Hemza Sêvo/ Qamişlo
Siyasetmedarê kurd, Hisên Umer da zanîn ku armanca Tirkiyê ji êrişa li ser Helebê û gundewarê wê ew e ku hebûna xwe li Sûriyê xurtir bike û gelê kurd vegerîne serdema berî 2011’an û destkeftiyên kurdan têk bibe, lewma jî pêwîste hêzên navnetewî rê li pêşiya van êrişan bigirin.
Êrişa ku Cebhet Elnusra li ser hikumeta Şamê pêk anî û di encama wê de parêzgeha Heleb xist bin kontrola xwe, rûdaneke sereke bû di rojeva giştî de. Girêdayî heman mijarê şîrovekarê siyasî, Hisên Umer pirsên rojnameya me bersivandin û hevpeyvîn wiha bû:
-Sedema şerê di navber Cebhet Elnusra û hikumeta Şamê de çi ye, kî li pişt e û armanc jê çi ye?
Weke tê zanîn ev şerê ku rûda, bêyî ku gelek kesên çavdêr texmîn bikin, hat destpêkirin û bi dirêjahiya rojên kurt giha armanca xwe. Tenê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan hişyarî ji bo amadekariyên êrişeke wiha da zanîn, lê zêde nehat, hildan û danîn. Tişta balkêş ew e ku çawa ev amadekarkariyên wisa hatin kirin, hem heya çi astê bi rengê xurt Heleb kete destê Cebhet Elnusra. Ev êrişa ku hat kirin, hin hêz li pişt hene û piştgirên wê bi temamî xuyayî ne. Di serî de dewleta Tirk destekê dide vê êrişê, sedem jî berjewendiyên wê hene ji bo vê yekê. Em dikarin bînin ser ziman ku berjewendiyên Israyîlê jî di van êrişan de hene. Ez nabêjim ku Israyîl piştgiriya Nusra dike, lê ew sûdê ji êrişê dibîne. Ji ber ku herêma êriş li ser Helebê hat kirin tev milîsên Îranê dihewandin. Ji xwe Israyîl dixwaze, hebûna Îranê qet li Sûriyê nemîne û milîsên Îranê li tevahiya Sûriyê vala bike. Hem jî li Rojhilata Navîn bi giştî Îranê ji ber mijara Hizbullah û Hemasê lawaz bike. Israyîl dizane ku Nusra hêzeke Îslamî ya radîkal e, lê eger têkçûna hêza Îranê bi destê Nusra tê kirin, ev yek dibe cihê kêfxweşiya Israyîlê. Li aliyê din jî Tirkiye bi riya êrişan dixwaze fişarekê li ser hikumeta Şamê çêbike, herwiha wê neçarî diyalog û lihevkirinê bike. Hem jî Tirkiye hewl dide ku hebûna xwe di Sûriyê de bihêztir bike. Lê sedema serke ji vê êrişê ew e ku Tirkiye dixweze gelê kurd û destkeftiyên ku kurdan bi dest xistine têk bibe. Di heman demê de rewşa gelê kurd vegerîne mîna rewşa berî sala 2011’an û ji bo ku di siberoja Sûriyê de tu destkeftiyên kurdan tune bin.
-Piştî ketina Helebê û hin herêmên girêdayî Hemayê, wê rewşa Sûriyê ber bi ku ve biçe û sînariyoyên muhtemel di siberojê de çi ne?
