Amara Baran/Qamişlo
Rojnamevan Sînan Cûdî diyar kir ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, li hemberî pergala işkence û qirkirinê ya Îmraliyê yek gotinê nake, li gorî berjewndiyên hêzên navneteweyî tevdigere û bi dewleta tirk re jî di nava bazaran de ye.
Di derbarê pergala îşkence û qirkirina ku li Îmraliyê de tê meşandin, rojnamevan Sînan Cûdî bersiva pirsê Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
-Ev 26 sal in ku siyaseta qirkirin û îşkencê li îmraliyê tê meşandin, hedefa dewleta tirk ji vî siyasetê çi ye?
Rêber Apo, di paraznamêyên xwe de pêvajoya komployê bi berfirehî nirxandiye. Aliyên beşdar û rewşên bûne sedemê komployê bi hemû hûrgiliyên wê raxistiye ber çavan. Bi taybet di Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de plansazîyên nîzama navnetewî û rola dewleta tirk di wan pilanan de pir berfireh dibêje. Ji bo em bikaribin sîstema êşkenceya îmralîyê ya 26 salan serwext bin û têbigihijin, bêguman divê van pilanan û girîngiya Rêber Apo bizanibin.
Rêber Apo dibêje, “Pêvajoya komployê ji serî heta dawiyê ji aliyê Îsraîl-DYA-YE û Rûsyaya Sovyet a perçebûyî ve hat afirandin. Rola Hikûmetên Sûriye, Yewnanîstan û Tirkiyeyê di komployê de nikare ji xizmetên burokratîk ên destê duyemîn derkeve.” yanî esas de pêkanîn û meşandina komployê ji destê dewletên navnetewî çêdibe. Ji xwe dema Rêbertî dibin girtîgeha îmraliyê jî ev rewş eşkeretir dibe. Rêber Apo ji bo wê kelîyê wiha digot; “Dema ez birim Girtîgeha Îmraliyê, kesê yekem ku silav da min nûnerê serokatiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya girêdayî Konseya Ewropayê bû. Tişta ewil got, “Hûn ê li vê girtîgehê bimînin, em ê bi rêya Konseya Ewropayê çavdêriya wê bikin û hewl bidin ku hin çareseriyan pêş bixin.”
Ev tê çi wateyê? Tê wateya ku komplo û sîstema êşkenceyê Îmralîyê ne tenê di destê dewleta tirk de ye. Ji xwe serok hikûmetê dewleta dagirker a tirk a wê demê Bûlend Ecevît jî gotibû, “ez nizanim Apo çima radestî me kirin”.
Bêguman DYA, YE û dewleta tirk bi heman armancê tevdigerin. Nîzama sedsala 20’emîn li ser tinebûna kurdan hatibû saz kirin û van hêzan ev sed sal in dixwazin heman nîzame bidin berdewam kirin. Lê têkoşîna tevgera azadiyê kurdistanê hemû pilanê van hêzan xirakir. Di şexsê Rêber Apo de Kurdê Azad xwe bi rêxistin kir û hemû cîhanê re nîşan kir ku bê Kurd nikarin li vê herêmê tevbigerin. Lewma li dijî Rêbertî tol standinekî mijarê gotinê ye.
Ne rejîmên klasîk ên sultayî yên ji serdemê navîn mane û ne jî dewlet netewên wekê berdewamîyê wan in nikaribûn vê pêşketinê xwe ragirtibana. Bi ferd û civakê xwe re Kurdê azad hemû jiberê wan xiradikir. Ji ber ku hem bîrdozîyên fetihkar ên îslamî û hem jî bîrdozîyên nijadperêst ên lîberalîzmê kurdê azad ji defterê xwe mehandibûn. Ê ku di şexsê Rêber Apo de dihat hedefgirtin û mahkum kirin di eslê xwe de gelê kurd bû.
Ger hîna jî di girtîgeha îmralîyê de tecrîd û êşkenceyekî girankirî bi vê awayî berdewam dike, sedemê esasî ev e.
