Rojnameya Ronahî

Dengê Gel, Ronahî

“Dengê Bakurê Suriye; Ronahî, dest bi weşana rojane dike.”
Ev sernavê nûçeya ajansa ANFê ye. Rojnameya Ronahî, wek hemû medya Kurd, li hemberî nevrotîk û îlîzyona dagirkeran, bû neynika rastiyê, di riya aqil de , bi etîkê rojnamevaniyê weşan kir.
Berhemekî “şoreşa gulîstanî” ye. Şoreş jî guhertin e, zemtkirina zimanê jiyanê ye. Şoreşa gulîstanî, di aqil de felsefe ye, di jiyana rojane de demokrasî ye. Demokrasî gel e, rêveberiya gel e. Rojnameya Ronahî bû dengê gel. Di Şoreşa Rojava de, Ronahî qonaxek e; niha jî di weşana rojane de gaveke giring avêt. Ronahî, derbaskirina dema “cahili”yê ye. Cahîliye kuştin e, dagirkerî ye, tunekirina îradeya gel e…
Demeke dirêj e, zimanê Kurdî hatiye dagirkirin; li Bakurê Kurdistanê dagirkerî dewam dike… Vekirina MED TV û gihiştina qonaxa “Medya Plaza Kurd”, şoreşa di nava şoreşê de ye. Demeke dirêj e, bi êş û azar jî be, cîhan li dora Kurdan dizîvire. Tevgera Azadiya Kurd kêşa navendî ye.
Li Kurdistanê tenê şer nîne; “şoreşek” heye û pirrengî ye. Gulbaxî, pirrengî û guhertin!.. 40 sal, di temenê gelan de, di dîrokê de ne dirêj e. Lê, “şoreşa gulîstanî”, di vî temenê kin de, medeke dûr-dirêj stand.
Gelek valahiyên dîrokî hatin dagirtin; yek ji van jî, “medya” ye. Erê, Kurdistan nebûye laburatuvarek çapemeniyê, lê di vê qonaxa bi qîr û teşqele û bi xwîn de, gavên giring hatin avêtin û bingehek hate avakirin, pîşeyekî profesyonel derkete holê… Rojnamevanan, ne tenê rojnamevanî kirin; haceganî-waqanivîsî kirin. Bernameyên wan bûne pirtûk, Faruk Sakik pirtûka ‘Bûyerên Dma Nêz’ mînak e…
Oksîjena vê çavkaniyê, gel û felsefeya modernîteya demokratîk e.
Ji bo vê jî, Medya Kurd nebûye amurê bazarê. Di şoreşa gulîstanî de, gel û baweriyên cûda hene… Çînê bazirgan nînin, hebin jî serdest nebûne û dest ne avêtina medya. Ji destpêkê û heta îro, Medya Kurd berdêl dan, astengî û zextên dijwar dîtin, lê tîtr’ek exlakî zemt kir. Vê jî, dagirker tirsandin. Bi taybetî li Bakûr… Êrîşên li dijî saziyên medya Kurd nîşana vê ne.
Medya Plaza Kurd, li sirgunê ye; destîniya Rojnameya Kurdistan dijî… Ronahî, li welat e, li mîrateya Hawar xwedî derdikeve. Ev şansek e!.. Di şoreşê de, hem felsefe, hem zimanê jiyanê zemt kiriye. Ev jî encama nirx û pîroziyan e…
Hêzên serdest ku li ser cografya Kurdistanê rûniştine, ji rêbazên gerdunî, ji nirxên ademî dûr in. Destê dagirkeran, zêde zêde bi qirêj bûne, bi çi û çawa bişon paqij nabin.
Bêguman li van dewletan rojnamevanên ku bi hişmendiya etîk û normên rojnamevaniya gerdunî haraket dikin hene; lê medya, her dem bûye diranê çerxa tunekirinê. Dîse jî ez bêjim; şoreşa gulîstanî, kilîdên siyaseta inkar û tunekirinê parçe kirine û rê li ber mirovên xwedî etîk û aqîl vekir.
Wek her şoreşê, şoreşa gulîstanî jî, li ser masumiyeta komên xelkê hatiye rûnandin û da xuyakirin ku rûmeta dewletê, ji rûmeta gelan ne serdestir e. Sansura dewletê ne fermanek ezmanî ye. Îrade, aqil û karê kollektîf, ji dewletê bi hêztir û mezintir in.
Medya dagirkerên Kurdistanê jî, dagirker e; teva “mulkiyet” in, bazirgan in. Îdealên demokratîk û rêbazên etîk li cem wan nîne. Biqasî eniya siyasî, medya dagirker jî lewitî ye.
Li Kurdistanê rewş cûda ye: Rojava mînak e.
Medya Kurd, îro mecbur e bibê dadgeh, rojnamevanên Kurd jî mecbur in, hem dadger bin, hem hacegan-waqanivîs bin. Her nûçeya wan, her nirxandin û nivîsa wan ya rojane belge ye. Ya giring: Di vê qonava kin û giring de rojnamevanên medya azad, dane xuya kirin ku ew gulgeştiyê nakin. Ev pîrozî ye û serketin jî para wan e.

Medeni FERHO