Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sûka Erdoxan teng dibe

13/04/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Xweserî, perçebûn, siyaseta dagirkeriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Ezîz KOYLUOGLU

Bazar û nakokiyên dewleta Tirk ya dagirker û Rûsya li ser Sûriyê derbasî astek din bû. Berî çend rojan yanî di heyştê vê mehê de dîsa serokê Rûsya Vîlademîr Pûtîn û Erdoxan li Mosko hatin cem hev. Ev hevdîtin piştî hilbijartinê xwecehî yên Tirkiyê û bakûrê Kurdistan pêkhatin. Erdoxan’ê ku bûye dîktarorek êdî ji aliyê herkesê tê naskirin û bi Dewleta Bahçelî yê faşîst re xwe tevger dike, hemû stratejiya xwe ya hundir û derve hiştibû piştî hilbijartinan. Niha hilbijartinê Tirkiyê bidawî bûn û îtîfaqa Erdoxan û Bahçelî ya faşîst heta astekê derbeyek giran xwarin. Ji daxuyaniyên Erdoxan yên berî hilbijartinan jî eşkere bibû ku wê him siyaseta xwe ya bi Rûsya re bijî, him bi Dewletê Yekbûyî Emerîka re li gora encamê hilbijartinan diyar bike. Rûsya û DYE jî berî hilbijartinan siyaseta xwe ya li dijî Tirkiya dibin dîktatoriya Erdoxan de qerisandibûn. Her dû dewlet jî li gora hamleyên Erdoxan wê siyaseta xwe diyar dikin.

Erdoxan’ê ku dixwest di hilbijartina de serkeftinek mezin bidest bixe, ji Pûtin û Trump daxwaz kiribû ku zext lê nekin. Ev di heman demê de hevkariya Pûtin û Trump ya ji bo Erdoxan di hilbijartinê xwecehî de bû. Erdoxan bi vê hevkariya derve di hilbijartina de bitaybet li bakurê Kurdistan hemû qanûnê xwe jî binpêkir û wateya hilbijartinan nehişt. Niha jî naxwaze encamê hilbijartina qebûl bike. Ev jî bi siyaseta Rûsya û DYE ya Tirkiyê re têkildar bû. Lê niha hilbijartin temam bûn û him Pûtîn û him jî Trump ji Erdoxanê faşîst dixwaze siyaseta xwe zelal bike. Lê Erdoxan dixwaze ji nakokiyên Rûsya û DYE sûd werbigre û siyaseta xwe li herêmê bidomîne.

Di hevdîtina Erdoxan û Pûtîn ya di 8’ê mehê pêkhat de wekî hemû caran dîsan herdû aliyê mijarê xwe derxistin pêş. Erdoxan xwest nakokiyan bi Rûsya re veşêre û têkiliyên Tirkiyê û Rûsya yên aborî derxe pêş. Pûtîn berovajî wê têkiliyên siyasî û leşkerî kir mijara xwe. Bi taybet mijarên sereke ya Pûtîn têkiliyên stratejîk yên di çarçova S-400, xetên gaza xwezayî, enerjiya atomî Akkûyî û Sûriyê bû. Ev hevdîtin ya piştî hilbijartina berê dewleta Tirk ya dibin dîktatoriya Erdoxan de ber bi kuve ye zêdetir diyar kir.

Erdoxan her diçe zêdetir di navbera Rûsya û  Dewletê Yekbûyî Emerîka de asê dimîne. Êdî Emerîka ne tenê di çarçova xwe de diaxife, çarçova xwe firehtir kir û NATO dide axaftin. Ji Erdoxan re dibêje ku wek endamek tevbigere. Lê niyeta Erdoxan ya wek endamek NATO tevbigere nîne. Têkiliyên xwe yên bi Rûsya re hatiye astek ku Tirkiya dibin dîktatoriya Erdoxan de nikare jê vegere. Xuya dibe ku DYE ev ji nêzîk ve dibîne.

Ev hevbeşiya Pûtîn û Erdoxan wê herî zêde li Idlibê bandoriya xwe bike. Erdoxan’ê ku di rastî de dixwest ji Idlibê derkeve û radestî Rûsya bike, 17 Îlona 2018’de peymana Soçî dibin zexta DYE û Ewrûpa bi Rûsya re wajo kir, niha wê çi bike ne diyare. Dibe ku demek nêz de li gora ev peymana Erdoxan bi temamî Idlibê radestî Rûsya û rêjîma Sûriyê bike. Ya jî rê bibe Rûsya, rêjîma Sûriyê û Îran êrîşek bînin ser herêmê. Ev jî tê wateya derbeyeke mezin bi destê Tirkiyê û Rûsya li dijî siyaseta DYE û Ewrûpa dikeve.  Xuyaye dewleta Tirk ya dagirker ji niha ve amadekariyê vê dike. Rûsya jî ji vê rewşê kêfxweşe.

Li gora nêzîkbûna Rûsya û Tirkiyê demek pir nêz de dibe ku êrîşa li ser Idlibê destpêbike. Ev hamle ne tenê li dijî Idlib’ê, di heman demê de hemleya Erdoxan û Pûtîn li dijî Dewletê Yekbûyî Emerîka û Ewrûpa ye. Ka em binerin wê hamleya beramber çewa be…

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.