Bi armanca guhertina demografiya kantona Efrînê, dagirkeriya Tirk malbatên çeteyan û şêniyên ji herêmên din bi taybet ji Idlibê li Efrînê bi cih dike.
Çavkaniyan ragihand ku dagirkeriya Tirk li nêzî gundê Qurnê yê navçeya Bilbilê, gundê Sûrkê yê navçeya Reco û li navenda Cindirêsê kampên nû ava dike. Tevî firehkirina kampan li gundên Mele Xelîl û Mihemediye yên girêdayî navçeyê.
Her wiha dagirkeriya Tirk çeteyên xwe tevî malbatên wan ên ji Idlibê bi rêya bicihkirina wan li Efrînê, diparêze. Li gorî çavkaniyan dagirkeriya Tirk heta niha zêdetirî hezar malbat ji Idlibê anîne Efrînî û di gundên her du navçeyên Şiyê û Bilbilê de li malên şêniyên Efrînê yên ku hatine koçberkirin, bi cih kirine.
REVANDIN BERDEWAM E
Çeteyên dagirkeriya Tirk revandina şêniyan didomînin. Bi armanca fîdyeyan û ji bo ku şêniyan bidin koçberkirin, her kesekî gelek caran direvînin. Ajansa me navên kesên ku di demên cuda yên vê mehê de hatine revandin belge kirin. Lê dîsa jî çaranûsa gelek kesan ji derdora salekê ve ne diyar e.






