Hemza Sêvo/ Qamişlo
Bi merasîmekê biheybet, şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê welatiyê bi navê Ebdulezîz Şêxo ku di encama êrişa balafira bêmirov ya dagirkeriiya Tirk de şehîd bibû, spartin axê.
Îro li pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan cenazeyê Şehîd Ebdulezîz Şêxo ku li ser rêya Qamişlo_Hesekê di encama êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, hat oxirkirin.
Merasîm li pêşiya beradeya Şehîdan a li Taxa Enteriyê ye, bi amadebûna malbat, heval û hogirên wî, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û şêniyên Qamişlo bi hemû pêkhateyê xwe ve dest pê kir.
Cenaze bi hêstirên çavan û nîşanên serkeftinê li gel slogana ‘Şehîd namirin’ li ser milan ji beradeya Şehîdan heta goristanê hat hilgirtin.
Piştî ku cenaze giha goristanê hemû kes bi rêzdarî tevlî xulekeke bêdenhiyê li ser giyanê hemû pakrewanên azadiyê bûn.
Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ibêd Etê axivî û wiha got: “Di şexsê Şehîd Ebdulezîz û hemû
Şehîdên Tevgera Azadiyê ku ji bo mirovahiyê gihane asta pîroz em bi minet bejna xwe ditewînin. Şehîd Ezîz mîna birayê xwe Fadî bû yê ku ji bo parastina xaka xwe û yê ku di şerê dijî DAIŞ’ê de giha asta herî pîroz. Dema niha jî Şehîd Ezîz weke kesekî sivîl ku li ser karê xwe bû, ji hêla dagirkeriya Tirk hat şehîdxistin.”
Piştre jî bi navê TEV-DEM’ê, Ayid Ibrahîm wiha anî ser ziman: “Di serî de em wekî Tevgera Civaka Demokratîk sersaxiyê ji malbata Şehîd Ezîz re dixwazin. Di vê serdemê de cara yekemîn e ku gelê me bi felsefeya Rêber Apo têkoşînê dike û doza azadiyê dike. Da ku gel azadiyê û aştiyê bi dest bixin li hember tevahiya hêzên hegemon berxwedaniyê dikin,
lewma jî rastî komkujiyan tên di serî de dewleta Tirk a dagirker. Mînaka wê jî di roja îro de êrişa ku li ser gelê Şehba û Efrînê tê meşandin, xuya dibe.”
Di rêzê de jî axaftin ji hêla Kongreya Islama Demokratîk û Hêzên Leşkerî ve hatin kirin.
Wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin û bi navê malbata Ebdulezîz Şêx, Kêfo Usman wiha axivî: “Ev sê roj in ku gelê me yê Qamişlo bi taybet yê Taxa Enteriyê bûne pişt ji me re. Kombûna wan jî li vir bi keç, xort, jin, zarok, pîr û kalên xwe ve cihê serfirziyê ye. Sekna vî gelê bi rûmet ji bo me hêja ye ku bi dehan Şehîdan ji Kurdistanê û tevahiya gelên xwe re diyarî bikin.” 
Piştî wê jî giyanê yê pîroz bi kerwaneke bi heybet di nav pakrewanên nemir re hat hilgirtin û şêniyan cenazeyê Şehîd Ebdulezîz li nik pakrewanên din sipartin axê.






