Derwêş M. FERHO
Sed sal di ser pêkanîna tevkujiyên plankirî li ser gelên cuda li Turkiyê, Kurdistan û Ermenîstan bihûrî. Nêzî du milyon kes bi zanebûn hatin kuştin. Hedef têkbirina pirrengî û pirrdengîyê bû.
Bi taybetî Ermenî, Asûrî, Suryanî, Kildanî, lê Yewnanî, Kurd, bi taybetî Êzîdî jî, kom bi kom hatin kuştin. Kuştina wan curre curre pêk hat. Di rêyên dûr de, bi çekên leşkerê dewletê, bi saya xayin û xwefiroşên herêmê, zarok, jin, yextiyar û xort, kes nehate spartin.
Sûcê dijî merovahiyê bû. Dinya jî bêdeng, kerr û lal bû.
Di axaftineke xwe de Hitler li ser pirsa rojnamevanekî weha dibêje. “Turkan Ermenî qirr kir. Kî li ser wan diaxive?” Musolînî rayedarên dewleta Turk, bi taybetî Mustafa Kemal Atatürk ji xwe re wek mamoste dibîne.
Balkêş e, du dîktatorên ku bûne sebebê bi milyonan kuştî mêjiyê Turkan ji xwe re wek mînak dibînin. Û rayedarên dewleta Turk, xwediyê mîrata dewleta Osmanî, heta roja îro jî bi bi wî mêjî û û kiryarên bav û kalên xwe serbilin in.
Di Nîsana 2005 de , cara yekem bû konferansek di qada Ewropa de li ser vê mijarê dihate amadekirin. Bi pêşengiya Enstituya Kurdî ya Brukselê, Info Türk, Federasyona Ermeniyan û Asûriyan konferans , pêşangeh, çalakiyên kultûrî di ciyên cuda de pêk hatin. Ya herî girîng Konferans di Senatoya Beljîka de bû. Rayedar û dezgehên Turk xwe gelekî aciz kirin. Di cî û bi kesên Beljîka re ketin têkiliyan û nerazîbûna xwe dan zanîn. Kurd, Ermenî, Asûrî û Turkên hevkar tehdîd kirin. Lê çalakî pêk hat û serketîbû. Di parlementoya Beljîka de tevkujiya gelan li Turkiyê mahkûm dibû.
Tevkujî ne bes kuştina merovan e. Qedexekirin, înkar û zora li ser kultûr, ziman orf û adedên gelan jî awayekî tevkujiyê ye. Dewleta Turk, siyaseta bavû kalên xwe, rayedarên Osmaniyan heta roja îro jî dikin. Dêr (kilîse), ol, cil û bergên taybetî, folklor, ziman û dîroka gelên cuda têne talankirin, înkarkirin, xera dikin û qedexe ne. Bîrewer, rewşenbîr, siyasetmedar di bin zexteke mezin de ne û yên têne girtin, yên têne kuştin û yên ji welêt direvin. Ango, tevkujî, bi gotina navneteweyî jenosîd hê berdewam e.
Dewleta Turk hê jî tevkujiya berî sed sal bûye ne bes înkar dike, herweha wê siyasetê dide domandin.
Raya giştî ya navneteweyî, dezgehên navneteweyî vê rastiyê baş dizanin. Çend dewlet ev tevkujî di warê fermî de naskirine. Lê hê jî pirraniya dewletan ev tevkujî femî nekirine. Balkêş e, Israîl, ku tevkujiya Cihûyan her dem dike rojevê, heta roja îro tevkujiya Osmaniyan, dewleta Turk li ser gelên cuda, bi taybetî Ermeniyan fermî nas nekiriye.
Partiyên Kurd, raya giştî ya Kurdistanî ev tevkujî ji destpêkê ve dizane, mahkûm kiriye û bi tevgera xwe li cem gelê Ermenî, Asûrî, Suryanî cî girtiye. Alîkariya ku xwefiroş, xayin û bêbextên hin eşîret, hêz û kesên Kurd, mîna bermayiyên hêzên Hemîdiyan, bi tundî tewanbar kiriye.
Tevgera Azadiya Kurdistan ya vê demê jî her time ev rastî daniye ber çavan. Xwedî bernameyeke ku jiyanek pirreng, pirrdeng lê yekdeng e. Ev jî dibe sedam ku ev tevger dibe hêviya wan gel û olan. Tevgera Azadiyê li Bakûr, li Rojava, li Başûr û Rojhilat vê felsefeyê dike jiyanê.
Di hember siyaseta kuştin, talan, xerabkirin, tirs û diziyê têkoşîn ne bes di qada berxedana çekdariyê de dimeşe. Têkoşîna siyasî, civakî, kultûrî û zansitî jî didome. Bê goman serketin jî ya me ye.
Di qada navneteweyî de jî xebateke bê navber dimeşe. Heta rastiya dîrokî neyê pejirandin û tevkujiya bûye û ya hê jî dibe neyê mahkûkirin ewê berdewam be.