Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dîroka faşîzma Tirk dagirkerî û qirkirine

01/04/2019
in ROJEV
A A
Dîroka faşîzma Tirk dagirkerî û qirkirine
Share on FacebookShare on Twitter

Îdris HENAN

Şêniyên Efrînê ku li Şehbayê li ber xwe didin diyar kirin ku ew ê bi hêz û îradeya xwe Efrînê rizgar bikin. Derbarê sûcdariya Rûsyayê de jî gotin: Rûsya bi dijminahiya ji gelan re wê li herêmê têk biçe. Gelên Efrînê kurtêxwarên Kurd jî hişyar kirin û ev tişt gotin: Bila xwedî li doza şehîdan derkevin û nebin Înono, Zilfî û Ewniyên Lozana 1923an.

EM DILXWAZÊN AZADIYÊ NE

Endamê meclîsa navçeya Ehdas bavê Delîl salek ji dagirkeriyê ji rojnameya me re nirxand û ev tişt anî ziman: Di bingeha dagirkirina Efrînê de lekeya li ser rûyê mirovatiyê heye. Saleke û civaka navneteweyî li hemberî mirovatiya xwe sûcdar e. Li hemberî berxwedana gelê Efrînê sernizm e. Bavê Delîl behsa kiryarên faşîzma Tirk li Efrînê û vîna vegerê kir û got: Faşîzma Tirk her bi dagikeriyan xwe aniye roja me ya îro. Ta ku sîstema xwe ya faşîst rûnişkandin bide, berê xwe dide rêbazên guherîna demografîk, qirkirin û tunekirinê. Li hemberî van siyasetên qirêj ên dewleta Tirk her Kurdan li ber xwe daye û rê li ber vê hişmendiya tuneker girtiye. Di berdêla azadiyê de jî gelê me qet çavteng nebûye. Tişta ku di oxira azadiyê de pêwîst kiriye bi dilxwazî daye. Bavê Delîl gotinên xwe bi van hevokan bi dawî dike: Pêwîste tevahî gelên Sûriyê têbigihêjin ku; rêvekirina li ber dagirkirina Efrînê, rêvekirina li ber dagirkirina tevahî Sûriyê ye. Çawa ku bi pêşengtiya şervanên Kurd çeteyên DAIŞ li Tepqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê têk çûn, têkoşîna rizgarkirina Efrînê jî, erka tevahî gelê Sûriyê ye.

ALA BERXWEDANÊ LI ŞEHBA BILIND BÛYE

Aliyê xwe ve welatiyê Efrînê Ebdo Şukrî got: Berovajî bendewariyên faşîzma Tirk vîna gelê Efrînê ya rizgariyê piştî salek ji dagirkeriyê bi hêztir bûye. Şûkrî her wiha got ku; pêwîste aliyên navneteweyî yên ku çavên xwe li ser dagirkirina Efrînê girtine êdî ji xwe şerm bikin û li hemberî kiryarên faşîzma Tirk li Efrînê bibin xwedî seknek merdane. Şukrî di dawiyê de got: Efrînî bawerin ku wê rojek berê vegerin ser axa bav û kalan. Ti carî ew bawerî ji dest nedane. Ji ber vê jî têdikûşin û ala berxwedana xwe li Şehbayê bilind dikin. Ti aliyek nikare vîna gelê me ya rizgarkirina Efrînê têk bibe.

DÎROK Û GEL XÎXÛRAN EFÛ NAKE

Helbestvan û nivîskarê ji gundê Serê Kaniyê “Kefer Cenê” Cîhad Arîf Hemdoş jî got: Pêwîste sazî û rêxistinên ku xwe ji ber cîhanê ve berpirsiyar dibînin ji xwe fedî bikin ku nekarîn 72 balefirên faşîzma Tirk bidîtana. Em bi taybet dewleta Rûsya tawanbar dikin ku rê daye dagirkirina Efrînê. Hemdoş diyar kir; heya ku Rûsya helwesta xwe ya dijminatiya gelê Kurd neguhêre, wê li Sûriyê û herêmê rûberûyî têkçûneke mezin be. Rûsya bi dijminahiya ji îradeya gelan re di aliyê stratejîk de têk diçe. Hemdoş nav gotinên xwe de îşaret bi berxwedana gelê Efrînê kir û got: Çawa di yekemîn qonaxa Berxwedana Serdemê de gelê me li ber xwe da û dunya matmayî hişt. Îro jî Şehbayê bi heman îradeyê li ber xwe dide. Hemdoş di dawiyê de bang li kurtêlxwarên Kurd kir ku ji vê xeta xwe ya îxanetê vegerin û ev tişt anî ziman: Bila hevkarên dijmin ên Kurd nola Lozana 1923an nekin. Bila nebin Ewnî, Zilfî û Înonoyên hemdem. Bila xwedî li doza şehîdan derkevin û bi tevgera azadiya gelê Kurd re bibin yek. Ne dîrok û ne jî gelê me wê kurtêlxwaran efû bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.