Argêş Viyan/Qamişlo
TEV-ÇAND a kantona Cizîrê û Desteya ÇANDê a Civaka Ermen li dijî êrişên dagirkeriya Tirk yên li hemberî gelan, ji bo raya giştî daxuyaniyek dan.
Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Hevserokê Tev-Çandê yê Kantona Cizîrê Keder Hisên û bi zimanê Erebî ji di aliyê endama Desteya Tev-Çandê ya Civaka Ermen Yexnîk Gerbo ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de tevger û saziyên çandê yên kantona Cizîrê amade bûn.
Naveroka daxuyaniyê wiha ye: “Dewleta Tirk a dagirker û faşîst dijminê gelê Kurd e. Hebûna xwe di tunebûna gelê Kurd de dibîne. Ji bo qirkirina gelê Kurd bi encam bike her rê û rêbazê qirêj û bê exlaq pêk tîne. Bê navber êrîşên dij mirovî û derveyî huquqa şer li ser gelê me ferz dike. Li hemberî van êrîşan hemû hêzên cîhanî bê deng dimînin û heta piştgiriyê didin dewleta Faşîst a Tirk.
Neha jî dewleta Tirk a faşîst di çarçoveya heman polîtîkayan de, êrîşeke dagirkerî û qirkirinê li Şehba û Helebê dest pê kiriye. Armanca vê êrîşê ne tenê Şehba û Haleb e. Dixwazê axa Surî tevahî dagir bike. Bi taybet jî dagirkirina axa Bakur û Rojhilatê Surî armanc dike. Çeteyên ku li der û dora xwe kom kirine hemû hov û paşverû ne. Hemû qatîl û talankar in. Xulamê dewleta Tirk in. Dijminê xweza, jin û civakê ne. Tecawuzkar û xwinmij in. Dikevine Kîjan deverê xira dikin, xesp û talan dikin. Ew û dewleta Tirk dijminê mirovahiyê ne.
Li hember van êrîşan gelê me li berxwe dide. Hêzên me yên parastinê bi îradeyeke xurt şer dikin û gelê me li hember van êrîşan diparêzin. Hêzên me yên eskerî û gelê me bi hev re bi ruhê şerê gelê şoreşgerî li berxwe didin. Em welatê xwe, axa xwe, civaka xwe diparêzin. Em dev ji azadiya xwe û rêveberiya xwe ya xweser bernadin.
Em weke hunermend, rewşenbîr û endamên Çand, huner û Wêje li hember van êrîş û dagirkeriyê heta dawiyê em ê li ber xwe bidin. Em ê pêşengtiya şerê gelê şoreşgerî bikin. Me çawa bi pênûs û hunera xwe xizmet ji civaka xwe re kir, em ê îro bi hemû hêz û rêbazê xwe berxwe bidin, têkoşîn bikin. Parastina ax, welat, çand û zimanê me vê berpirsiyariyê dide ser milê me.
Em şervanê xwe yên di çeperê şer de ne pîroz dikin, bi dil û can li gel wan in. Em berxwedana gelê me yên Şehba û Halebê pîroz dikin û çi bikeve ser milê me em jê re amade ne. Bangî gelê xwe dikin ku bê teredut tevlî parastina welat bibin. Li gel xeteriyan ji bo em welatekî azad bi cîhanê bidin qebûlkirin jî derfet hene. Derfet hene ku azadiya xwe û rêveberiya xwe ya xweser mayinde bikin.
Weke netewên demokratîk; Kurd, Ereb, Asur, Suryan, Ermen, Çerkes û hemû pêkhateyên li heremê bi hev re vê berxwedanê em ê serkeftî bi encam bikin. Em careke din bangî hemû gelên cîhanê dikin ku mil bidin milê me. Bi taybet em bangî hemû hunermend û rewşenbîrên cîhanê dikin ku bêdeng nemînin. Serkeftina gelê me serkeftina mirovahiya azad û demokrat e. ev şoreşa li Bakur- Rojhilatê Surî pêk hatiya nirxên civak û mirovahiyê temsîl dike. Li vê şoreşê xwedî derketin li xwe û civaka xwe, xwedî derketin e.
Rêveberiya Xweser seferberî îlan kiriye. Em jî bi hemû hêza xwe tevlî vê seferberiyê dibin û dibêjin; Bi saza xwe, bi soza xwe, bi deng û rengê xwe, bi pênûs û fikrê xwe, bi ked û çalakiya xwe tevlî berxwedana me bibe . Roj roja xîret û rumetê ye. Roj roja berxwedan û têkoşînê ye. Roj roja li keremata xwe xwedî derketinê ye. Roj roja parastina gel, welat û axa xwe ye.”
Piştî daxuyaniyan strana Çerxa Şoreşê ji aliyê endamên destêyê we hat gotin. Daxuyanî bi dirûşmeye ‘Bijî Berxwedana Gelan û QSD’ê gel e, gel li vire’ bi dawî bû






