Amara Baran/Qamişlo
Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut diyar kir ku ji bo çreserkirina pirsgirêka gelê kurd ji aliyê 300 kesayetên navdar ve deklerasyonek hat destpêkirin û got, “Hemû cîhan dizane ku muxatabê pirsgirêka kurd Rêber Apo ye, ji bo ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin pêwîste azadiya fîzîkî a Rêber Apo pêk were.“
Ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê kurd ji aliyê 300 kesayetên navdar ku nav de nivîskar, rewşenbîr, hiqûqnas û parêzvan hene, deklarsyon hat destpêkirin. Derbarê mijarê de Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut ji rojname ya me re axivî.
Li hemberî şer deklersyona aştiyê
Zubeyde di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, herwiha bidawîanînan şerên ku li Rojhilata Navîn rû didin, ji aliyê 300 kesayetên navdar ve deklerasyon hat destpêkirin û banga aştiyê hat kirin. Ev kesên ku cihê xwe tê de girtine, ew kesên ku hatine surgunkirin û li Awropayê dijîn. Rûxmê hemû bangawaziyan hê jî tu hewldan û gavên şênber nehatine avêtin û dijberî vê yekê gav tên avêtin û wiha cih da deklerasoynê: “Geşedanên dawî gotinên ‘Bêyî pêvajo dest pê bike bi dawî bû” didin gotin. Li aliyekî piştî hevdîtina malbatê cezayên dîsîplînê hatin birîn, li aliyê din li Esenyurt, Mêrdîn, Êlih û Xalfetiyê qeyûm tayînî şaredariyan kirin.
Lê tevî her tiştî em dixwazin pirsgirêka kurd bi rêya aştî û demokratîk çareser bibe. Em dixwazin muzakere rê li pêşiya aştiyek mayinde û çareeseriyek demokratîk veke. Ji bo çareseriyê em dixwazin hemû aliyên ku aştî û çareseriyê dixwazin tev li vê pêvajoyê û hewldanê bêne kirin. Em dixwazin tev bibin aktorên çareseriya aştî û demokratîk.”
‘AKP-MHP jî dizanin ku muxatib li gireva Îmraliyê ye’
Zûbeyde wiha domand: “Di heman dema ku AKP û MHP’ê daxuyanî da, li meclisa Tirkiyê jî destdirêjî li şandeya DEM Partiyê hat kirin. Di heman hefteyê de qayûm avetin li ser îradeya gelê kurd. Ji xwe dîsa tasfiyekirina îradeya gelan û tasfiyekirina çand û nasnameya gelan e, ji ber wî jî kesên ku îro tundiyê li hemberî gelê Bakur û li çar parçeyên Kurdistanê dewam dike, kesên aşitîxwaz û kesên ku dixwazin pirsgirêka kurd were çareserkirin ew jî kesên ku îro di surgunê de ne wek siyasêtmedar, nivîskar, akademisyen, rojnamevan, hiquqnas, parezvan û hwd. Gelek kesên ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker gotina “aşitiyê ” kar anîbûn hatibûn surgunkirin, rojnamevanên ku bi pênûsa xwe behsa aşitiyê kiribûN, siyasetmedarê ku behsa welat demokratîk û aşitiyekî mayende li Rojhilata Navîn û KurdIstanê pêk bê ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin li hemberê erîşên faşîzma Tirkiyê sekinin û gotina xwe gotin ji ber wî jî bi sedan kes hatin surgunkirin.”
Ji bo aşitîyek mayînde 300 kesên navdar tevlî deklerasyonê bûn
Zubeyde da zanîn ku ev deklerasyon ji bo aşîtiyek mayînde ku li Rojhilata Navîn pirsgirêka kurd bê çareserekirin li ser vî esase ev daxuyanî ji aliye 300 kesî ve hat dayîn û wiha got: “Hemû cîhan jî dizane ku muxatabê pirsgirêka kurd Rêber Apo ye, ji bo ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin pêwîste tecrîd bê şikandin û azadiya fîzîkî a Rêber Apo pêk were. Dewleta Tirk roj bi roj tecrîdê giran dike li kêleka wî ji rojanê êriş li ser gelê kurd pêk tînin. Îro herkese ku li hemberê şer û qirkirinê disekine dibînin ku muxatap ev 26 salin ku li gireva Îmraliyê hatiye dîlgirtin li hemberê wî pêvajoyê pêwîstî bi deklerasyonekî wiha hat dîtin û bangawazî li netew û dewletan hat kirin. Dewleta Tirk li hemberê gelan şerê bê exlaq dide meşandin li ser vî esasê bangawazî hat kirin.
‘Çalakiyên me her û her bidomin’
Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut axaftina xwe wiha qedand: “Gelek caran daxuyaniyê bi vî renge û bi haman naverokê hatin dayîn, lê dewletên navnetewî û dewleta tirk jî tu caran guh nedan bandgawaziyên çareserkirina pirsgirêka kurd, ji bo ku tevahî gelên Rojhilata Navîn bi jiyanekî hevbeş bi hev re jiyan bikin bi çand nasname û zimanê xwe jiyan bikin ev pir zêde nehat dîqatkirin. Ji bo bersivdayinê ne dewletên navnetewî ne jî dewleta Tirkiyê di vî warê de ji bo çarseriya mirovahiyê bersiv nedan. Emê li hember şer, qirkirin û hemû polîtîkayên qirêj bi israrbin û di berxwedaniya xwe de gav paşda neavêjin. Ev kesên ku di deklerasyonê de cîh digrin û îmze avêtine parastina aşitiyê û demokrasiye dikin bi nivîsên xwe bi gotin û peyvên xwe li hemberê şer disekinin û tînin ziman ku ew ê bi pênûs û seknaxwe ya aşitî xwez demokrasiye biparêzin ku heta dewletên nav netew û dewleta tirk bersivek bide ewê dem bi dem çalakiyên bi vî renge bên li darxistin.”






