê ji rojan bibana, şagirt û rêhevalên wan yên dozê. Şehîdên giranbiha û qehreman di nava gelê Kurd e, deng vedan û bûn gotina li ser zimanan, heyanî ku gel bi serê wan; sûnd xwar û ew di hizir û wijdanê xwe de, xwedî kirin.
Zarokên Kurdan li ser çanda berxwedan û qehremaniyê, hatin mezin kirin û bûn welatparêz û şoreşger. Koma milîtanên partiyê yê salên destpêkê, li Rojavayê Kurdistanê de çandek hiştin û ew çand jî bû; xwedî bandor û îlham. Pêşengên şoreşê ji gel re wiha şirove dikirin û di gotin, em wek partî û gel deyndarên şehîdê xwe ne û di dewreyên perwerdê de ji wan re, di gotin ku şehîd pêşengên tekoşînê ne. Ji xwe li ser berxwedana zindanan wane dihatin, dayîn û ew rêbaz gelekî jî bi bandor bû. Weke têye zanîn zindan amûra dewletê ya zordariyê ye û bingeha, xwe ji desthilatdariyê digire. Ya din jî hedef û armanca xwe jî; zêde kirina hukmê nîvenga desthilatdariyê ye. Ji xwe hemû kiryarên desthilatdaran jî bi riya zordariya, dewletê û artêşa wê têye pêkanîn.
Wek têye zanîn dewlet û artêş herdû jî amûrên herî, xerab yê zorêne û di bingeha hişmendiya zindanî kirina mirovan de jî, tirsandin û kedî kirin heye, zindan bi hedefa ku serê mirovan bitewînin û zagonên xwe, li ser wan ferz bikin hatine çêkirin. Bi rastî rêbazê herî xerab jî ewe, ku mirov ji bo koledariyê werin kedî kirin; nimûne weke ku çawa jin hatine kedî kirin û mirov hew dikare wan, ji mêran qut bike û bîne xeta azadiyê. Teqez gerek were zanîn ku rêbazê teslîm, girtina mirovan ya di zindanan de gelekî xerab û kirête û mirov dikare bibêje ku; dîtin û gotin qet nabin wek hev. Bê guman hedef û pîlanên desthilatdaran di derheqê, hemû beşên civakê de ewe, ku wan kedî bike û bike hêsîr û kolê xwe.
Bi taybet jî di hêla şikandina vîna mirovan de gelekî, xwedî ezmûnin û bi armanca ku bi temamî li ser mirovan; hakimiyetê çêbikin her rêbaz ji wan re mûbahe. Ji xwe siyaseta wan ya li ser zindaniyan jî, berdewama siyaseta li ser civakê ye û teqez rêbazê tundiya wan; ya li ser girtiyan gelekî tundtire ji ya li ser civakê. Dewlet bi xwe amûra tundiyê ye û xwe bi rengekî, pir tazî û vekirî li ser civakê dide ferz kirin. Ji xwe girtî her destvala û tazîne û tu çeka wan jî tuneye, ji ber vê xwe mecbûr dibînin ku ruhê xwe bilind bikin û vîna; xwe xurt bikin ji bo ku tekoşîna xwe li dijî desthilatdaran bikin. Ji ber ku pergala zalim her tiştekî biçûk jî li dijberî, girtiyan bi kar tine û lawaziyê wan digire û li dijî wan bikar tîne; ji kulmek av bigre û heyanî pariyekî nan, yan jî pênûsekê yan jî qaxezekê jî li himberî wan wek çekekê dide şûxulandin.
Bi taybet jî mijarên ku kerameta mirovan (Şerefa mirov û gurura wan bişkîne) bişkîne dikin û ruhê mirovan dertînin; heyanî ku wan teslîm digirin. Beriya her tiştî rengê jiyana girtîgehê û zagonên, dewletê li ser girtî ferz dikin û bi zorê bi wan didin qebûl kirin; bi rêbazê xwe yê tundiyê wiha li girtî dikin ku nasnama xwe, ya siyasî jî înkar bikin û du kesayetî bi hevre jiyan bike. Ji xwe mirov dikeve rewşa ku vîna xwe bişkê û siyaset û civaka xwe jî red bike û ji dijminê xwe rehmê bi xwaze û xwe bavêje ber lingê neyaran. Di dîrokê de hinek zindanên pir bi nav û deg hene û hinek ji wan jî, wek destanane: Wek nimûneya zordar Nemrûd ku zordariyek pir mezin; li zindaniyan dikir û ev jî kete pelê dîrokê de. Têye gotin ku zalim Nemrûd her kesê ku, li dijî wî derdiket dida zorê heyanî ku; jêre teslîm dibû.
Ji xwe di wê çîrokê de diyar dibe ku Nemrûd, çawa yên li dijberî xwe kedî dikirin û serê wan di tewand. Ya din jî çîroka pêxember Îbrahîm jî têra xwe fêrkere, bê ka çawa mirov didan zorê û îşkence dikirin. Lê pêxember Îbrahîm serî li himberî; zalim Nemrûd ne tewandiye û ketiye ser rêka xerîbiyê de. Mirov dikare qala rê û rêbazê dewleta faşîsta, Tirk jî bike û rastiya wan deyne holî de; di salên 1980 an de gelekî zext û zor li ser girtiyên giştî û siyasî kirin; bi taybet jî zextên pir mezin li ser şoreşgerên Kurdistanê kirin. Lê zordaran mijarek ji bîrve kiribûn ku ew jî, vîna mirove û tişta herî giring jî ewe; ji xwe dîrokê jî şahidiya bi dehan nimûneyên wiha kiriye ku vîna mirovan, şikandine û wan teslîm girtine: Lê gelek mirov jî bi vîna xwe ya bi hêz gihaştine serkeftinê û zordariya serweran bibin- xistine û ala serkeftinê bilnd kirine.
Nimûne Manî di zindana Sasaniyên Îranî de, bi vîna xwe ya mirovî, zora Şah Kesra biriye. Helacî Mansûr jî bi heman rengî bi vîna xwe ya mirovî, di zindanê de zora xelîfê Ebasîyan biriye. Di serdema niha de jî di zindana Amedê de ku jêre, têye gotin Diyar Bekir li dijî amûra dewleta faşîst a Tirk berxwedaniyek bê hempa hate kirin. Ew berxwedanî wergeriya vînek mezin û bi ser ket, di kesayeta Mezlûm Dogan, Ferhad Kurtay, Kemal Pîr, M. Xeyrî Dormûş û bi dehan hevalên wek wan; yên ku nûnertiya vîna gelê Kurdistanê dikirin. Ev berxwedanî bi ser ket û hîna jî berdewam dike, berxwedana zindanan bû çand, rêgez û mîrateya xeta- azadîyê ji gelê Kurdistanê û mirovahiyê re.