23’yê Çile ya 2017’an aliyên nû ketin bazareke nû ya bi navê Astana û raste rast dest bi kirîn û firotinê kirin.
23’yê Çile 2017 tora yekem a Astana bi garantoriya Rûsya, Tirkiye û Îranê hat lidarxistin.
Bi vê yekê re, Li Sûriyê rewşeke nû û rojeveke nû derket, ew jî radestkirina hin herêman an jî dest guhertina hin herêman bû. Ger gotin di cih de be destûrdayîna ku hêzeke dagirker eşkere parçeyekî axa sûriyê dagir bike û dest bi guhertina demografîk li herêmê bê kirin. Ev lihevkirina ku di bin navê herêmên kêmkirina şer an jî kêmstrês dihat bi navkirin dest pê kir, riya dagirkeriya Tirk bi 12 qereqolan ( nûqteyên çavdêriyê) pêk hat. Lihevkirina destpêkê heta Astana 9 dewam kir. Bazariyan ji vir dest pê kir û Îran, Rûsya û Tirkiya bûn bazirganên sereke. Navê guhertina demografîk kirin çareseriya aloziyê, komkujiyên dihatin kirin parastina ewlehiya sînor û kuştina sivîlan jî bû dawî anîna li Terorê.
Hemû kiryar û bûyer bi çareseriya aloziyê dihate bilêvkirin û navkirin. Li ser navê gelê Sûriyê axa Sûriyê bêyî ku nûnerên gelê Sûriyê hebin, di komcivînan de dihate dabeşkriin. Aliyên ku eşekere navê wan derbas dibû û serkêşiya van pîlanan dikirin Rûsya, Tirkiya û Îran bûn û heta Astana 9 ev pîlanên xwe bi rêve birin. Piştî ku herêmên Xutaya Rojhilat û başûr Şamê hatin valakirin û bi hezaran çete û malbatên wan li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve dagirkirî hatin bi cih kirin û rê hat dayîn Efrîn were wêrankirin, êdî nakokî derketin holê û mezintir bûn. Êdî her kes behsa hebûna Îranê li herêmê dike û dibêjin divê ji herêmê bê qewitandin.
Gelo Çima heta niha ji hêzên ser bi Îranê re nedigotin ku divê ji herêmê derkeve û ew dikirin aliyekî bazarê?
Rêjîmê gelek herêm bi desteka Hêzên Îranê kontorl kirin, lê Îranê li vir çi bi dest xist ku niha hemû alî li dijî wê ketine nava tevgerê û dixwazin hebûna wê li nava Sûriyê lewaz bikin. Rûsiya û Emerîka li ser Îranê li hev dikin û rê tê dayîn ku baregehên wê û binkeyên wê yên leşkerî werin bombebaran kirin.
Rûsya ne tenê rê dide ku hêzên Îranê werin hedef girtin, lê bi mijara ku ew ê sîstema hewayî ya S-300 bidin Rêjîmê, rasterast weke daweteke ji bo Îsraîlê bû ku êrîşî Îranê li nava axa Sûriyê bike.
Li vir Armanca Rûsya an jî berjewendiyên wê ji rêdayîna êrîşên li ser Îranê çawa tên dîtin û fêmkirin?
Rûsya dibîne ku çiqas êrîş li ser Îranê çêbibin, ew ê Îran xwe bavêje bextê wê û mihtacî wê bibe. ji wê yekê ye ku her cara êrîş pêk tê Rûsya bê helwest dimîne.
Êdî Îran jî ketiye wê ferqê ku kengî berjiwendiyên Rûsya bixwaze wê Îranê bifroşe. Di heman demê de ger em bala xwe bidin hevalbendê Îranê, Rêjîma Sûrî jî, ew li hember daxwaze Rûsya ya vekişîna Îranê ji Sûriyê tenê bi daxuyaniyên şermok re bi sînore. Dewleta Tirk jî li heman dahola Rûsya dide û bi vê yekê dor li Îranê teng dibe.
Ya ku tê dîtin ew e ku aliyên ku bazarê li ser axa Sûriyê û gelê Sûriyê dikin êdî dem hatiye ku bazarî li ser wan bi xwe jî bê kirin. Îran jî mînaka dest pê kê ye..
Mihemed SEYDÎ