Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Em ê dîwarê dagirkeriyê hilweşînin’

10/05/2019
in ROJEV
A A
‘Em ê dîwarê dagirkeriyê hilweşînin’
Share on FacebookShare on Twitter

Şêniyên bajarê Qamişlo gotin ew ê dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê û dîwarê dagirkeriyê qebûl nekin û peyama, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’’ dan.
Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Qamişlo Bexçet Xelîl têkilî greva birçîbûnê li ser grevên birçîbûnê yên ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest pê kirî û li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê û li çar hêlên cîhanê berbelav bûyî got,’’Dixwazin ku tecrîda li ser Rêber Apo rabe û di vê rêyê de jiyana xwe jî li ser bikin wê dev ji vê rêyê neqerin. Ew li vê rêyê rawestiyane.’’ Xelîil diyar kir Saziya Malbatên Şehîdan li pey greva birçîbûnê ne.
Xelîl bal kişande ser bêdengiya NATO û saziyên mafê mirovan a li bara dagirkeriya Tirk û dîwarê ku dewleta Tirk lê dike û got, ‘’Çawa dewleta T.C’ê ya ku bi hiqûqê tevnagere nabîne, nabihîse û dibe temaşeker?’’
Xelîl diyar kir divê Kurd li dijî vê rawestin û got, ‘’Weke Rêber Apo gotî, ‘’heke tu li nirxên xwe xwedî derneyî wê kesek li te xwedî derneye’’ û em ê jî li nirxên xwe xwedî derkevin û heta ku vî dîwarê dagirkeriyê hilweşînin em ê ranewestin.’’
‘EM Ê TESLÎM NEBIN’
Gulê Mihemed ku di nav Hêzên Berevaniya Jinê ya Civakî de cih digire got, ew dagirkeriya li se Efrînê şermezar dikin, ew ê heta bi dilopa xwîna xwe ya dawî li rex Efrînê û gelê Efrînê bin û ti caran radestî dijminê xwe nebin.
Mihemed dagirkeriya Tirk a li Efrînê û lêkirina dîwêr bi bîr xist û got, ‘’Kurd ne Kurdên berê ne û êdî bûne yek. Bi vê hêza xwe dijmin ti caran wê bi me nikaribe.
Ew her ku dibînin em xurt in dîwêr lê dikin. Ji ber vê em ê bi milyonan tim li ser piyan bin. Dema ku dibînin wê bi me nikaribin dîwaran lêdikin, êrîşê bi ser ciwanên me de tînin. Li dijî êrîşan heta dilopa xwîna me ya dawî em ê li ber xwe bidin, li qad û meydanan bin. Gelê Efrînê û Kurd ji wan natirsin. Em ê Rêbertiya xwe azad bikin û bi hev re bin, em ê Efrînê azad bikin.’’

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.