Di dema heyî de pir zor e ku em sînariyoyan ji rewşa heyî ya herêmê re bikin, ji ber ku bi lez û bez pilan têne guhertin. Niha Nusra ber bi Hemayê ve diçe, li aliyekî din dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê êrişî herêma Rêveberiya Xweser dike. Eger rê li pêşiya vê êriş û lêvên dagirkeriyê neyê girtin, wê sînariyo bighêje serî. Lê eger rê li pêşiya vê êrişê neyê girtin wê xeteriyeke mezin bi xwe re bîne. Di encamê de wê dewleta Tirk komkujiyan pêk bîne. Lê kî dikare rê li pêşiya Tirkiye û komên çete yên girêdayî wê, bigre? Hêzên Amerîka eger ku bixwaze dikare bi riya xwe rê li pêşiya êrişan bigire. Lê heta niha helwesta Amerîka ji van êrşan pir lawaz e û daxuyaniya ku da jî, behsa hevkara xwe QSD’ê jî nake. Amerîka tenê behsa hêza xwe li Sûriyê dike û wê diparêze ji êrişên Tirkiyê. Lê ji aliyê din ve Israyîl dikare zextekê li Amerîka bike ku rê li pêşiya Tirkiyê bigire. Ji ber ku Israyîl dizane Erdogan destekê dide Hemasê û hebûna wê li Sûriya weke xeteriyê dibîne. Lê dîsa Israyîl tu helwestên bi vî rengî nade, di texmîna me de ku ew li benda hilbijartinên Tirkiyê yên dema pêş de ye û hêviya wê bi guhertina siyaseta Tirkiyê he. Tişta em dizanin wê siberojê de bibe ew e ku wê şerê di navbera hikumeta Şamê û Nusra de bidome. Encex em di rojên pêş de dê bikaribin rewşê baş fêm bikin û sînaroyên muhtemel bidin xuyakirin.
-Helwesta hêzên navnetewî û yên herêmî li hemberî rewşa heyî ya Helebê û tevhiya Sûriyê çawa ne?
Wekî tê xuyakirin tu helweseteke navnetewî wiha bi hêz tune ye ji bo şerê ku niha tê rûdan. Di serî de helwesta Amerîka, ew xwe nake alîgira tu hêzan û destekê nade tu aliyan, bi mercê ku nabe zerer bighêje hêza wê. Di nerîna me de eger zerer bighêje QSD’ê jî dibe ku Amreka tiştekî neke. Mixabin helwesta Amerîka li hemberî êrişên dagirkeriyê pir qels e. Tevhiya hêzan bertek û helwestên xwe ji bo Nusra û komên çete yên din jî nedan. Herwiha ev hêzên navnetewî heta niha nebûn ew hêzên xwedî biryar ku rê li pêşiya êrişên Turkiyê bi pêşengitiya Nusra û komên çete, bigirin. Li aliyê din em dibînin ku heta niha helwesteke Rûsya ya zelal tune ye ji van geşedanan. Rûsya dixwaze ku Îran bi temamî ji Sûriyê derkeve. Ma gelo Rûsya neçavdêra vê êrişê bû, hejmareke wiha ji dironan û erebeyên Nusra nedihat dîtin? em dizanin ku esîmanê wan herêman tev di bin kontrola wê de bû, lê tevî wiha êriş encam da. Tişta ku em niha dizanin hikumeta Şamê gelekî qelis bûye. Di heman demê de helwestên hêzên navnetewî ji bo êrişan jî ne diyar in. Ev helwest jî wê bi zelalî di rojên pêş de bên xuyakirin.
-Wê ev şer, bandoreke çawa li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û riyên çareseriyê li gor we çi ne?
Ji ber ku şerê ku di roja îro de tê rûdan ne tenê li dijî hikumeta Şamê tê kirin, lê belê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî tê meşandin. Di serî de êrişî Til Rifeet kirin û dagir kirin. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hin bi hin, êrişî deverên din jî bikin. Eger hêzên xwedî aktor û rola sereke li hemberî van êrişan nesekinin wê gelek ziyanên mezin bên kirin. Li gorî tê texmînkirin wê hin deverên din jî bên dagirkirin. Rojava û tevahiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê di xeteriyeke mezin de ye. Bêguman wê berxwedanî were kirin, wê QSD’ê bi hemû hêza xwe gelên herêmê biparêze. Lê berxwedaniya li hember Tirkiyê ku dewleteke ji NATO’yê ye, wê ne hêsan û rehet be. Tu caran min ev yek negotiye, lê ez tekez dikim Israyîl tenê dikare zextê li Amerîka bike da ku Amerîka rê li pêşiya dagirkirin û êrişan bigire.






