Mihemed Seydi
Gotineke bav û kalên Kurdan heye ku ji bo dewleta Tirk dibêjin, Dewleta Tirk Ker be jî lê siwar neyên”. Dema ev gotin ji devê Kurdan derdikeve, ji ber ew vê dewletê û çavkaniya wan baş nas dikin.
Dewleta Tirk di van 10 salên dawî û bi taybet piştî têkbirina pêvajoya aştiyê ya bi rêber Apo re, siyaseta zextê li ser hemû welat û dewletên bandora wê li ser siyaseta herêmê heye da meşandin. Ev rewşa zextê, bi taybet piştî têkbirina DAIŞ ku dewleta Tirk dixwest planên xwe yên kontrolkirina herêmê bi wê bi cih bîne, qewimî. Bi taybet jî plana ku Erdogan digot ” Kobanê ket û ha dikeve”. Bi têkbirina DAIŞ’ê li Kobanê, dewleta Tirk pêvajoya danûstandinê li gel Abdullah Ocalan têk bir, bi welatên Kendavê û bi taybet bi Erebistana Siudiyê re ket nava aloziyê, bi Rûsiya re kirîza xistina balafira wan û dîsa bi destwerdanên li Misir û Lîbiya ku dor lê teng bû. Pişt dît ku bi sirtenboziya siyaset nameşe, vê carê çû ber lingê Putin û jê lêborîn xwest û wiha pêvajo heta demekê bir. Paşê xwest bi siyaseta peywendiyên baş ên li gel Rûsiya, zextê li Ewrûpa û DYA jî bike da rê li pêşiyê vekin ku li herêmê bibe serwerê yekem. Ev siyaseta dewleta tirk dîsa heta demekê kulek meşiya, lê bi zelalbûna rewşa heyî li herêma derdora derya Sipî, êdî seqet ma.
Lê ev seqetî ji ku tê û çi sebebe ku dewleta Tirk di siyaseta xwe de ewqas tengav bûye?
Di vê dema halî hazir de, dewleta Tirk tenê hebûn û siyaseta Kurdan li herêmê ji xwe re çavkaniya têkçûnê dibîne. Ji ber wê, piştî hatina serokê DYA Baidin û heta berî wê di serdema Tramp de, zêde kete tevgerê ku Rêveberiya Xweser û siyaseta Kurd li Rojava bi taybet nemîne. Lê dema DYA ev siyaseta wan qebûl nekir, vê carê berê xwe da Rûsiya û xwest wan û Esed li hev bîne. Bi hevdîtina di navbera Erdogan û Esed, dewleta Tirk dikare dîsa zextê li Amerîka bike û bibêje yan hûnê rê bidin ku ez bikevim herêmên Kurdan an jî ez ê bi rêjîmê re li hev bikim û siyaseta we tengav bikim. Lê Amerîka û Ewrûpa bi zelalî ji Tirkan re gotin; ew hevdîtinên ku hebûna Esed rewa bikin qebûl nakin û divê biryara NY ya 2254 bi cih bê. Li aliyê din, Beşar El-Esed jî bi israr xwest ku dewleta Tirk ji axa Sûriyê ya dagirkiriye derkeve û paşê ew dikarin bi wan re hevdîtinekê bikin.
Herwiha her cara Erdogan bang li Esed dikir da ew bi hev re rûnên, bi zelalî jê dixwest ku ew alîkariya hev bikin da Rêveberiya Xweser û QSD’ê têk bibin. Lê ev jî nebû û hemû derî li wan hatin girtin. Lewra careke din mijara hevdîtinên bi rêber Apo re û pêvajoyeke nû ya bi Kurdan re xistin rojevê. Ev pêvajo çiqasî ji dile û pişt berdeya wê çi heye, em nizanin û tiştek nehatiye gotin. PKK’ê eşkere kir ku tiştek ji wan re nehatiye gotin û aliyên DEM partî jî bêyî ku bibêjin, siyaseta dewletê ya zextê niyeta li hember Kurdan raxist ber çavan.
Li aliyekî dewleta Tirk û Bahçelî qale siyaseta lihevhatinê bi kurdan re dikin, li aliyê din Rojava tê bombebarankirin. Dibêjin ew û kurdan bira ne, şaredariyên wan qeyûman davêjin ser û bi sedan polîsan dor li çalakiyên wan digrin. Tevî van hemû êrişan jî derdikevin dibêjin bila çekan deyînin em li hev werin. Gelo wê çi lihevhatin be ger hêza Kurdan nebe? Ev hêz heye û ewqas êriş dikin, ger hêz nebe wê demê wê bi komî qir bikin.
Li gorî ku mirov bala xwe dide gotinên Erdogan ên ku di 27’ê mijdarê de kirî ku dibêje ji PKK’ê re dibêje çekên xwe deyînin û pêşiya we vedibe. Dewleta Tirk û Erdogan wê pêşiya PKK’ê ya çi vekin ger hêza wê nebe? Ya balkêş bi vê axaftina Erdogan re, serokê PDK’ê Mesud Berzanî jî bang li PKK’ê dike ku dest ji çekan berdin. Ger Erdogan vê bangê li PKK’ê dike lê ji Rojava ji bilî xwe radest bikin çi dixwaze?
Lê gelo di rojhilata Navîn, di cihê alozî û şer de, miletekî artêş û çekên wî nebin, ew ê çi were serê wî? Gelo Mesud Berzanî ji bîr kir ku dema DAIŞ’ê hat û gihîşt sînorê Hewlêrê? Ger di destê zarokên Şengalê de di sala 2014’an de çek hebûna ew ê ev qirkirin pêk hatiba? Mirov ji bangên Erdogan fêm dike ku ew dixwaze kurdan qir bike lê serokê PDK’ê çi dixwaze ku vê bangê dike?
Herwiha dewleta Tirk li aliyekî dibêje ka werin em meselê çareser bikin û çekan deyînin, li aliyê din wezîrê wê yê parastinê Yaşar Guler daxuyaniyê dide ku wan li Zapê kilît girtine. Yanî qaşo cihê ku plan kirine dagirkirine. Dîsa dibe ku ev qaşo pêvajoya dewleta Tirk bi Kurdan re, mesajek be ji bo Esed a dibêje, ger tu neyê û bi me re li dijî Kurdan li hev nekî, em dikarin bi kurdan re lihev bikin û Sûriyê jî parçe bikin. Yanî ev daxuyaniyên wan ên ji bo destpêkirina pêvajoyê di pişt vê armancê de ye. Lê roj li pêşiya me ne ku em binêrin plan çiye.






