Dizgûnê Dewrêsh
Him têcrûbeya xwe, him gotinên berê me û him jî pratîka mirovan de îsbat buye ku dema şîret ji xerîban, nîşandan jî ku ji dê û bavan hat, qedra fêrbûnê zêdetir dibe, nayên ji bîr kirin. Rojekê ku min şîret li zarokên xwe dikir pişt re yek ji wana li min vegeriya û got:
“Şîretên ku hûn dikin em, jê tu sud nagirin. Ya ku ji me zarokan re giraniya xwe heye, liv û tevger, kiryarên wê ne. Em, xwe li wan digirin”. Bi vê axaftinê re ez şaş û metel mam. Li ser vê çavdêriyê gîhîştim encamekî ku min heya wê demê nedizanî bû kûratiya û rastiya vê jiyanê. “Vê jiyanê” dibêjim ji lewra demên zarokiya min, me di nava civaka xwe ya -ji îro resentir – de ji hev gelek tişt digirtin û hîn dibûn. Pir hewce bi şîretên dê, bavan dapîr û bapîran ne dibû. Di rastiyêde jî dîmen, ji gotinê bihêztir bû; diviya nifşê nû di nava van şertan de her bihatana perwerde kirin; yanê “him perwerdê bibîne him jî vê perwerdê biceribîne, test bike.”
Li ser ziman bêgûman gelek kes, gelek sazî û dezgeh serê xwe diêşînin. Û lê digerin ku çawa pêşî li asîmîlasyonê bigirin. Lê encamên ku îro li bakûr em dibînin jê ditirsin, fedî dikin. Civakên rojavayê Asyayê, ji pêşxistina pergal û rêbazan re dûr û sist in. Her tiştî bi “qeder”ê ve girê didin, destên xwe miz didin û dixin bin çengên xwe; li rewşê temaşe dikin. Di mijara zimên de ev pir li ber çav e, li bendê ne ku yek were, vî karî ji ser milê wan hilgire !
Ziman, mijareke compact e; yanê yek pare ye, her tiştî bi hev ve girê dide. Di jiyanê de tiştên ku bêyî sektorên zimên bên çareser kirin nînin. Madem ziman pir girînge, ya were kirin jî diyar e. Berê her tiştî em xwe qane bikin ku ziman, wekî laş e; divê bêhn bistîne, çavkaniya enerjiyê yanê wekî xwarin û vexwarinê divê hin pêwîstî bikevin hundurê vî laşî. Da ku liv û lebatê bike, geş bibe. Eger vana nebin, wê demê ew laş nexweş e. Di rewşên wiha de dema ku dirêj bajo û guhertin çênebe wê demê wê bimire. Di mijara zimên de ev pergala xwezayî bi heman awayî dixebite.
Tekane zemîna zimên, civak e; zimanê bê civak, li ser kaxez û tiştekî din bimîne jî – tenê kêrî karekî lêkolînî yê zanyariyê bê. Lê di wateya zimanê zindî de ku lîbinîrşî divê herî kêm, li ser zimanê du heb zindiyan be û zarokên li piyên wan jî di nava fêrbûnêde bin. Eger ew şert bi cih neyê ev ziman mirî ye. Lewra tu guhertin di wê de çênabe. Gelek ziman li dora me wiha hene. Sûmerî, Misrî, Latînî û hwd. Yanê hawîrdor ango xwezaya zimên civak e. Ew, wî li ser piyan dihêle, jê re alametên zindîbûnê dide nîşandan, beyana hebûna wî dike. Ziman jî wekî ku her “zindiyekî”, vê taqetê ji xweza/civaka xwe digire. Loma divê heman liv û tevgerê nîşan bide, bi wê civakê re dijî, diguherî, geş dibî yan jî dimirî.
Duyem: Hebûn û nebûna xislet e. Dema em, li dîroka zimanên winda bûne lêdikolin û dadihûrînin, di paşveçûna zimanan de qelsiya sereke, bê helwestbûna civaka xwediyê wî zimanî ye. Ji bilî vê bê guman gelek sedemên din rol bilîzin jî, koka vê dîsa digêje bê helwestbûna civakê. Civakê ku ji bo berdewamiya xwe ku ji hestên ser bilindî daket şermê, zarokên xwe bi kîjan zimanî mezin û perwerde dike bila bike derî li xwekujiyê vekiriye. Li Bakûrê Kurdistanê ev hest pir bilind bûye. Li ser media civakî di van rojan de qala Geverê tê kirin. Camêr dibêje “Mala me jî tê de kes zimanê me naaxiv e” baweriya min jî hinekî giran gotiye, rewş ewqas jî xerab nebuye herhal. Lê rastiya vê ger nîvê vê gotinê be nîvê şêniyên Geverê Kurdî naaxivin! Ma eva ne karesatek e. Nîv sedsal têkoşîneke dîrokî were kirin, ewqas sazî û dezgeh ji bo çand – huner, ziman, ragîhandin û hwd werin damezrandin geş kirin; lê rewş were vê astê. Di vira de divê em hem wekî milet, him wekî sazî û dezgeh, hem jî wekî kesayet kumê xwe daynîn ber xwe. Di vira de mesele tê li ser “xislet”ê rudine. Xisleta me ya civakî çawa kete vê astê divê em pêşîya pêşî ji xwe bipirsin.