Dewleta Tirk gelek mafên hiquûqî û mirovî bin pê dike, yek jê mafê hêviyê ye, di heman demê de qedexekirina hevdîtana bi parêzer û malbatê re, hûn vî çawa dinirxînin
Rêber Apo rewşa xwe ya li îmralîyê weke rehînbûn bi nav kir. Wekê tê zanîn rehîn ji wan kesên ku ji bo bicîhanîna peyman an daxwazek tê girtin re tê gotin. Mafên wan ên hiqûqî tûne ne. Ji ber rewşekî wan a hiqûqî nîne. Sedemên girtinê jî sîyasî ye, rewşa wî ya di girtîgehê de jî bi vê şeklî ye. Ango ji bo berxwedana gelên me bişkînin û hemû hêzên xwe teslîmî dijminên xwe bikin, Rêber Apo wekê rehîn bi kar tînin.
Lewma divê binpêkirinên hiqûqî jî wekê perçekî ji armancên sîyasî ya tirkan û hêzên li pişt wî ne bibînin. Çima wekê Rêber û nûnerê gelekî nabînin? Çima wekê kesayetekî hiqûqî nabînin û mafên bingehîn a mirovî li ser Rêber Apo pêk naynin? Ji ber ku nêzîkatîya Rêber Apo nêzîkatîya gelê kurd e. Ger ev sed sal in gelê kurd tune tê hesibandin û nîzam li gorî vê hatibe avakirin, ne dûr e ku Rêber Apo jî bi vê şeklî nebînin.
Em di nava şerê cihanê ya sêyemîn de ne. Ango hemû dewletên navnetewî û herêmî hewldidin di nexşeya nû ya Rojhilatanavîn de li gorî berjewendîyên xwe nîzamekî biafirînin. Lê naxwazin ev nîzam bingehên esasî ya di şerê cihanê duyemîn de avetine xira bike. Lewma divê tifaqiyê wan a li ser tune hesibandina kurdan hatiye ava kirin berdewam bike.
Dixwazin ku kurd di xizmeta wan de bin, ne ji bo xwe, lê ji bo berjewendîya hêzên kûrewî bijîn û têbikoşin. Ji ber ku Rêber Apo vê ferasetê erê nake û îrade û vîna kurdan di pêşengtiya PKK de misoger kir û di heman demê de di nexşeyên sîyasî ya cihanî de pirsgirêka kurd xuyanîtir kir tê asteng kirin. Naxwazin Rêber Apo biaxive, naxwazin perspektifan ava bike. Ji ber bi axaftinekî dikare bi mîlyonan bandor bike naxwazin ew biaxive û sîyasetê bimeşîne. Rêber Apo bi xwe dibêje min heftekî bihêlin ezê hemû pirsgirêkên şer çareser bikim.
Ger şer bisekine wê çi be? Bêguman mesleheta hemû hêzên kûrewî û herêmî asteng bibin. Hemû gelên ku tê xapandin dikarin ji rewşê agahdar bin û li pêşîyê polîtîkayên hêzên dagirker rabin tekoşînê bikin.
Ji ber van sedeman nahêlin Rêber Apo yek ji mafên bingehîn a mirovahîyê jî feyde bibîne.
Gelê ku îro li tevahî cîhanê bi çalakî û bertekên xwe çi bersivê dide dewleta Tirk û dewletên ku destên wan di vî komploy de heye?
Bêguman di serî de jin û ciwanan, hemû gelên herêmê û cihanê wateya komployê baş dizanin. Rêber apo, ne tenê wekê serokê gelekî yan partîyekî ye. Rêber Apo bûye hêvîyê hemû gelan. Gelê kurd lewma bi Rêber Apo ve ewqas girêdayî ye. Ji ber profîla Rêbere kî cuda dest nîşan dike. Jiyana wî bi temamî ji bo berjewendiya gelê kurd hatiya hûnandin. Û ev 26 sal in ger dikare li hemberî hemû êşkence û zaxtan berxwe bide, ji xetê xwe mîlîmekî jî paş ve neçe, ev girêdana wî bi doza xwe re destnîşan dike. Di dîroka kurdan de Rêber û pêşengekî bi vî şeklî derneketiye. Lewma gelê kurd zêdetir xwedî derdikeve. Hebûn û tendûristiya wî wekê hebûna xwe dibîne. Hêvî û bawerîyê xwe tenê di wî de dibîne. Lewma bi eşqekî mezin, bê rawestan azadîya Rêber Apo dixwazin û ji bo vê têdikoşin.
