Ronaz Silêman/Qamişlo
Rêxistina Nûdem a Astengdaran bi boneya 3`ê Berfanbarê Roja Astengdaran a Cîhanî û rewşa astengdarên koçberên ji Şehbayê daxuyaniyeke nivîskî li bajarê Qamişlo da.
Îro ji aliyê Rêxistina Nûdem a Astengdaran ve daxuyaniyeke nivîskî bi boneya Roja Astengdaran a cîhanî û rewşa astengdarên koçberên ji Şehbayê hate dayîn. Di daxuyaniyê de hemû rêxistinên civaka sivîl û kesên astengdar beşdar bûn. Herwiha daxuyanî li pêş navenda Rêxistina Nûdem a Astengdaran a bajarê Qamişlo ji aliyê Rêvebera Rêxistinî ya Rêxistina Nûdem a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Daviyan Mehmûd bi zimanê Erebî hate xwendin.
Daxuyanî wiha hate destpêkirin: “Di vê rojê de ku roja Cîhanî ya astengdaran e, em hevgirtina xwe bi kesên astengdar û xelkê bajarê Efrîna dagirkirî ku bi sedema koçberiyê li herêma Şehbayê bûn û di êrişên dawî de careke din gel neçar ma ku ji herêma Şehba û Til Rifetê koçber bibin. Di deveran de 925 kesên astengdar di nav de zarok jî hene. Ew dibin şert û mercên giran ên mirovî de ne. Malbatên van astengdaran ji ber êrişên berdewam bi dare zorê koçber bûn, vê yekê êş û zerarek mezin gihand wan, bi taybet ji ber sermaya zêde.”
‘Pêwîste Roja Astengdaran bi rojekê sînordar nemîne’
Daxuyanî wiha bidawî bû: “Em bang li hemû sazî û rêxistinên mafên mirovan, bi taybet rêxistinên ku mafên astengdaran diparêzin dikin ku pêwîste alîkariyeke ji bo astengdaran peyda bikin, ji ber hewcedariya van kesan bi alîkariya lezgîn heye, mîna sitargeh, guhdana tendûristî, herwiha piştgiriya derûnî û civakî ji wan re peyda bikin. Îro di salvegera Roja Cîhanî ya Astengdaran de, divê em mafên mirovên astengdar bi bîr bînin û tenê bi pîrozkirina rojekê sînordar nemîne.”