Sêyem, perwerde ye. Ji peyva pêşîn ya ji çav vekirina li dinyayê destpê dike, heya hestên mereqê yên mirov hebin di kûderêdeye. Perwerde, ne tenê pêvajoya xwendina bi dibistanê re sînordar e; her wiha çavdêrî û serpêhatî jî beşin girîng yên perwerdê ne. Nexasim ziman ya serekeye ku ji malbatê destpê dike. Piştre civak, û bi du vê re jî perwerda profesyonal tê; yanê perwerda dibistanê û dibistan, zimên çênake lê pergal, û derfetên xwirtkirin, berfireh kirin, aheng, deng û bi lêvkirinê sînorên zimên berfireh û displîne dike. Standartekî datîne holê û zêdehî û wekheviyan li gorî misyon û kar gotin û têgehan wezîfedar dike da ku civak bi gotinên synonîm dikane xwestek ango derdê xwe bide fam kirin. Diyar e rika perwerde kirina nifşên nû di dil û mejiyê xwe de neparastiye diyar e ku rêya xwekujî daye pêşiya xwe.
Sêyem: Ziman bê liv û lebat zêde nikane bijî. Liv û lebata zimên jî bikaranîna wî ye. Ew ji axivîna rojane destpê dike; xwendin, nivîsandina rojane ya çandî, siyasî, feylesofiyê û ayînî diçe. Di vê wateyê de dişibe kesekî li ser paskîlê. Paskîlvan, dakû li ser xwe bimîne, mecbûre ajotina paskîlê nede rawestîn, çerxa wê her û tim li aliyê pêşî ve bizivirîne, yanê di nava tevgera ajotinê de be. Rola bazar, nivîs û xwendinê di hebûn û berdewamiya zimên de hîmên esasî ne. Pergal bi van teşe digire. Hin caran kesên ku li ser zimên û çavdêriya tenduristiya zimanan lêkolînan pêk tînin dikevin nava xelatiya nivîsandin û xwendina populationeke rikdar yê civakê. Bi vê hejmarê tên xapîn û wer guman dikin ku ew populationa ku dixwîne û dinivîse,“dahatuya vê civakê û zimanê wê li ser pêya bihêle û geş bike.” Ev analîzeke gelek şaş e. Komek ji civakekî re zimên çênake, têr nake û nikane bide jiyîn. Gava hate wê mwehalê dêma, tevizîna bêhiş, ya civakê temam e û ketiye yanê coma ye. Dil ne rawestiye, rih têde heye lê tu liv û tevgerek tune ye. Halê komayê, nemiriye tenê nîv mirî ye. Bê hay, bê liv û tevger alametên mirinê, germa laşê û avêtina dil jî yên jiyanê ne. Halê civakên wiha tam rewşa comayê nîşan didin; û rewşa zimanê me li bakûr tam dişibe vê tabloyê. Siyaset bi zimanê dagirkerî, nîqaş – guftugo bi zimanê dagirkerî, bazar bi zimanê dagirkerî, tenduristî bi zimanê dagirkerî, ragihandin bi zimanê dagirkerî, zimanê malê yê dê û bavan zimanê dagirkerî, dibistan û perwerde bi zimanê dagirkerî be tenê hebûna van kesan di vê laşê de tenê wekî lêdaneke qels ya beriya mirinê ye. Şîroveya vê tenê ev e ku digel ewqas politizebûnê jî li hemberê tirkan xwe piçûk dibînin. Ji wê çanda dîrokî û resen fedî dikin! Loma xwe perçe dikin ku “ew me fam bikin”. Loma her gotineke xwe, ji wan re werdigerînin ku “mêvan jî fam bike”. Vê karesatê em kirine oto-asîmîlator. Oto-asîmîlasyon, di mana bîolojîk de xwekujî, yanê întîhar e. Li ser rewşa zimên li başûrû rojhilat nikanim zêde tiştekî bêjim.
Lê li Rojava hebûna perwerdê ji Mala Zarokan heya zanîngehan mirov, bi hêvî û şadike. Xeteriya wira, eger ji bilî peyam û armancên siyasî wekî bakûr kurd, di şûna zimanê xwe bikevin pêşxistina zimanê erebî wê zimanê me dîsa bikeve rêya mirinê. Ev kar wekî hemû karên din her civak hildide ser mile xwe. Yanê karê wê civakê ye û ew jî ya civaka ereb e. Rêveberî tenê ji bo organîze kirin û teşe girtinê alîkarî dike. Lewra erebî li dehan dewletan zimanê fermî ye. Li dehan welatan jî zimanê kakilê baweriya îslamê ye; ji dengê pêşî ya guhê zarokê/a ber sîngê diya xwe, heya darbesta mirinê bi vî zimanî dijîn. Ji ber vê yekê ji zimanê herî zindî yê cîhanê ye. Xeteriya tunebûna vî zimanî ne gengaze.
Ji van gotinan, tu wateyeke wekî xwendin û nivîsandina Erebî, Farisî û tirkî nekin dernakeve. Berovajî vê helwesta her kurdekî ev be ku em di van her sê zimanan de bi qasê kesên ji civakên van zimanan bêtir zana û şareza bin. Lê di dema pêwîst de ku ew jî kengê me xwest. Eva, di nava gelê me de ev şaş hatiye fam kirin. Gava qedir qiymet, dostî, hevaltî, hevkarî bûye mijar, me, dev ji xwe berda ye. Îro em fam dikin ku liv û tevgera me ya fedekarî bi vî aqilê sivik tenê berhewa nebûye; em kuştinê jî. Rewşa bakûr nêzî vê serdemê ye hezar mixabin.