Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Beşa Biyolojî di Zanîngeha Rojava de

01/12/2024
in CIVAK Û JIYAN
A A
Beşa Biyolojî di Zanîngeha Rojava de
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim/Qamişlo

Mamosteyê beşa Biyolojî ya Zanîngeha Rojava Mihmed Şêx Mûsa dayir ku di sala 2016’an de ev beş hate vekirin, bi armanca ku xwendekar cihên xwe di nava saziyên Rêveberiya Xweser û hemû saziyên tendirustî û perwerdeyê de bigrin.

Zanîngeha Rojava ku yek ji destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê ye, ji bo xwendekarên hermê di sala 2016’an de hat damezrandin. Roj bi roj pêşket û niha bi sedan xwendekar di fakulte û beşên cuda yên zanîngehê de cihê xwe digrin. Yek ji beşên girîng yên zanîngehê jî beşê biyolojî ye ku dema xwendina wê çar sale.

Di derbarê beşa biyolojî ya Zaîngeha Rojava, mamosteyê beşa biyolojî Mihmed Şêx Mûsa ji rojnameya me re axavî.

Avabûna beşê biolojîk

Mihmed Şêx Mûsa anî ziman ku beşê biyolojî cihê xwe di fakulteya Zanistê Xweza û Teknolojî de digire û wiha got: “Beşê biyolojî di 2016’an de bi avakirina zanîngehê, hate avakirin, di heman salê de xwendekar tevlî beşê biyolojî bûn. Herwiha heta niha 3 kom ji xwendekaran hatine derçûkirin. Salên xwendina vî beşî çarin. Beş bi giştî li ser metiryalên girêdayî şaneyên, lawiran, şînatî û zindiyên biçûk disekine. Bi giştî li ser gewdeyê mirov, şînatî û heyînên zindî tê dayîn. Armanc ji vakirina vî beşî ew e ku xwendekar piştî derçûna xwe cihên vala di saziyên Rêveberiya Xweser de dagirin û sûdên bidin civakê.”

Armanca beşa biyolojî

Şêx Mûsa axaftina xwe wiha domand: “Xwendekarên beşê biyolojî piştî derçûnê dikarin gelek cihê vala dagirin û gelek karan bikin. Herwiha xwendekarê derçûyî dikare karê mamostetiyê di dibistan, peymangeh û  zanîngehan de cihê xwe bigrin. Di heman demê de dikare di kargehên xwarinên yan jî dermanan de dikare kar bikin. Pêwîstiya wan heye ji ber ku gelek metiryal derbasî Rojava dibin, divê werin lêkolînkirin û derçûnên vî beşî dikarin di vî warî de jî kar bikin, û hem dikarin di nexwşxaneyan û teqîgehan de jî kar bikin.”

Pirojeyên dema pêş

Mamosteyê beşa biolojî ya Zanîngeha Rojava Mihmed Şêx Mûsa axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Planên me ji bo vî beşî hene, xwendina bilind  her sal di beş de tê vekirin. Herwiha kesê ku hate derçûnkirî dikarin  xwendina master bixwînin, xwendina master sê beşên wê hene sosiyolojia bijîjkî, Heyînên zindî, biyotokolojî heye. Ev dema niha amede ne, di demên pêş de hîn planên din jî hene, em ê beşên di jî vekin. Di dema niha de di palanekê de kar dikin taqîgehên xwe  xurtir bikin, îsal jî haziriyên teqîgehan bi rengekî baş hatiye kirin, heta ku xwendekar bi asteke baş  biratîk bibin. Lê birastî astengî hene, lê ev zehmetî li ber çavane, ji ber ku Rojava bi giştî di dorpêçê de ye, bi taybet ji aliyê Bakur û Başûr ji ber ku amûrên em dixwazin bi zehmetî digihêjine me û hin pispor hene dixwazin ku werin Rojava ku semîneran bidin û cihê xwe di zanîngehê de bigirin zehmetî ji vî alî de jî hene. Em dixwazin ku hejmarekê ji xwendekaran derbiçin li gorî fikir û felsefeya netewa dîmkratîk derbiçin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.