Rojnameya Ronahî

Kurdistanê weke axa Osmanî dibînin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan armanc û encamên êrîşên dagirkeriyê yên li dijî başûrê Kurdistanê nirxand û diyar kir ku dewleta Tirk bi destûra Iraq û rêveberiya Hewlêrê li başûr dimîne. Kalkan got, “Ya esasî ew e ku di çarçoveya têkiliyên bi DYA û NATO’yê re dewleta Tirk leşkerên xwe li Başûrê Kurdistanê dihêle:”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan destnîşan kir, PKK bûye hêviya hemû gelên bindest ên li gelemperiya cîhanê.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan armanc û encamên operasyonên dagirkeriyê û sekna tevgera azadiyê ya Kurd a li dijî van êrîşan nirxand.

DIRÊJKIRINA PEYMANA DAGIRKERIYÊ
Kalkan diyar kir ku piştî operasyona ‘Çekîç Guç’ sala 1997’an di navbera dewleta Tirk û rêveberiya Hewlêrê de ji bo deh salan peymanek hate îmzekirin û got, “Sala 2007’an dema vê peymanê qediya û hebûna hêzên TC ên dagirker ên li Başûrê Kurdistanê careke din bû mijara nîqaşê. Piştre eşkere bû ku peyman hatiye nûkirin û dirêjkirin. Hêzên dagirker hê hene û kêm nabin. Berevajî, hejmara wan zêde dibe. Halbûkî peyman sala 2007’an qediya bû. Niha yanzdeh sal di ser re derbas bûn. Leşkerên Tirk bi destûra kê yanzdeh sal in li Başûrê Kurdistanê dimînin. Girîng e ev bê lêkolîn û eşkerekirin. Bêguman di vê mijarê de hinekan destûr dane. Dewleta Iraqê jî, rêveberiya Hewlêrê jî destûr dane. Bêyî destûra wan ev yek nikare bê kirin. Lê belê ya esasî ew e ku di çarçoveya têkiliyên bi DYA û NATO’yê re dewleta Tirk leşkerên xwe li Başûrê Kurdistanê dihêle.”

BÊDENGIYA LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN LI SER BAŞÛR
Dûran Kalkan destnîşan kir ku ji ber vê erêkirinê, hêzên herêmî û navneteweyî niha jî li pêşberî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê bêdeng in û wiha dewam kir: “Bi operasyona Lêlîkanê re niha qala ketina nava Başûrê Kurdistanê ya bi 20 kîlometreyan dikin. Beriya niha, di salên 1990’î de hê bêhtir dabûn nav. Tankên Tirk gihîştibûn heta Hewlêrê. Hîn wêdetir qereqolên artêşa Tirk, yekîneyên wan ên tank û topan hene. Lê belê operasyona li ser sînor heta qadeke diyarkirî bû. Yanî li ser sînor dibû. Digotin 5 kîlometre, di operasyona Çelîk de herî zêde bi 10 kîlometreyan çûbûn. Niha li Lêlîkanê qala kûrahiya 20 kîlometreyan dikin. Artêş û dewleta Tirk qîma xwe bi vê nîne. Erdogan dibêje, ‘Em ê biçin Qendîlê, bi 70-80 kîlometreyî em ê bi pêş ve biçin. Li aliyekî em ketin nava Efrînê, li aliyê din em ê ji Xakurkê xwe bigihînin heta Qendîlê û ji wir jî bigihêjin Kerkûkê. Bi vî rengî Rojava û Başûrê Kurdistanê fetih bikin, tevlî nava sînorên Tirkiyê bikin’. Dibêje ‘Kurdistan a Osmanî ye, axa Osmanî ye, em xwediyê vê axê ne’. Dixwazin di vê çarçoveyê de tevbigerin.”
Kalkan da xuyakirin ku rewş wê timî bi vî rengî nebe û got, “Her ku sînor bê xerakirin wê rewşek derkeve holê ku li dijî TC ye. Her tişt wê li gorî dilê wan nebe. Lê niha kes dengê xwe dernaxîne. Gundan vala dikin, lê bi cih dibin, biryargehan ava dikin. Tevlî axa Tirkiyê dikin. Bala xwe bidinê, li Babê, Cerablûsê, Ezazê rêveberiya Tirkiyê ava kirin. Niha jî li Efrînê rêveberiya TC ava dikin. Demografyayê diguherîne û kes zêde li ber vê ranabe. Li herêma Bradostê jî hewl didin heman tiştî bikin. Dengekî dijber denakeve. Çima? Ji ber ku destûr ji DYA girtiye, xwe dispêre peymanên berê. Yanî dewleta Iraqê, PDK ditirsin. Ji bo xatirê hin berjewendiyên siyasî û aborî ji nedîtî ve tên. Peyman hene di navbera wan de. Bêyî peymanan nedibû. Eger rêveberiyên Bexda û Hewlêrê bi rengekî cidî li ber rabin, wê TC nikaribe bê Lêlîkanê, Bradostê. Beriya ku artêşa Tirk bikeve herêma Bradostê, Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Hûlûsî Akar çû Bexdayê, plan kirin. Em hemû bi vê zanin. Divê ev rastî bê eşkerekirin.”

PKK BÛYE TEVGEREKE MEZIN A AZADIYÊ
Kalkan da xuyakirin ku armanceke bingehîn a dewleta Tirk ji operasyonan, têkbirina PKK’ê û eciqandina gerîla bû û ev tespît kir: “Gelo gerîla têk bir? Destpêkê yekîneyên biçûk bûn, çend sed kes bûn. Lê niha bûne bi deh hezaran. Destpêkê li ser sînor, li Botanê, li hin herêmên Bakurê Kurdistanê tevdigeriyan, lê niha li çar parçeyên Kurdistanê belav bûne. Gelo karîbû pêşî li PKK’ê bigire? PKK wê wextê komeke biçûk bû kesî navê wê nebihîstibû. Lê niha bûye rêxistinek ku ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê naskirin. PKK ne tenê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn veguheriye hêzeke mezin, li tevahiya cîhanê ji aliyê gelan, ciwanan û jinan ve weke tevgera azadiyê tê qebûlkirin. Bûye Tevgereke Azadiyê ya mezin. Ev jî nîşan dide ku êrîşên TC bi ser neketine.”

PKK BÛYE HÊVIYA BINDESTÊN CÎHANÊ
Kalkan got, “Tevgereke azadiyê ya bi vî rengî ku li tevahiya cîhanê belav bûye û veguyeriye hêviya hemû bindestan. PKK niha ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye. Hêviya xwe ya ji bo serketinê xurtir e. Ev rastî bandorê li hemû rêxistinên li Kurdistanê dike. Herî zêde bandorê li PDK û YNK’ê dike. Dike ku nikaribin mîna berê tevbigerin. Rewşa Kurdistanê jî gav bi gav diguherîne.”