Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şêniyên Qamişlo piştgirî dan Şehba û Til Rifetê

02/12/2024
in NÛÇE
A A
Şêniyên Qamişlo piştgirî dan Şehba û Til Rifetê
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Ji bo şermezarkirina êrişên ku li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên û piştgiriyê bidin gelê Şehba, Til Rifet, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, Şêniyên Qamişlo meşeke girseyî li da xistin.

Insyatîfa Gel li bajarê Qamişlo meşeke girseyî ji bo piştgiriya şêniyên Şehba û Til Rifetê li dar xist, bi sedan gelê bajarê Qamişlo tevlî meşê bûn, meş ji çerxerêya Sonî dest pê kir heya navenda Mihemed Şêxo berdewam bû.

Di meşê de nivîsên (Bi sekna gelê şoreşger, em ê dagirkeriyê têk bibin. Axa Bakur û Rojhiatê Sûriyê ji Erdogan û DAIŞ`ê re bibe gorîstan. QSD’ê Gel e, Gel I vir e) hatin bilinkirin.

Piştî şênî gihaştin pêşiya navenda Mihemed Şêxo deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan bêdeng sekinîn. Piştre bi nave Insyatîfa Gel Yûsif Kutê axivî.

Yûsif Kutê di destpêka axaftina xwe de berxwedana gelê ku ev 15 sal têkoşîn dike û heya niha li ser piya bêhempa xebatên xwe dide pêş bi bîr anî û wiha got: “Ev hefteyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî êrîşên pir dijwar tê, ev êrîş ji hêla Heîet Tehrîr Elşam ku berê bi navê Cebhet Elnusra dihat naskirin, ev tevger bi desteka delweta Tirk a faşîzim berê xwe carekî din didin Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Çeteyên ku ketine nav lîsteya terorê, îro binpêkirinan di derheqê gelê Sûriyê de pêk tînin. Êv êriş û vekişandina hêza Şamê û Rûsya komployeke û bi sîstemekê hatiye dayîn. Rûsiya careke din rê vekir da ku dîsa nexşeya (Mîsaqa El Milî) di herêmê de bê meşandin, di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de, îro operasyona demografîk di hundirê kurdistanê tê kirin.Gelê me yê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê xistin nava çemberekê. Gelê Şehba û Til Rifet ev sê roj in li beramberî zordariya çeteyên dewleta Tirk in, îro gelê me li kolanan di vê cemedê de radizên li hêviya dergeheke bi ewle ne.”

Yûsif Kutê wiha domand: “Em bawer in ku gelê me li Rojavayê Kurdistanê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemî pêkhateyên xwe kurd, ereb suyran, aşûr, kildan û ermen wê piştgiriya gelê xwe yên Şehba û Til Rifetê bikin. Êrişa ku îro tê kirin, ne tenê li ser kurdan tê kirin, ev êrîş li ser tevahî Sûriyê ye.”

Di dawiyê de Yûsif Kutê wiha got: “Hevalê me tune ye ji bilî îradeya me, çawa em di Kobanê de bi ser ketin, divê di hundirê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de jî bi ser bikevin. Wê her tim jî serkeftin ya me be.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.