Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şêniyên Efrînê: Em ê vegerin axa xwe û Efrînê rizgar bikin

31/05/2019
in ROJEV
A A
Şêniyên Efrînê: Em ê vegerin axa xwe û Efrînê rizgar bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li ser navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê di demên dawîn de zêde kirine, rojan e Tirkiye bê cudahî topan diavêje nav sivîlan.
Şêniyên Efrînê ji 18`ê Adara sala çûyî ve li vê herêmê ne. Şêniyan xwe bi rêxistin kir û 16 komîn li Til Rifetê ava kirin da ku xebata xwe bi rê ve bibin, lê rêxistina şêniyan xweşiya Tirkiyê û çeteyên wê neanî, vê carê dest bi êrîşên ser herêmê kirine.
Der barê mijarê de, hevserokê meclisa navçeya Til Rifet Mihemed Henan axivî û diyar kir li navçeya Til Rifetê bombebaranên bê ser û ber rû didin û wiha got: “Cureyek ji cureyên şerê taybet e, di pêvajoya yekemîn a Berxwedana Serdemê de gel xwe bi rêxistin kir, vê yekê keyfa dagirkeriya Tirkiyê neanî.”
Henan teqez kir ku li ser vê bingehê şênî radestkirinê red dikin û di rêya berxwedanê de dimeşin û dibêjin ku ew ê heta dawiyê di rêya berxwedanê de bin heta ku Efrîn rizgar dibe.
Welatiyê bi navê Fexrî Omer Sultan jî wiha axivî: “Dema ku artêşa Tirk a dagirker êrîşî Efrînê kir, me mirin bi çavên xwe dît, eger me bixwesta em xwe radest bikin me dê bikira. Lê gel xwe radest nekir, em gelekî bi xaka xwe ya Efrînê ve girêdayî ne û armanca me rizgarkirina Efrînê ye. Êdî top û kiryarên dagirkeran me natirsînin.”
Her wiha welatiyê bi navê Mistefa Mihemed ku li ser karê xwe bû li dikaneke bazirganiyê li Til Rifetê, wiha got: “Siyaseta şerê taybet û hovîtiya Tirkiyê di bombebaran û hedefgirtina herêmê de êdî xuya ye, ew ji bo ku rê li pêşiya berxwedana şêniyên Efrînê bigire, lê bê guman em nahêlin, me biryar daye em ê Efrînê rizgar bikin.”
Hêjayî gotinê ye ku bi sedan malbatên şehîdan ji pêkhateya Tirkmen, Ereb û Kurd li pêşiya topbaran û siyaseta şerê taybet a dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe didin û piştgiriya Berxwedana Serdemê dikin û hebûna Tirkiyê û çeteyan li xaka wan red dikin….ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.