Navenda Nûçeyan
Kongra Star bi daxuyaniyekê êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ya dagirker û dîlgirtina şervanên jin yên parastina Şex Meqsûd şermezar kir û banga bilindkirina asta têkoşînê kir.
Dewleta Tirk a dagirker di serê vê mehê de di çerçoveya ku bi komên çete yên HTŞ’ê re plansaziya êrîşê dikir, di 27’ê Mijdarê de di xeta Idlib-Rojavayê Helebê de êrîşên xwe yên hevpar a li ser hêzên hikumeta Sûriyê da destpêkirin. Bêguman şer bi rengekî piralî û dijwar didome û mixabin di nava Hêzên Parastina Şêxmeqsûd de hin ciwan birîndar bûne û dîl ketine destê çeteyan. Di nav van dîlgirtiyan de şervanên jin jî hebûn.
Derheqê dilgirtina şervanên jin yên parastina Şêx Meqsûd û kiryarên dijmirovî, Kongra Star daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha bû:
“Îro, şerê cihanê ya sêyemîn di Rojhilata navîn taybet li ser axa Sûriyê hatiye destpêkirin û hemû planên xwe yên qirêj, taybet li ser gelên Kurd û gelên heremê didin meşandin. Armanca wan ewe ku taybet erdnîgariya Kurdistanê û Rojhilata navîn ji xwe re parve bikin û bi rêya pilanên dewleta Tirkiyê dixwazin sîstema jiyana demokratîk a ku di şoreşa Rojava de pêşdikeve ji holê rabikin û li dijî felsefeya alternatîf a Rêber Apo ya ku pêşxistiye bisekinin û hemû hêzên hegomon planên xwe kirine yek û bi rêya çeteyên Daîşê ve taybet li ser gelê Kurd û gelên heremê planên dagirkirin û qirkirinê pêktînin. Şerê li ser bajarê kevnar ya Helebê jî encama vê yekê ye û bi îxaneteke pir mezin ve li hemberî hemû cihanê sûcekî dij exlaqî û dij mirovî pêktînin.
Weke tê zanîn her çiqasî bi navê wek El-Nûsra hatibe guhertin jî lê di esasê xwe de navê wan çeteyên Daîşê ne û van çeteyên hov tevî hevkariya planên qirêj ên navdewletî ve êrîş li ser herêma Şehba-Efrîn û Helebê pêk anîn. Armanca vê êrîşê ew e ku destkeftiyên Şoreşa Rojava ji holê rabikin û sîstema Xweseriya Demokratîk hilweşînin. Di heman demê de dixwazin axa suriyê li gor planên desthilatdariya xwe di nav hevdû de ji xwe re parvebikin û bi rêya aloziya şer ve hebûn û jiyana mirovatiyê li gor berjewendiyên xwe dizayn bikin. li ser civakê qirkirinê pêktînin û bi rêya dagirkirinê dixwazin hebûn û azadiya Kurdan ji holê rabikin. Ev plan ji aliyê Dewleta Tirk a dagirker ve li dijî gelên Suriyê pêkhatiye.
Li hemberî van kiryar û polîtikayên qirêj ên hêzên hegomon û navdewletî bi sala ne taybet civaka gelê Kurd û gelên heremê li berxwe didin û jibo hebûn û azadiya xwe têdikoşin. Li hemberî dagirkeran bi rih û baweriya şerê gelên şoreşgerî ve xwe amade dikin û sîstema jiyana Demokratîk avadikin. Jibo wê jî ev zêdetirî şeş salin gelê Efrîn û Helebê li hemberî her zor û zehmetiyên giran têkoşîn kirin û berxwedaniyê bêhempa nîşandan. Bi hêza xwe ya cewherî ve li hemberî êrîşên şerê taybet dagirkirinê xwe li ser lingan girtin û sîstema jiyana hebûn û azadiya xwe, bi xwe rêvebirin. Gelê Kurd bi sala ne li taxa herî mezin a Helebê de jiyan dikin û hebûna xwe diparêzin. Îro ji aliyê serkêşiya dewleta Tirkiyê ve çeteyên El-Nûsra êrîşî herêma Şehba, taxên Şexmexsûd û Eşrefiyê kirin û di encama vê êrîşê de sê şervanên jin yên paratina gelê Şêxmeqsudê dikirin hatin dîl girtin. Ev yek, zihniyet, nêzikatî û kiryarên Daîşê ya ku li hemberî jinên Ezidiyên Şengalê tîne bîra hemû cihanê. Tê zanîn ku çawa serê wan dihate jêkirin û ew li bazaran difrotin. Dijminahiya wan a li hemberî hebûna jinê carekedin radixe ber çavan. helbet, ji vê nêzikatiya hovane û qirêj dewleta dagirker û serçeteyên Erdoxan berpirsiyare û wê bersiva vê dîlgirtinê girantir bê dayîn.
Şervanên jin yê parastina hebûn û azadiya gelên xwe û yên heremê ye. Berxwedanî û têkoşîna cengewariya parastina gel û jinan îro ji aliyê hemû dinyayê tê zanîn û jibo hemû jinên cihanê hêviyek mezin daye avakirin û bûye çavkaniya îlhama xweparastinê. Tevî mîrasa dîroka têkoşîn û berxwedaniya jinên cihanê ve artêşbûyîna jinê de bi sekin û îradeya xwe ve şoreşek derxistiye holê. Em wek Meclîsa K.Star A Rojava dîlgirtina her sê şervan û parêzvanên jin şermezar dikin û vê kiryarê dij-exlaqî dibînin. Em bangewaziya xwe jibo rêxistina efûya nav netewî, hemû sazî û dezgehên civaka sivîl, kesên rewşenbîr, demokrat û azadîxwaz dikin ku li hemberî dîlgirtina Şervanên jin ku parastina gelê şêxmeqsûdê dikirin bê deng nemînin. Ev nêzikatiya derveyî exlaqê şer’e divê neyê qebûlkirin û li hmberî vê yekê helwest bê nîşandan.
Em li ser navê hemû jinên Kongra Star A Rojava soza xwe didin ku emê li dijî vê pêkanînê hîn zêdetir xwe bi rêxistin bikin, axa xwe biparêzin hejmara şervan û parêzvanan zêdetir bikin. Tola hevalên xwe yên jin bigrin, li hemberî dagirkerî û qirkirina Çeteyên hovane li berxwe bidin, têbikoşîn. Bi rihê şerê gelên şoreşgerî ve emê bi serkevin û darbeyên mezintir li dagirkeran bidin.bi Pêşengtiya jinên fedayî, mîlîtan, şervan, berxwedêr û têkoşînvanan ve wê bersivên dîrokî bên dayîn.
Em bangewaziya xwe jibo hemû jinên cîhanê dikin ku divê li her sê şervanên jin ku parastina gel û jinan dikirin, ku ji hemû jinên cihanê re bibû îlhama mezin divê em îro li wan xwedî derbikevin û mafê jiyana wan biparêzin.
Hebûna parêzvanên jinan parastina hebûna hemû jinan îfade dike. Li hemberî hişmendiya desthilatdarî û serweriya zilamên serdest em yekîtiya têkoşîn û berxwedaniya hemû jinan bidin avakirin û dengê xwe li hemberî vê dîlgirtinê bikin yek deng. Divê em êrîşên taybet ên li ser jinan û gelên heremê tu carî qebûl nekin û li berxwe bidin, têkoşîna xwe Bi rastiya Şerê Gelên Şoreşgerî ve bidin nîşandan.”






