Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Faşîzma Tirk jêdera aloziyên rojhilata navîn e

17/06/2019
in ROJEV
A A
Faşîzma Tirk jêdera aloziyên rojhilata navîn e
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs HENAN/ Ronahî Şehba

Di bin diruşmeya “Bi Ruhê Berxwedana Serdemê û Şêladizê Li Dijî Dagirkeriya Tirk Serî Hil Din” şêniyên Efrîn û Şehbayê roja 15 Hezîranê li gundê Babinis ê girêdayî navçeya Fafînê êrîşên faşîzma Tirk ên li dijî Efrîn, Şehba û Başûrê Kurdistanê bi meşeke bi heybet şermezar kirin.

Meşvanan destnîşan kirin ku heyanî dagirkerî têk neçe ew ê li ser piyan bin. Dîsa meşvanan bêdengiya navneteweyî û rêveberiya Başûrê kurdistanê ya li hemberî êrîşên faşîzma Tirk şermezar kirin û ji civaka navneteweyî û hikumeta başûr hate xwestin ku li hemberî kiryarên faşîzma Tirk bê deng nemînin.

XWEDÎ SEKNEKE BI RÛMET BIN

Di vê derbarê de Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê Şêrîn Hesen axivî û got: “Faşîzma Tirk xwedî xeyalên neo-osmanî ye. Li ser esasê tunekirin û qirkirinan hewl dide projeya xwe bibe serî. Di serî de jî hebûna gelê Kurd hedef digire. Faşîzma Tirk li dijî hebûna gelan e. Hewldanên dagirkirina Başûrê Kurdistanê dewama dagirkirina Efrînê ye. Bila partiyên siyasî yên Başûrê kurdistanê xwedî sekneke bi rûmet bin û li hemberî faşîzma Tirk xwedî helwesteke neteweyî bin.”

Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê di dawiyê de nêzîkatiyên berjewendîparêz ên Rûsyayê jî rexne kir û got: “Di encama komployeke navneteweyî û lihevkirina Tirkiye bi Rûsyayê re Efrîn hate dagirkirin. Bila dewleta Rûs dest ji dijminantiya gelan berde.”

PÊWÎSTE CIVAKA NAVNETEWEYÎ TADEYA FAŞÎZMA TIRK LI SER GELAN BIBÎNE

Hemwelatiyê Efrînê Hisên Reşîd ê ji gundê Erendê jî got: “Gelê Kurd ti carî nûkerî û dagirkeriyê qebûl nake. Pêwîste civaka navneteweyî tadeya faşîzma Tirk li ser hebûna gelan bibîne û bê deng nemîne. Faşîzma Tirk ji bo ku dagirkeriya xwe mayînde bike xwezaya me dişewitîne, mirovan direvîne û kelepûra Efrînê didize û qir dike. Li ber çavên dunyayê guherîna demografîk li Efrînê pêk tîne. Pêwîste Rûsya jî li siyasetên xwe yên li dijî îradeya gelan vegere. Wê bi van siyasetên xwe demdirêj ti qezencan bi dest nexe.”

LI HEMBERÎ DAGIRKERIYÊ YEKÎTIYA XWE AVA BIKIN

Jina bi navê Zeyneb Qenber jî destnîşan kir ku dewleta Rûs heya niha xwe weke berpirsyara çareseriyê nedîtiye û ev tişt anî ziman: “Gelê me wê ti carî li hemberî siyasetên faşîzane yên hikumeta AKP-MHP serî netewîne. Lazime mutefîkê faşîzma Tirk Rûsya jî vê yekê baş bibîne. Rûsya bi siyaseta xwe ji çareseriyê wêdetir dibe parçeyekî aloziyê. Rêdana wê ji dagirkirina Efrînê û hedefgirtina herêma Şehbayê re dirûtiya wê ya siyasî eşkere dike. Pêwîste gelê me jî li hemberî dagirkeriyê yekîtiya xwe ava bike.”

LI EFRÎN, ŞEHBA Û IRAQÊ SÛCÊN ŞER PÊK TÊN

Hevserokê Kantona Şehba Îmad Dawûd jî ev yek anî ziman: “Faşîzma Tirk li dijî gelên Efrîn, Şehba û Iraqê sûcên şer pêk tîne. Wê bi vîna gelan li her derê berxwedana li hemberî siyasetên înkar û îmhayê bi ser keve. Ji lewere pêwîste civaka navneteweyî û bi taybet Rûsya li kêleka berxwedana gelan cihên xwe bigirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.