Ji xwe ev asta çalakîyê ev 26 sal in qet nesekiniye. Ji bersivdayina destpêke ya komploya 9’ê cotmehê vir ve ev çand berdewam e. çalakîyên hûn “nikarin roja me tarî bikin” û vir ve gelê kurd ev 26 sal in li ser lingan in. ger mirov hebûna xwe bi tiştekî ve girêbide bêguman ji bo wê her tiştî jî dide ber çavan û bi coşekî mezin dikare ew daxwaza xwe jî serbixe.
Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo çi erk dikeve ser milên saziyên hiqûqî û mirovî yên navnetewî çine?
beriye her tiştî divê rastiya Rêber Apo baş bizanibin. Ger dixwazin bêhiqûqîye heyî tehlîl bikin, divê sedemên girtin û sîstema îmralîyê çima hatiya danîn divê baş bizanibin. Ji bo vê jî berîye her tiştî divê nîzama kapîtalîzmê, modernîteya kapîtalîzmê baş were analîzkirin.
Nêrîn û pêşnîyarên Rêber Apo ya li hemberî pirsgirêkên civakî daniye jî divê baş bê zanîn. Rêbertî di paraznamêyê xwe ya bi navê Parastina Gelekî de vê baş anîbû ziman, digot, “ger dixwazin yekî biparêzin divê pêşîye bizanibin xwe çawa biparêzin”. Sîstemê di nav de jiyan dikin çi ye, çi bandor li ser wan kiriye çi ye divê bizanibin. Avahiya zêhnî çawa hatiye hûnandin, kapîtalîzm civakan anîye çi halî û çiqas ji exlaq bê par hiştiye divê his bikin û bizanibin.
Heta van dahurandinan nekin, nikaribin li hemberî sîstema kapîtalîzmê ku hemû civakan xistiye nava qefesekî hesinî de rast têbigihijin. Lîstok û xapandinên hatinê danîn nikarin fêm bikin. Bêhiqûqiyên heyî jî nikarin baş tehlîl bikin.
Ger van hemûyan tehlîl bikin, hingî dikarin têkoşînekî encamgir bimeşînin. Ev têkoşîn jî divê ji kok û cewher be. Ango ne di sînorên hiqûqa heyî de têbikoşin, ji bo hejandin û hilweşandina hiqûqa heyî divê têkoşîn bê danîn. Ji ber ku hiqûqa navnetewî de mafê gelê kurd û nûnerê wê ya herî li pêş, mafê Rêber Apo tune ye. Mafên gelên bindest, jinan, kêmnetewan û hemû kesên mexdur tune ye. Yanî bi kurtasî tekoşînekî hiqûqî ya bê meşandin ji bo avakirina hiqûkekî adîl be. Ji bo civaka exlaqî û polîtîk be. Ji ber ku di hiqûqa heyî de valatî û xapandin zehf e. dozên Rêber Apo yên heyî jî vê eşkere dike. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, tecrîda li ser Rêber Apo gotin nake. Rixmê ku dibêjin dadgehkirin ne adîl e, lê ji bo dadgehkirinekî adîl ked nade. Hemû tekîlîyên xwe dispêre berjewendiyê dewletên netewe. Bi dewleta tirk re jî li ser van esasan bazariyan dikin.
Lewma erkê serekê ya ku dikeve li ser milên sazî û dezgehên hiqûqî û mirovî ewê ku, rexne li vê hiqûqê bikin û dewsa wê de hiqûqekî ku mafên gelê kurd û Rêber Apo misoger dike biafirînin.